45- casye

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  627 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ḧa, mîm.

2) em kitêbe xawen destełatî karzan nardûyetî.

3) le asmanan û zemînda, bełge zorin bokesanî xawen baweř.

4) le’afrandinî xotan û biławbunî caneweran, çend bełge hen bo ewaney lebřiwada bê gumanin.

5) lehatuçwî şew û řojû lew řozî yey ke xuda lew ḧewayewe beřêy deka û zewî mirdiwî bewhoye zîndûkirdewew lehełkirdinî bayekan, nîşane hen bo ewkesaney têdegen.

6) emane nîşaney xudan ke botî dexwênêtewew hemûy řaste. dey sa le paş basî xuda û basî nîşanekanî ew, bekam qise biřwadeken?

7) hay lewkesey buxtan keru tawanbare!

8) herga nîşanekanî xuday beserda dexwênrêtewe, xoy deybîsê. keçî dwaye - be hoy lexobayî bunî - pê dadegrê û êjî her neşî bîstiwe. sa to mizgênî pê bide ke azarêkî bejanî berdekewê.

9) er şitêkîş lenîşanekanî ême, fêrbibê gałtey pêdeka. azarêk beşî emane ke tewaw abřuyan deba.

10) dojehîşyan wa bedwawe. ne ewştey le dinyada gîryan hêna, ne dostanêk - ẍeyrezxiwa - hełyan bijard, behreyan pê degeyênin. azarêkî zor sextîş çawenořyane.

11) eme řê nîşanderêke. ewkesaneş ḧaşa le nîşanekanî perwerindey xoyan deken, azarêkî zor dujwaru bejanyan hes.

12) xwa kesêke deryay bo êwe kewî kird, ke legwêrey fermanî ew, gemî lenawda bigeřê û boçakey ew tê bikoşin; beşke şukiranebjêrbin.

13) herçî le naw ’asmanekan û zemîn dan, giş hî ewn; ew bo êwey kewî kirdûn. ke lemeda nîşan zorin bo ewaney řademênin.

14) to be baweřdaran bêje: ba ewkesane bibexşin ke bo řojekanî xuda behîwanîn; ta be hergiroyek - be pêy kirdeweyan - padaş bida.

15) her kes karî baş deka, boxoyetî; her kesîş xirape deka, dijî xoy kird. paşan êwe her bo lay perwerindetan debrênewe.

16) ême kitêb û karzanî û piley pêẍemberayetîmanda betoremey îsřa’îl; bijîwî pak û çakîşman pê geyandin. leçaw hemuxełkî dinyaş serman xistin.

17) sebaret bedînekeşyan zornîşaney dyarî derman pê sipardin. lenawexoş giriftarî kêşe nebûn, megîn wextê ke lem dîne agadar bûn; ewîş her le ber êreyî nêwan xoyan. perwerindet řojî seła bewkaraneyan řadega, ke leserî pêk nehatûn.

18) dwacar etoman xiste ser řêgewşiwênêk lem ayîne; şwênî kewew şwên arezûy ew nezanane mekewe.

19) ewan natwanin lexudat bê nyazken. naheqan dostî yektirin; xwaş dostî xoparêzane.

20) em quř’ane somay çawe bomerdim û bezeyî û řê nîşandere bo ewaney lebřiwada bê gumanin.

21) axo ewaney bedkarin, wadezanin ême lejî û mergyanda wek ewaneyan dadenêyn ke bûne xawen baweřu akarçak bûn? zorxirapî têgeyştun.

22) xwa beřastî em ’asmananew zemîney wedî hêna, ta her kesê çey kirduwe, padaşî wergirêtewew naheqîşyan lê nakirê.

23) axo to ewkeset dîwe ke arezûy xoy deperist? xuda - ke agay lê hebu - řêy lê gořî û gwêçkew diłîşî morkirdu lêłayî xiste serçawî. sa kê heye le paş xuda, řêy nîşanda? dey boçî bîrnakenewe?

24) herwa gutyan: bêjge lejînî dinyaman çîtrinye. her demrîn û dejînewew her siruşt deman mirênê. hîç. şitê lemeş nazanin; her lexowe guman deben.

25) hergaş nîşane aşkirakanî meyan bo wexwênin, biřubyanu dehênnewew êjin: eger qisew řastin, bab û kałman bobênnewe.

26) bêje: xuda jîw pêdedaw lepaşan detanmirênê û paşan le řojî qyameta - ke bê gumane herdadê - hemûtan kodekatewe. bełam zorbey em merdime hay lê nye.

27) destełatî em asmanan û zemîne her be xwaye. řojê ke seła řadebê, em terze herzewêjane zererdeken.

28) deşbînî hemû tîreyek beřêz be ser çok dahatûn; hertîreyekîş bang dekirê, bodîtnî syayî kirdewekey xoy. ewa emřo padaşî kirdewekantan edrêtewe.

29) eme kitêbî êmeye, ke beřastî û bezeredî êwe dedwê. herçî kirdewey êweş bû, ême hemûman denusîn.

30) sa ewaney bebaweř û akarçak bûn, perwerênyan deyanxate berbezeyî; ke eme bexteweryekî zorgirînge.

31) bełam xudanenasekan [pêyan ewtirê:] axo nîşanekanî mintan bonedexwênrayewe ke xotan bezil dezanî û komełêkî tawanbarbun?

32) hergaş witra, ke bełênî xuda řastew sełařabun hîç gumanî têda nîye, êwe wittan: hernazanîn qyamet çîye? laman xeyałêkî xawew diłman qinyatî pê naye.

33) herkarêkî xirapyan ledes hatbu, aşkira nîşanyan dira. ewştaneş ḧenekî xoyan pêdekird, dewrî lêdan.

34) pêyan witra: wa emřo le bîrtan dekeyn; herwek êwe tuş hatnî emřotan nedehatebîr. cêtan lenaw’agirdaye; hîç kesîş yarîtan naka.

35) çunke êwe nîşanekanî êmetan kirdibwe cê gemey xotan. jînî dinya êwey hełxełetandibu. îtir emřo le’agir deryan naxen û řêge nîye daway lê burdinîş biken.

36) sa supas her bo xudaye; řahênerî ’asmanekan û zemîn û hemû xełkî cîhanîşe.

37) le asmanan û zemînîş, şikow gewřeyî bo’ewew herxoy xawen destełatî lekarzane.