40- ẍafîr

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 14 minutes  982 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ḧa, mîm.

2) em kitêbe lelayen xway xawen destełatî çazanewe nardirawe;

3) ke le gunahan debûrê û peşîmanî qibûł deka û le cezrebe tundutîje. çake her be des xoyetî û cige le xoy hîç şit bo peristin nabê û hemû şit dêtewe lay ew.

4) ẍeyrez xudanenasekan, hîç kesê leser nîşanekanî xuda kêşe naka. geř û xulyan be şaranda, neka to hełxełetênê.

5) hozî nûḧîş pêş emane û çend komełîş ledway ewan, biřwayan be xwa nehêna. her komełê pelamarî pêẍemberekey xoy dawe ta bîgirin û azarî den; be qisey hîçîş wîstûyane cê bo řastî nehêłnewe. îtir be ẍezeb girtûmin; desa sizay min çilon bû.

6) bełênî perwerindey to leser hemû ewaney xudanenas bûn, wa hate cê ke ewane cehendemîn.

7) ew kesaney textî xwayan hełgirtuwe û ewaney bedewrî ewdan, be supasî perwerindeyan xerîkin û biřwayan her be wî heye û daway burdin bo xawen baweřan deken: ey perwerindey hemûman! dyare bezeyî û zanînit hemû şitî dagirtuwe; ewaney degeřênewe û peyřewî řêgey to debin, le gunahekanyan bibûre û le azarî be agiryan biparêze.

8) ey perwerindey hemûman! bîşyannêre naw baẍatî hemîşeyî, ke xot bełênit pê dawin; ew kesaneş ke le bawanî ewan û hawlifyanin û bere û toremey ewanîş – ke akarî çakyan buwe – wel ewan bin; her xot xawen destełat û lekarzanî.

9) le xirapeş byanparêze. her kesêkî le xirape bîparêzî, lew řojeda ber bezeyî to dekewê; ke emeş serkewtinêkî zor mezne.

10) hawar lew kesane dekirê ke xudayan nenasîwe: bêguman tûřeyîy xuda lew řikey xotan hetane, gewretre; çunke êwe bangitan deken baweřîw be xuda hebê, keçî êwe ḧaşa deken.

11) êjin: ey perwerindeman! to dû caran mirandûtîn; dû caranîş jyanit be berda kirdûyn; pê le gunahî xodenêyn, axo deretanêk heye?

12) emetan boye beser dê, çunke herga merdim xwayan deperist û hîçî tir na, ḧaşaw dekird; bełam katê şerîkyan bo ew dadena, êwe baweřtan dehêna. ferman tenya bo xuday berz û mezne.

13) her ew nîşananî xoytan bo denwênê û lew ḧewaye bijîwtan bo beřê deka. tenya kesê lew amojgarîye têdega, ke řûy her berew xuda bê.

14) desa êwe be diłpakî her hana bo xuda berin û dînî pakjitan bo ew bê; ca ba xudanenasanîş pêy tûře bin.

15) piley berz wa lay ewn, xawen texte; be firiştey taybetîda wiłamî xoy bo her kesê le ’ebdanî xoy ḧez bika, beřê deka; ta le řojê – ketûşyan dê – byantirsênê.

16) ewê řojê – ke hemûyan dênewe der – hîç şitêkyan le xuda nihênî nîye. lew řojeda fermanřewayî bo kêye? her bo xuday tak û tenyay be ser hemû şitda załe.

17) lew řojeda her kes herçî kirdûyetî, sizay karî xoy debînê; em řoje hîç ẍedrêk nîye. xuda belez be karubaran řadega.

18) to lew řoje byantirsêne ke lenekaw tûşî debin. lew demey ke hemû diłêk le quřgan nizîk debnewe û hemû her pîş dexonewe. ewaney naheqîkarin ne hîç dostyan des dekewê, ne kesê tikay bigîrê.

19) xwaş dezanê kê çawî ẍeyanî heye û çîyan le diłda şardotewe.

20) xwa beřastî pê řadega. ewaney ewan hanayan debene ber - ẍeyrez xuda – hîç karêkyan ledes naye. her xudaye ke bîserîş û bînaye.

21) axo ewan be zemînda negeřawin, ta bizanin çarenûsî pêşînekanî ewane çito buwe? lewane behêztir bûn û lew zemîne şwênewarîşyan zortire; letołey gunahekanyan xwa girtinî û kes lexuday neparastin.

22) ke ewane pêẍemberyan be nîşaney aşkirawe hatbûne la û biřwayan pê nekirdibûn; ewê çaxê xwa girtinî. xwa twanaye û sizadanî tundutîje.

23) ] lew barewe be çend nîşaney xoman û be bełgeyekî aşkirawe, mûsaman nard,

24) bo lay fîr’ewn û haman û bo lay qařûn. hemû gutyan: cadugerê dirozne.

25) wextê lelayen êmewe dînî řastî bo derxistin, gutyan: kuřanî ewaney wel ew biřwayan hênawe, lenaw berin û jinekanyan bezîndûyî bihêłnewe; bełam fêłî xwanenasan hergîz serî negirtuwe.

26) fîr’ewn witî: lêm geřên mûsa bikujim; ba ew hawar bo perwerindey xoy berê; min detirsim dîneketan bigořêt û pişêwênî lem zemîneda binêtewe.

27) mûsa gutî: hana debeme ber kesê – ke minîş û êweşî perweranduwe – bimparêzê le hemû xobezlizanê ke baweřî be řojî qyametê nîye.

28) pyawê lexzimanî fîr’ewn – ke baweřî be xwa hebû, bełam baweřekey xoy eşardew – gutî: êwe çilon pyawê weha dekujin, êjê xwa perwerindeme û le perwerindey xoşîřa, çend nîşaney zor aşkiray bo hawirdûn? eger dełên: diro deka, webał diroy be estoy xoy. egerîş qisey řast deka, lewaney ew pêtan dełê, hêndêkyanû her beser dê; çunke xuda miroy le řade laderî dirozin şareza naka.

29) gelo! emřo fermanřewayî bo êwes; lem herdeşa êwe załn; eger xwa be gijmanda bê, ewsa kê yarîman deka? fîr’ewn gutî: çî xom be çakî debînim, her ewetan pêş dekewm û her ew řêgey ke min nîşantanî dedem, řasteřêye.

30) kawray xawen biřwa gutî: gelo! min lewe diłxurtim ew bełayey beser xełkî tir hatuwe, besertan bê;

31) wek řûdawî hozî nûḧ û ’ad û semûd û ewaney paş ewan bûn. xwa nayewê naheqî le ’ebdan bika.

32) gelo! lêtan nîgeranim lewřojeda lêw biqewmê ke debête hawar hawar.

33) ewê řojê ke hemûtan berew paş degeřênewe û heřadeken; kes natwanê le xuda řizgartan bika. her kesêkîş xuda řêgey lê bigořê, hîç kes nayxatewe ser řê.

34) lemew pêşîş yûsif be çendîn bełgewe hate nawtan; keçî êwe le bełgekanî dûdił bûn, baweřîtan pê nehêna. wextê ke mird, guttan: îtir paş ew xuda hîç pêẍemberê nanêrê. desa awa her kesêk dûdłî bika û le endazey xoy derbiçê, xuda řêgey lê degořê.

35) ew kesaney ke bê ewe bełgeyekyan bo hatbê, lemeř nîşanekanî xwa kêşe deken, lelay xuda û baweřdaran karî zor nabecê deken. xwa diłî her xobezlizanêkî zordar, wa mor deka.

36) fîr’ewn gutî: ey haman! biço qełayek bo min saz ke, beşkû bigem bew aso dûredestane;

37) asokanî asmanekan; biřwanme xudakey mûsa. minîş dełêm diro deka; abem core fîr’ewn karî gendî xoy becwan zanî û bû be lemperî ser řêgey. her fêłêkî fîr’ewn bo xoy dozîyewe, befêřo çû.

38) ew kesey xawen baweř bû, gutî: gelo! şwênim kewn, min řasteřêtan şan dedem.

39) gelo! em jînî dinyaye her serêke û debřêtewe; małî ewla yekcarîye.

40) her kesê xirape bika, her be endazey xirapey siza dedrê. her kesîş akarî çak bin – çi nêr, çi mê – û baweřî be xuda hebê, ewane deçne beheşt û bê jimare hemû bijîwêkyan heye.

41) gelo! çîme, min demewê řizgartan kem, êwe le mintan gereke biçme agir?

42) detanewê le xuda ḧaşa bikem û şitî wa biperistim û byankem be şerîkî xwa, ke hîç zanistîm pê nîye; keçî min gerekme êwe řû bikene lay here bedestełatî gunah bexiş.

43) bêguman êwe dexwazin min şitî wa biperistim ke le dinya û le qyametê hîç karêkî ledes naye. hemûman degeřêynewe bo lay xuda û ewaney le qas derdeçin, her tûşî cehendem debin.

44) ca’ew deme qisey mintan dêtewe bîr. karî xom be xwa despêrim; xuda çawî le ’ebdekanî xoy heye.

45) xwa ewî le akamî xirapî ew fêłey deyankird, řizgar kird û herçî ser be fîr’ewnê bûn, beła denawexoy girtin.

46) hemû sipêde û êwaran deyanbene ser awir û řojê ke seła řadebê [ferman dedrê]: sa destew bestekey fîr’ewn, zor betundî azar biden.

47) ke ewsa lenaw agirda kêşe degeł yektir deken. bêhêzekan be xawen hêzekan êjin: ême şwên êwe kewtibûyn, axo êwe pêtan dekirê becêy ême lew agire, beşêk bo xotan hełgirin?

48) behêze lexobayyekan êjin: hemû le agirdayn. xuda be karî ’ebdanî wa řadega.

49) ew kesaneş ke çûne naw agirewe, le gizîrekanî agir dawa deken: le ber perwerindey xotan bon wepařên, řojêkman lew azare bo kem katewe.

50) êjin: axo êwe pêẍemberekantan be nîşaney aşkirawe nehate la? êjin: bełê. êjin: dey xotan wepařên; dyare nizay xwanenasan, beşî her be fêřo çûne.

51) bê gumane ême pêẍemberanman û ew kesaney ke wa biřwayan hênawe, le jyanî em dinyayeda û lew řojeşda ke şayetan řas debnewe, yarî dekeyn.

52) ewê řojê ke naheqan pakaneyan sûdêkyan pê nageyenê û giştyan beneḧlet kirawin û nalebartir małyan heye.

53) ême hoy řênwênîman da be mûsa û karêkman kird kitêbeke – bekelepûr – bo toremey îsřa’îl bimênêtewe.

54) ke řêgeyan nîşan deda û bîrewerîye bo kesanî xawen awez.

55) xo řabgire, bełênî xuda dête cê. bo gunahit daway lêburdinê bike û hemû beyanî û êwaran – be şukirewe – her pesnî pakîy perwerindey xot bide.

56) ew kesaney lemeř nîşananî xuda kêşe deken – bebê ewey hîç bełgeyan bo hatbê – cige le fîz, hîç şityan le diłda nîye û hergîz be arezû nagen. sa to: pena be xwa bibe; her xoy bîser û zanaye.

57) dahênanî em ’asmanan û zemîne, le wedî hênanî merdim girîngitre; bełam merdim zorbeyan eme nazanin.

58) kor û çawsaẍ wekû yek nîn; ewkesaneş ke bûne xawen baweř û akar çakin, degeł xirapkarekanda nabin beyek. çi hendikin ewaney bîrdekenewe.

59) hatnî řojî sełaye, hîç gumanî têda nîye; bełam zorîney em xełke biřwa naken.

60) perwerindetan gutûye: le berim bipařênewe, ewsa be dengitanewe dêm. ew kesaney – her leber xobezlizanîn – nayanewê bimperistin, be zebûnî deçne duřcehendemewe.

61) her xudaye şewî bo êwe peyda kird, ke têyda biḧesênewe û řojîşî bo dîtin dana. xuda çakey derbarey merdim kirduwe; bełam zorbey em merdime naspasin.

62) em xudaye êwey perwerde kirduwe û wedî hênî hemû şite; le ẍeyrez ew hîç şit bo peristin nabê. dey çon le heq kila dekirên?

63) her be miterze ew kesaney le nîşanekanî xuda ḧaşa deken, lewey řaste kila dekirên.

64) ew xudaye serzemînî bo êwe kirde nişîmen; asmanîşî leser berz kirdinewe. ew bîçmî be êwey dawe, le hemû bîçmêk cwantire. bijîwî başî pê dawin. her ewe xway perwerêntan. berzî û pîrozî bo xuda, ke perwerênî dinyaye.

65) her zînduwe û le ẍeyrez ew hîç peristûyekî nîye. desa êwe be diłpakî her hana bo xuda berin û dînî pakjitan bo ew bê. supas bo xuday řahênerî hemû cîhan.

66) bêje: min paş ew bełganey lelayen perwerindemřa bom hatuwe, řêm nedrawe ew şitane biperistim ke [xwa nîn û] êwe hanayan pê deben; her fermanim pê dirawe xom bispêrim be řahênerî giş cîhan.

67) her ewe êwey dirus kird le quřêk û lepaşan le tinokêk û paşan le xwênêkî cełte û paşan detanhênête der be sawayî û paşan bexoda dên heta debin be xortêkî xurit û paşan be pîrî degen û hêndêkîştan ber lewe pîr bibin demirin. heta degen be ew katey ke botan dyarî kirawe, şayet [le xotan] řamênin.

68) her xoyetî jînê deda û deşmirênê. her karêkî gerekî bê, her pêy êjê: bibe û, debê.

69) axo ewanet nedîwe ke le nîşananî xuda kêşe deken, çilon řê le xo degořn?

70) ew kesaney ke her biřwayan nehêna bem qur’ane û bew şitaney pêẍemberanman bo nardûn, zor naxayenê têdegen.

71) ewsa ke her yek çend toqî demlidaye û be zincîr řayan dekêşin,

72) bonaw awêkî zor germ û ledway ewe lenaw agirda giř degirin.

73) em care lêyan depirsin: kwan ewane deyangut şerîkî xudan;

74) ẍeyrez xuda. êjin: leber çawman winin; xo ême leser dinyaş bûyn, ẍeyrez xwaman nedeperist. xuda awa xwanenasan gumřa deka.

75) sa eme gořî gyantan bê! çunke êwe le ser zemîn be nařewa keyfû dekird; badî hewayîtan denwand.

76) le dergakanî cehendem biçne ew dîw û tahetaye lewêda bimênnewe. cêgey xobezlizanekan çend naxoşe!

77) sa bwêste, çunke bełênî xwa řaste; yan hêndêkit lew bełêney pêyan dedeyn, nîşan edeyn, yan mergit beserda dênîn. [herçonêk bê] hemû layek her dehênnewe lay xoman.

78) le pêş toşda gelê pêẍemberman nardin. serbihurdî hêndêkanman bo bas kirdûy; heyşin ke basman nekirdûn. hîç pêẍemberê natwanê heta xuda îznî neda, hîç nîşanêk nîşan bida. herga fermanî xuda hat, debê řastî be karî merdim řabga û; herkê le ser piřupûçin, têda deçin.

79) her xudaye wiłsatî bo peydakirdin, heta êwe swaryan bin û lêyan bixon.

80) gelêk behrey tirîşyan bo êwe heye; ew nyazî le diłtanda, leseryan pêkî dehênin û leseryan û leser gemyeş hełdegîrên.

81) zor le nîşananî xoy, dexate berçawî êwe. êwe ḧaşa le kam nîşaney xwa deken.

82) axo hergîz be zemînda negeřawin ke bizanin akamî pêşînekanyan be kwê geyşit? ke lemane zortir û behêztirîş bûn; şwênewarîşyan le herda pitir mawe. sa herçî koyan kirdewe, hîç behreyekî bo nedan.

83) ke pêẍemberanî ême be nîşaney aşkirawe çûne layan, bew hoye ke zor dezanin, diłyan xoş bû; keçî ewey ewan gemeyan pê dekird, dewrî lêdan.

84) katê dîtyan bełay êmeyan dêteser, gutyan: îtir xway taqane denasîn û lew şitaney demangut: şerîkî xudan, ḧaşadekeyn.

85) paş dîtnî sizay ême, biřwahênan qazancî pê negeyandin. eme řêwşiwênî xudaye; derbarey hemû ’ebdanî her wa buwe. lew kateda her ewaney xwanenas bûn, zereryan kird.