28- qeses

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 15 minutes  789 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ta, sîn, mîm.

2) emane nîşanekanî kitêbî řoşnikerewen.

3) ême bo to, bo [agadarî] ewaney biřwa dênin, basî mûsa û fîř’ewn dexwênînewe.

4) bê so fîr’ewn lew zemîna bałades bû; xełkî ewê kirdibûne çend desteyek; hêndêkî her zebûn dekird, kuřekanî ser debřîn û jinekanî řadegirtin. le bedfeř û bezeřan bû.

5) biřyarin da ewaney lew zemîneda zebûn kiran, be çake weyan xwênîn û byankeyne pêşewa [y xełk]; le dwayîşda bo xoyan bimênêtewe.

6) lew ’erzeda cêgayan bo xoş bikeyn û be fîr’ewn û haman û leşkirekanyan ew şitane nîşan bideyn, ke ewan lêyan detirsan.

7) be daye mûsan řageyand: şîrî deye û, her wextê lêy nîgeran bûy, bîhawêje naw deryawe û hîç metirse û xemîş mexo; ême botî dênînewe û deşîkeyne yekê le pêẍemberekan.

8) destewbestey fîr’ewn ewyan hełgirtewe, ta bibête dujminyan û hoy meynetyan. dyare fîr’ewn û haman û des û pêwendekanîşyan be xełet çûn.

9) pîreka fîr’ewn gutî: bo min û to debête mayey çawřûnî; waz le kuştinî bihênin, beşkû sûdî boman hebê, yan bîkeyne kuřî xoman. keçî hîç agaşyan nebû.

10) îtir ewsa daykî mûsa hîç hoşî le diłda nema û lewane bû ke ew řaze bidirkênê; ke her êmeş diłî ewman wa pitew kird ta le xawen baweřan bê.

11) be xoşkî gut: şwênî kewe! bê ewey hestî pê biken, karêkî kird dûrawdûr çawî pê bikewê.

12) her le pêşda wan bo dana memkî hîç tayenêk nemjê. wê go: axo detanewê małêktan bo bidozmewe ke botanî bexêw bika û zor başîşî pê řabga?

13) nardimanewe lay daykî, ta çawî pê řûn bêtewe û xemê nexwa; ta bişzanê ke bełênî xuda řaste; bełam zorbeyan nazanin.

14) wextê geyye tafî cwanî û pyawê tewawî lê derçû, zanist û karzanîn daye û ême awa padaşî karçakan dedeyn.

15) [carê] řûy kirde şarewe, bê ewey xełkekey agayan lê bibê. lewê tûşî dû pyawan hat, pêkewe mişt û miřyan bû; yekyan le řegezî xoy û ewî tiryan ser be dujminekanî bû. ewî hawřegezî xoy bû, dijî kawra neyareke hanay pê bird; mûsa mistêkî tê sirewand, mirxey biřî. gutî: ew kare dyare şeytan pêmî kird; ke aşkira dujmine û řêga degořê.

16) gutî: ey perwerindey min! emin naheqîm le xom kird, ’afûm bike. îtir xuda xetay bexşî; ke ew le xeta debûrê û dilovane.

17) gutî: ey perwerindey min! le beranber ew çakey degeł minit kird, biřyar edem hergîz nebme piştîwanî tawanbaran.

18) lew şareda be tirsewe şewî bûrî û çawenoř bû. her ew kesey dwênê hanay pê birdibû, dîsan hawarî bo hêna. mûsa gutî: dyare to le řêge derçûy.

19) katê berew ew kese çû ke dujminî her dûkyan bû, gutî: mûsa! her wek dwênê yekêkit kuşt, detewê minîş bikujî? to gerekte lem herde bibye milhuř û natewê lewane bî wa karubaran saman deden.

20) pyawêk lewpeřî şarewe be hełedawan geyştê, wat: ey mûsa! sergewrekan derbarey to řawêj deken; gerekyane to bikujin. zû derkewe, emet be çake pê dełêm.

21) be tirsewe lewê řoyî û be nîgeranî deyřiwanî. gutî: ey perwerindey min! lem komełe sitemkare řizgarim ke.

22) katê berew medyen deçû, gutî: beşkû perwerindem şarezay řasteřêm bika.

23) ke hate ser awî medyen, komełê le xełkekey dît aw hełdêncin. lew lay ewan dû jinî dîn [pezê xo] dûr dexenewe. gutî: êwe xerîkî çin? gutyan: heta şivanekan pezekanyan le awdanê nehênnewe, ême pezê xo aw nadeyn; bawkî êmeş îxtyarêkî zurhane.

24) ewsa awî bo hełêncan; paşan xoy geyande sêber. gutî: ey perwerindey min! min atacî ew xêrem ke bom denêrî.

25) yek lew duwane - ke be şermewe řê deçû - hate lay û gutî: bawkim bangit deka ta bo awê ke bo êmet hełêncawe, kirêt datê. wextê hatû řûdawekey bo gêřawe, gutî: îtir tirist nebê, le komełî sitemkaran řizgarit bû.

26) yekê lewan gutî: bawe! be kirêy bigre; çatrîn řenicber eweye be taqet û cê baweř bê.

27) gutî: min xeyałim waye yekê lew dû kîjaney xom bidem be to; bew merce heta heşt sałan řenicberim bî. eger de sałit birde ser, keyfî xote û namewê zorît bo bênim. ger xwa ḧez ka zû dezanî ke le pyawe başekanim.

28) gutî: eme biřyarêk bê le nêwanî min û toda; her kam lew dû mawem peřand, nabê naheqîm lê bikirê; xudaş leser herçî êjîn, birîkare.

29) mûsa ke mawekey peřand û xêzanî bird û řoyî, agirêkî le alî tûrê bedî kird. be mał û mindałî xoy gut: řabuwestin, min agirêkim bedî kird; beşkû lewê xeberêkû bo bihênim; yan çołêkû lew agire bo bênmewe; bełkû xo germ kenewe.

30) wextê geyşte lay agir, lay destî řastî dołewe - le şwêne pîrozekeda - le darekewe ban kira: ey mûsa! min her xudî xom, ew xudayem ke řahênerî cîhanim.

31) ’asakeşt fiřê bide! wextê dîtî le çeşnî marê debziwê, hełat û hîç awřêkî nedayewe. ey mûsa lêy were pêş û tirist nebê, hîç zyanêkit pê naga.

32) destîşt bixe baxełit, çermûy bê zerer dête der; bo eweş tirist nemênê, destit bine jêrî bałit. em duwane dû bełgey řûnin, le perwerindetřa bo lay fîr’ewn û darudestekey; ewan gelê nafermanin.

33) gutî: ey perwerindey min! min yekim lewan kuştuwe; lewe detirsim bimkujin.

34) biram hařûn, le min ziman řewantire; sa ewîşim degeł kil ke, yawerim bê û qisekanim biselmênê. min tirsim hes pêm bêjin: to diroznî.

35) gutî: wa dekeyn biraket piştit bigrê; be nîşanekanî xoşman destełatêkû dedeynê, destyan be êwe řanega; êwe duwan û ewanî le dûy êwe bin serdekewn.

36) katê mûsa wel bełge aşkirakanman hate layan, gutyan: eme bil ji cadû şitê nîye û le xowe řêkî xistuwe; ke le bawanî pêşûşman em şiteman nebîstuwe.

37) mûsa gutî: perwerindem le her kes çatir dezanê kê licem ew řênwênî hawirduwe û kê paşeřoj tûşî bextewerî debê. bê so naheqîkarekan řizgar nabin.

38) fîr’ewn gutî: ey dîwexan nişînekan! wa nazanim ẍeyr le min xwayektan hebê; sa haman! to xiştî kałim le kiłda bo bixarêne, qełayekim bo dirus ke, ta lewêřa biřwanme xwakey mûsa; kemin tewaw le viř bêjanî dezanim.

39) fîr’ewn û leşkirekekanî lew zemîne, her be naheq xoyan be ziltir dezanî û layan wabû nageřênewe lay ême.

40) sa fîr’ewn û leşkirîman wegîr hêna û hełmandaştine deryawe. desa biřwane akamî naheqîkaran çilon bû.

41) kirdîşmanin be pêşewayanêk ke wa bang bo agir řadehêłn û řojî sełaş hîç kes dehanayan naye.

42) her lem dinyaye neḧletman weşwên xistin û řojî sełaş [řûřeş û] bîçim kirêtin.

43) le paş ewey çîn û berekanî pêşûn qiř tê xistin, ew kitêben da be mûsa ke bo merdim bibête hoy řoşin bînî û bezeyî û şarezay řê bûn; beşkû bîr le xo kenewe.

44) ew serdemey ke ême em karey xoman be erkêk dana bo mûsa, ne to le lay xorawakey [tûr] ewe bûy, ne hîç agaşt lê buwe.

45) bełam ême zor bereman hênaye řû; temenîşyan zor dirêj bû. to ew kate le naw xełkî medyen nebûy, ke nîşanekanî meyan bo wexwênî; bełam ême her pêẍemberin denardin.

46) lew demeşda ke ême gazî mûsan kird, to le nizîk tûrê nebûy; bełam eme bezeyyeke lelayen perwerindetřa, ke ewaney ber le to kesî wa nebuwe tirsêkyan weber bihênê; eto tirsyan weber bênî, bîr le xo kenewe.

47) eger leber ewe neba ke katêkî - le songey akarekanyan - tûşî bełaye bin, bêjin: perwerênman! to boçî pêẍemberêkit bo nenardîn, ta peyřewî le nîşananî tobkeyn û le řêzî bebaweřan bîn, [sizadanman pêş dexsitin].

48) bełam wextê em řasteyan lelayen êmewe bo hat, gutyan: boçî ewî bo mûsa hatuwe bo em nehat? edî ewî lewe pêş be mûsa dira, eman ḧaşayan lê nekird? gutyan: eme dû cadûn ke piştî yektiryan girtuwe û gutîşyan: ême le her kan ḧaşamane.

49) bêje: eger êwe řastin, nûsrawêk le xwawe bênin ke le her dûkanyan pitir řasteřêge nîşan bida; heta min şwênî bikewm.

50) ger persivyan nedayewe, sa bizane ke ewane peyřewî arezûyanin; kêş xwa şarezay neka û peyřewî elhay diłî bê, kesî lê gumřatir nîye. xwaş naheqan le řêge şareza naka.

51) le pesta ew witareman bo henardin, beşkû pend [y lê] werbigrin.

52) ew kesaney ke ber le hatnî qur’an, ême kitêbman pêdawin, baweřyan be qur’an heye.

53) heta boyan wedexwênin, êjin: biřwaman pê hêna û bê so řaste û le perwerindeman řaye. ber leweş bête xwarewe ême qibûłn kirdibû.

54) ewane çûn xořagir bûn, dû car padaşyan pê dedrê. karî xirapîş be çake desřinewe û lew bijîwey pêman dawin, xêran deken.

55) her ke witarî herzeşyan be gwê dega, le gwêy xoyanî derdawên û êjin ke: ême karî xo dekeyn û êweş akarî xow heye, le êmewe bê wezenin; keyfin benezanan naye.

56) to natanî kesê bo xot xoşt bwê şarezay key; bełam xuda kê bixiwazê řêgey řastî nîşan deda. her xoşî çatir dezanê kê hêjay em řêbazeye.

57) êjin: er degeł to bîn û peyřewî dînekey to bîn, le zêdî xon teren deken. edî ême le şwênêkî hêmniman danemezrandûn, ke hemû core berubûy bo denêrin û em bijîwe lemeřaye? bełam zorbeyan nezanin.

58) çende şarîşman qiř kirdin [ke xełkekey] be xoşguzeranî xoyan serxoş bibûn. emeş małekanyane ke le dway ewan - kemêk nebê - kesyan lê nîştecê nebuwe û her bo xoman mawnetewe.

59) perwerindet ew şaraney qiř nekirdin, ta le nawendî ewana pêẍemberî bo henardin, nîşanekanî êmeyan beserda bixiwênêtewe. hergîz ême hîç şarêkman be qiř neda, mer xełkekey naheq bû bin.

60) ewî be êwe dirawe her mayey guzerantane le dinyada û zemberyetî. eweş ke licem xudaye, çatre û zortir demênê; axo lewendeş tê nagen?

61) axo kesê bełênî başman pêdawe û boşî pêk dê, degeł kesê her le dinyada jyandûmane, wekû yekin? ke emeşyan řojî seła dehênîn bo cabdanewe?

62) ewê řojê bangyan deka û, êjê: kwa şerîkekanim, wek êwe xeyałtan dekird?

63) ewaney weber biřyarî ême kewtûn, êjin: ey perwerindeman! emane her’ewanen ke ême le řêgeman ladan; boyeş le řêgeman ladan ke bo xon řên lê têkçû bû. wa le lay xot ême ḧaşayan lê dekeyn. ewane hergîz êmeyan nedeperist.

64) pêşyan êjin: şerîkekantan bang biken. bangyan deken; hîç weramyan nadenewe. hest be cezrebedan deken, êjin: xozya le şarezayan bûynaye.

65) her ew řoje bangyan eka û pêyan êjê: çilon wedeng pêẍemberekanewe çûn?

66) ewê řojê le hewałan zeyn kwêr debin. lew řojeda nayankirê pirsê be yektirîş biken.

67) bełam ewî ke pejîwan botewe û biřway be xuda hênawe û řûy dekarî çak kirduwe, lewaneye le destey řizgarekan bin.

68) perwerindet her şitêkî meylî lê bê wedî dênê û hełdebjêrê [bełam] ewan heqî bijardinyan nîye. lew şerîk bo dozîneweşyan, xuda pake û beriztire.

69) her perwerindet dezanê çîyan le diłda pena dawe û çîş aşkira edirkênin.

70) xwa her ewe û leẍeyrez ew hêjay peristinêk nîye. le dinyaş û le qyametîş supas her taybetî ewe; ferman her fermanî ewe û bo lay ewîş debrênewe.

71) bêje: çon bîr dekenewe er xwa şewtan hênde lê dirêj katewe, ke ta qyamet nebřêtewe? ẍeyrez xuda kam şyawî peristinê hes řûnakîtan bo bênê? mer nabîsin?!

72) bêje: çon bîr deben er xwa řojtan hênde lê dirêj katewe heta qyamet bixayenê? ẍeyrez xuda çi peristîwê detwanê şewêktan bo dabênê ke êwe têyda heda biden? mer nabînin?!

73) le bezeyî xudaweye, ke şewî bo hedadan û řojî bo peyda kirdinî ew řozîyey ew detandatê, bo danan; beşkem êwe şukirê biken.

74) ew řoje ke bangyan deka û êjê: kwa şerîkekanim ke be xeyałûda dehat?

75) wextê le naw her komełêk yekyan lê dekeyne şayet, ewsa êjîn: kwanê? bełgey xotan bênin; ca tê degen řast her eweye lay xwaye û herçî ke hełyan debest le desyan deçê.

76) qařûn le hozî mûsa bû, ke destî kird be naheqî kirdin lêyan. hêndin gencîne dabûye, hertenya kilîlekanyan giroyekî zor behêzî şeket dekird. katê hozekey pêyan gut: ẍillûr mebe! xuda pyawî le xo derçûgî xoş nawên;

77) bewey xuda be toy dawe, be şwên małî seławe be! beşî xoşt lem dinyaye le bîr meke! wek xwa çakey degeł kirdûy, çakey bike û lem ’erzeşda mekewe şwênî bedfeřî! xuda bedfeřî xoş nawên.

78) gutî: ewey ke min heme, gişt le zanistî xom řaye. boç ewendey nezanîbû ke pêş ewîş xuda çen çînî be qiřda; ke lewîş zor behêztir û bedest û pêwenditrîş bûn? lew tawanbarane - lemeř tawangelyan - napirsinewe.

79) be tentene û sensenewe [řojê] hate naw hozekey. ewaney her be arezûy jînî dinyan, gutyan: xozî meş wek qařûn dewłemen bayn; ay lew bextey ew heyetî!

80) hozanekanîş deyangut: hey mał wêran! her kesê baweřî be xuda hebêt û akarçak bê, ew xełatî xwa deydatê, zor çaktire û ew xełateş her beşî xořagrane.

81) sa qařûnman be małyewe řobird be naxî zemînda. hîç desteyekîşî nebû ke le xuday biparêzê û xoşî yarîdey xoy neda.

82) ew kesaney dwênê xozgeyan pê dexwast, řojî dwayî deyangut: pekû lew seyre! wa dyare ke řozî ’ebdan - zor bê yan kem - beste be meylî xudaye û er xwa çakey bo nekirdibayn, êmeşî her le naxî zemîn řo debird. wa dyare xudanenasan řizgar nabin.

83) ême małekey dwařojin her bo ewane dadenêyn, ke lem ’erze nayanewê xo be ziltir bizanin û bedfeřî ken. paşeřojîş her bo xoparêzekane.

84) herkê karêkî çak bika, çaktir lewî dêtewe řê; herkêş akarî xira bin, her beranber be kirdexrapekanyan cizya dedrên.

85) ew kesey ke em qur’aney kirde erkî serşanî to, xatir cem be detbatewe ew şwêney bełênî pêday. bêje: her perwerindey min zanatre ke kê le řasteřê deřwa û kê be aşkira le naw gumřayî daye.

86) xo er bezeyî perwerênit nebuwaye, to her be hîwa nebûy ke em kitêbet bo kil kirê; sa toş hergîz piştîwanî le xudanenasan meke!

87) le dway eweş ke nîşanekanî xudat bo kil kira, hergîz nabê to lewane hełe bikey. her berew perwerindey xo gazî bike û hîç ga degeł ew bitperistane mebe.

88) degeł xuda hana bo hîç peristîwêkî tir mebe. beẍeyrez ew peristîwêkî tir nîye. beẍeyrez ew hemû şitê le beyn deçê. ferman her fermanî ewew her bo lay ew debrênewe.