27- nemil

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 13 minutes  1077 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ta, sîn. emane nîşanekanî qur’anên û kitêbêkî dyarî dere.

2) řêşandere û mijdedere bo giroy xawen baweřan.

3) ewaney nwêjan deken û zekat derin û be tewawî biřwayan bew dinya heye.

4) ew kesaney biřwayan bew dinyane bê, kirdeyanman le ber çaw řazandûnewe û be ser lê şêwawî mawin.

5) beş ewane her azardanî bejane û lew dinyaşa zyanî zor bo ewane.

6) to em qur’anet her le lay karzanêkî zor zanawe, pê fêr dekirê.

7) [bênewe bîr] ew kateş ke mûsa be xêzanî xoy gut: min agirêkim lê dyare; ewa deçim xeberêkû bo dênmewe; yan bizûtêkî lê dênim; beşkû gerimtan bêtewe.

8) wextê lêy nizîk kewtewe, bang kira: pît û pîroze ew kesey ke lewêdaye û ewî le dewrey ewîşe û pakî û bê ’eybî bo xwaye; ke xudanî giş dinyaye.

9) ey mûsa! ewe minim, xway be destełatî lekarzan.

10) ço desekeşt bawêje! katê dîtî herwekû marêk şêłeha, hełat bê awiřdanewe. mûsa! tirist řê nenîşê, pêẍemberan nabê le lay min bitirsin.

11) megîn kesê ke wa naheqî kirduwe; eger ewîş xirapekey be çake gořîbêtewe, dyare ke min lêbûrde û dilovanim.

12) desîşt bixe baxełit [û derîxewe]; be sipyekî [wek çořî şîr] be bê zyan dyarî deda. wel no bełge, biço bo lay fîr’ewn û dar û destekey; ke ewane komełêkî nafermanin.

13) ca wextêkîş nîşane řûn kerewekanî êmeyan geyîşte la, gutyan: eme cadûyekî aşkiraye.

14) herçend le diłî xoyanda hemûyan be řast dezanî, xobezil zanî û naheqî, bûne hoy ḧaşa kirdinyan. ca biřwane paşeřojî bedfeřekan be kwê geyşit!

15) her êmeş bûyn ke zanistiman da be suleyman û dawud. gutyan: şukur bo xudayê êmey le çaw zorê le ’ebde baweřdarekanî xoy, beřêztir girt.

16) le paş dawud, suleyman bû be cênşîn. bangewazî kird: xełkîne! ême fêrî zimanî melan kirawîn; hemû şitêkyan pêdawîn; dyare emeş çakeyekî aşkiraye.

17) supay suleyman - têkeław le cindoke û miro û melan - deng dirabûn, hemû be řîz deroyştin;

18) ta geyne buhlî mêrûlan. miroçeyek dengî mêrûlekanî da: biçnewe naw kunekanû! ta suleyman û leşkirî - be bê ewe pê biḧesên - deber pêyanû neben.

19) îtir ke ew emaney gut, bizey hatê. gutî: ey perwerindey min! wam řabêne supasî çakey to bikem ke derbarey min û dak û babimit kird; akarî çakî waşim bê, pesnidî key; her le bezeyî xoştewe bimxe řêzî ’ebde karçakekantewe.

20) çawî bemelanda gêřa, gutî: çone pepûsêmane nabînim, axo xoy dizîwetewe?

21) leser eme eşê sizay zorî bidem; yan milî hełdeqirtênim, yan bełgeyekî aşkira bo min bênê.

22) maweyê zorî nexayand, hat û witî: min şitêkim des kewtuwe ke desteto nekewtibû; wa min le sebawe hatûm, dengubasî dirustim bo hênawî.

23) min lewê jinêkim dîwe paşaye be seryanewe û xawenî hemû şitêke û textêkî zor gewrey heye.

24) dîtim ke xoy û hozekey - be cê xuda - sujde debene berxor û şeytan kirdewekanî bo xemłandûn û řêgey hełey nîşan dawin û řê dernaken.

25) [wey kirduwe] sujde bo xudayek neben ke pêwarî naw asmanekan û zewî xoya deka û, çî weyşêrin û herçêkî aşkiray biken, ew deyzanê.

26) ew xudayey ke lew beder hîç şit bo peristin nabê û ew perwerênî textî here mezne.

27) gutî: bem zuwane deřwanîn ta bizanîn beřastit bû, yan toş her le viř bêjanî.

28) em nameyem bo bere û boyan bawêje û ewsa tozêk dûrewekewe û binwaře persivyan çîye?

29) wê gut: ey pyawmaqûłekan! nameyekyan bo hawîştûm zor girînge;

30) ke le suleymaneweye û be nawî xuday dehnide û dilovane.

31) nabê xotan le min be ziltir bizanin, werne lam û xotan be destewe biden.

32) wê gut: ey pyawmaqûłekan! êwe derbarey em karem, bêjin çibkem? heta êwe ko nebnewe, biřyarî hîç karê nadem.

33) gutyan: ême hem behêzîn hem zor bwêr, fermanîş her be des xote, to bo xot biřwane çi fermanêk dedey?

34) wê gut: gelî padşayan biçne naw her şarêkewe, têkî deden; xełkekey - her kam be gewre nawî hebê - sûkayetî beser dênin û ew terze karane deken.

35) ewa min dyarîyekyan bo denêrim; çaweřêm ke řaspardekan be çîyewe degeřênewe.

36) wextê hate lay suleyman; gutî: êwe detanewê be mał yarmetî biken? ewî xuda dawye be min, lewey ke be êwey dawe hêjatre; bełam wadyare ke êwe be dyarî xotan diłxoşin.

37) wegeřê biçowe layan, wa me be leşkirêkewe dêne seryan; ke ewan derostî nayen. be zelîlî û sûkayetîyş lewênderê deryan dekeyn.

38) gutî: ey gelî dîwanê! - ber lewe bêne amanê - kêw detwanê textî ew jinem bo bênê?

39) lozniderêk le cinekan gutî: emin ber lewe le cêy xot hestî botî dênim; twanam be serîda heye û despakîşim.

40) ewî ke le kitêb şitêkî dezanî, hełîdaye: hêndey çawit bitrûkênî botî dênim. ke lê meyzand, wa layetî gutî: emeş çakey perwerindey mine, wîstî taqîm bikatewe; axo şukirane bijêrim yan pê nezan. her kesêkî şukir bika bo xoy deka û kêş sipłe bê, ewsaye perwerindey min bê nyaz û diławaye.

41) gutî: textekey bigořn; ta bizanîn detwanê bînasêtewe yan beserî nakatewe.

42) katê geyîşte berewe, wityan: textekey to wabû? gutî: her êjî xoyesî; le berîşewe detzanî û ême her gwê be ferman bûyn.

43) ewey ke wê - ẍeyre le xudaye - deyperist, ewî [lebaweřî hênan] gêřabowe, çunke pêşu leřêzey xwanenasan bû.

44) pêy witra: were naw koşk. ke lêy řuwanî, her pêy wabû awêkî zor û zebende û [dawestawe û] lingî hełkird. pêy wit: em koşke le şûşey řûn û ḧulî dařjawe. gutî: xudanî jyanim! min ta êsta naheqîym le xom kirduwe û le êstawe - wel suleyman - xom dedeme des řahênerî giş cîhan.

45) sałḧîşman řasparde hozî semûd; ke hawřegezî xoyan bû. ke: debê xudaperist bin. keçî ewan bûne dû destey dijî yek.

46) witî: gelo! ber lewe tûşî çake bin bo berewxirape deçin? bo le xuda dawa naken ’afûtan ka? bełkû bezeyî pêtanda bê.

47) wityan: ême toş û ewî legeł toşin, be şûm û bê feř dezanîn. gutî: çarenûsî êwe be des xwaye; bełam êwe hozêkin ke kewtûne ber ezmûnewe.

48) lew şareda no destey [neguncaw] hebûn, ke wiłatekeyan têk deda û bo labirdinî bedfeřî hîç teqalayan nededa.

49) gutyan: êwe swênd bixon, ême emşew xoy û mał û mindałîşî le naw debeyn; be xwêngiranîşî êjîn: ke ew xêzane kujrawin, ême agaman lê nebuwe û řastîş dekeyn.

50) xerîk bûn ketnê bigêřn; êmeş ketnî xon pê kirdin, bê ewe hestî pêbken.

51) sa binoře, serencamî ketnekeyan be kwê geyşit: bewanewe komełekey ewanîşman le beyn bird.

52) êsta [cê] małekanî wan - leser naheqî kirdinyan - çol û hołe û dersêkîşe bo ewaney ke dezanin.

53) ew kesaneşman řizgar kird ke bibûne xudanas û lêy detirsan.

54) lûtîşyan webîr bixewe, ke wa be hozekey xoy wit: êwe çilon karî bê namûsî deken, keçî deşzanin xirape?

55) le jinan wazû hênawe û pelamarî pyawan deden; dyare êwe zor komełêkî nezanin.

56) tenya weramî hozekey her eme bû: xêzanî lût le şarî xotan derbiken; çunke ewan çawyan le dawên pakîye.

57) sa ewîş û xêzanîşîman řizgar kird; mer jinekey, ke biřyarman da bimênê.

58) baranêkman bo barandin emma baran; baranî tirsênrawekan çen xira bû!

59) bêje: şukirane bo xuda û dirûd leser ’ebde hełbijardekanî. axo xuda çatre ya ewî deykene şerîkî?

60) ya ew kesey çatre ke ’asmanekan û zemînî wedî hêna û le ḧewawe awî bo êwe narduwe? gelêk baxçey be dîmenman be awekey şîn kirduwe, ke xotan netan detwanî darekanî berhem bênin; axo hîç peristîwêkî wel xwa heye? nexêr dyare gelêkî le heq laderin.

61) ya ew kesey çatre ke zewî kirde cêy sanewe û ew giş cobar û řûbarey têda kêşa û kej û koy lê berhem hêna û le nêwan dû deryada berzekey dana? axo hîç peristîwêkî wel xwa heye? nexêr dyare zorbey ewan nezanin.

62) ya ew kesey çatre ke her wextê humêd biřawêk le berî bipařêtewe, dehanay dê û le çortim řizgar [y] deka û detankate cênşîn lem serzemîne? axo hîç peristîwêkî wel xwa heye? emane kem pend werdegirin.

63) ya ew kesey çatre ke le tarîkî bej û derya, le řê şarezatan deka û her ewîşe ew bayane beřê deka ke mizgênî xêrubêrî ewyan pêye? axo hîç peristîwêkî wel xwa heye? xwa zor lewey beriztire ke deykene şerîkî ew.

64) ya ew kesey çatre ke bûnewer wedî dênêt û le dwayîda deybatewe? edî kêye le asman û zemînewe bijîwtan bo beřê deka? axo hîç peristîwêkî wel xwa heye? sa eger pêw waye řastin, bełgey xotan nîşan biden.

65) bêje: ewane wa le asmanekan û zemînda hen - le xwa beder - leber pêwar bê xeberin. hestîş naken zîndû dekirênewe.

66) zanistekeyan biř naka seła řabê, dûdiłn debê yan nabê? em çawî dîneyan nîye.

67) xudanenasekan wityan: axo wextê ême û bab û bapîranman bûyne xołêk [be zîndûyî le goř] demanhênne derê?

68) ew bełêney bemey deden, lewepêşîş be bab û kałn dirawe; emane giş çîrokî pêşînekanin.

69) bêje: geştê bem serzemîneda biken, ta bibînin serencamî tawanbaran be kwê geywe.

70) xemyan mexwe û leber gizîkarî ewan diłteng mebe!

71) êjin: desa eger řastin, em bełênew key dête cê?

72) bêje: řenge ew bełêney - ke êwe peley lê deken - zor lêtanewe nizîk bê.

73) perwerindet çakey zorî beser ew xełkewe heye; bełam zorbeyan naşkurin.

74) perwerindet le her şitê le diłyanda û nihênye û le her şitê deydirkênin, agadare.

75) her pêwarê le ’asmanan û zemîndaye - giş le giştî - le kitêbêkî řûn kereweda nûsrawe.

76) ew qur’ane bo toremey îsra’îlê - lemeř zorbey ew şitane ke leseryan herayane - qise deka.

77) bê so bo xawen baweřan, řêşander û bezeyye.

78) bêgumane perwerindet beranber be fermanî xoy, be nêw ewane řadega. koł neder û here zanaş her xoyetî.

79) desa xot be xwa bispêre; beřastî to wa leser ḧeqî aşkiray.

80) bangewazit bo ewaney ke řû le to werdegêřn, wek eweye mirdûy gořistan bidwênî; yan be gwêy keřda bixiwênî; ke le wizey toda nîye.

81) to natkirê kwêran le gumřayyekeyan řizgar key û byanxeye ser řasteřêye. to her detwanî dengî xot be ewane bigeyenî ke be nîşananî ême bebřiwan û milkeçî fermanî xudan.

82) her demêkîş bełên [man] boyan hate cê, deḧbayekyan lem zemîne bo derdexeyn, ke degłyan qise deka [û pêyan êjê:] merdim be dił nîşanekanî êmeyan nedeselmand.

83) ewê řojê me le naw her tîreyekda, taqmêk lew kesane wa baweřyan be nîşananman nedehêna ko dekeyn û , ca ew kate řîz dekirên û beřê dekirên.

84) heta degene berewe, êjê: êwe nîşanekanî êmetan - bê ewe çîyan lê bizanin - be diro zanî? řastî êwe çîtan dekird?

85) her be sizay ewe ke naheqîykar bûn, weber bełêneke kewtin, her miteqîşyan lê naye.

86) bo ewane neyan dedî ême şewman dahênawe, ewanî têda weḧesên; řojîş hemû şit bibînin? lemeşda zor nîşane hen bo ewaney biřwa dênin.

87) ewê řojê dekełeşax demêndirê, her kes le ’asmanekan û zemîndaye - gila - tirsyan řê denîşê û be zelîlî dêne ber baregay xuda; megîn kesê ke ber meylî xuda kewê.

88) kêwîşt wa dêne berçaw, ke he rinabzûn; keçî wek řewînewey hewr deřewnewe. emeş kirî xudayêke hemû şitî zor be çakî çê kirduwe. her ewîşe le kirdetan şarezaye.

89) her kesê çakeyek bika, lew çatrî dêtewe řê û leme tirsî ewê řojê arxeyanin.

90) her kesêkîş karî xirapî lê řû da, lepewřû dexrête agir. axo zyatir le qerebûy kareketan azarû bo debřêtewe?

91) be min her ferman dirawe ke xudanî em bajêře - ke bo xoy řêzî lê nawe - biperistim. hemû şitêkîş lewřaye û fermanîşim pêdrawe le řêzey musułmanan bim;

92) herwa, quř’anîş bixiwênim. ca kê şarezay řêge bû, her be qazancî xoyetî û her keş le řêge kila bû, bêje: min her yekêkim le tirsêneran.

93) bêje: supas bo xudaye û bem zuwane ew nîşanekanî xoytan nîşan deda û deyannasin. perwerindet agadarî hemû kirdeweyektane.