24- nûr

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 13 minutes  916 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) sûřetêke nardûmanete xwarewe û [mebestekanman] kirdote erkî pêwîst; çen nîşaney aşkiraşman têda nardote xwarewe, beşkêkû pend [y pê] bigirin.

2) eger êwe baweřîtan be xwa û řojî seła heye, dawênpîsanî mêr û jin - heryekeyan - be lêdanî sed tazyane temê ken. le ayînî ser be xuda, bezeyî hatin bê cêye. ba çend kesîş lewaney xawen baweřn, lew lêdane agadar bin.

3) mêrî dawênpîs her debê jinî dawên teř bixiwazê; yan jinî bitperist bê. jinî dawên teřîş herwa: yan mêrd be dawênpîs bika, yan mêrî bitperist bê û le bo xawen baweřanîş em kare berbest kirawe.

4) ew kesaneş ke buxtanê bo jinî dawên pak deken, çwar şayetîş nahênin, heşta şelaqyan lê biden. hergîz nabê be şayetîyan qibûł biken; ewanen ke le řêy xuda layan dawe.

5) megîn ewî paş em kare pejîwanî derdebiřn û akarî xoyan çak deken. dyarîşe ke xwa lê burdey dilovane.

6) ew kesaneş ke buxtanî dawênteřî be jinanî xo deken û ẍeyrî xoyan çen şayetî [tiryan] nîye, her kamêkyan debê çwar car xuday lê be şayet bigrê ke lem bare diro naka.

7) ba bo carî pêncem bêjê: eger em qisem diroye, ber nefrînî xuda kewm.

8) jinekeş le azar danê řizgar debê, ke ewîş heta çwar keřet xwa be şayet bênêtewe ke mêrdekey diro deka.

9) ba bo carî pêncemîn bêjê: eger qisey kabra řast bê, ber ẍezebî xuda kewm.

10) eger çake û dilovanî û lekarzanî û tobepezêrî xudatan nebûbaye, [êwe çitan beser dehat?].

11) ewaney ew buxtaneyan hełbestibû, desteyek her le xotan bûn. pêtan wanebê bo êwe xirap debê, bełkû qazance bo êwe û herkêş lewan çend lem tawane beşdare, tawanî le ser nûsrawe. ew keseş ke beşî zorî ew gunahey we’esto girt, cezrebey dijwarî heye.

12) jin û pyagî xawen baweř, boçî herga em dengoye û be gwê geyşit, be çakyan lêk nedayewe bo xoyan û neyangut ke aşkiraye eme diroy hełbesteye.

13) edî boçî çwarşayetyan bo nehêna? ke her şayetyan nehênan; ewane belay xudawe diroznin.

14) eger xuda bezeyî pêtanda nehatba û çakey derbare nekirdiban, êwe le dinya û qyametê leser diroye saztan kird - sûr bizanin - azarêkî yekcar gewretan tûş debû.

15) katê le yektan debîst û hîçîşû lê nedezanî, her bedemûda dehat û be zimanû detanqoztewe û latan wabû zor hasane; ke em kare licem xuda zor gewre bû.

16) boçî wextê ewetan bîst, netangut ke: ême çîman beser em qisane dawe; pakî wibê ’eybî bo toye; eme tometî gewreye.

17) xuda nisîḧetû deka; eger biřwatan pêy heye, carêkî tir buxtanî wa hełnebestin.

18) xuda nîşanekanî xoy bo êwe řûn dekatewe; xuda zanay lekarzane.

19) ew kesaney ḧezê deken basî karî bê namûsî le naw baweřdarekanda bibête qaw, le dinya û le qyametîşa cezrebey bejanyan debê û xwa deyzanê û êwe agatan lê nîye.

20) eger çake û bezeyî xuda û mîhrewanî û dilovanî ewtan neba, [dyare tûşî azar debûn].

21) ey gelî xawen baweřan! medene ser şopî şeytan. her kesê gav lecê gavî şeytan danê, ba bizanê şeytan her ferman be karî naşîrîn û kirêt deda. eger çake û bezeyî xudaw leser neba, hîç kesêktan hergîz pak nedebûnewe; bełam xuda - le her kesêkî ḧez bika - gemarî leser ladeba û xuda bîser û zanaye.

22) ba ewaney le nawtanda dewłemendin, swêndê nexon ke xizman û hejaran û awarekanî řay xuda bê beş deken. biła çawyan lê bipoşin û le hełekanyan bibûrin; meger êwe ḧez naken xwa le gunahanû bibûrê? xuda le guna debûrê û dilovane.

23) ew kesaney bo jinanî baweřdarî dawênpakî dûre aga [serbexo] buxtan řêk dexen, le dinyaş û le sełaşa, ber neḧletin; cezrebeşyan zor dijware.

24) řojê debê ke ziman û dest û payan, leser her karê deyankird debne şayet.

25) ewê řojê çî lyan deweşêtewe, xuda degełyanî deka. sa dezanin xuda heqî aşkiraye.

26) kê napakin bo napakan. ya pakîşin bo pakanin. emane dûrin lewaney qiseyan bo hełbibestin; [xuda] ewaney bexşîwe û bijîwî başyan dedatê.

27) ey gelî xawen baweřan! cya lewe małî xotan bê, ser be hîç małanda meken heta îznê nexwazin û siław bo xełkekey danexen. eme bo êwe baştire û şayet pendî lê werbigrin.

28) eger kesû têda nedît, meçne jûrê ta xawenî îznû deda. eger gutîşyan: wegeřên, pêwîste bigeřênewe. eme bo êwe baştire. xuda le her karê deyken agadare.

29) hîç serkonew leser nîye biçne małêk ke hîç kesî têda nîye û kel pelî êwey têdaye. herçî êwe deyşêrnewe û xoyay deken xwa deyzanê.

30) to be baweřdaran bêje; çaw daxen û şûreyî xo biparêzin. eme bo ewan baştire û xudaş agay le hemû akaryan heye.

31) be jinanî baweřdarîş bêje ba çawyan daxen û şermî xoyan biparêzin û xişłî xoyan weder nexen; megîn ewaney le derên. ba serpoşyan ta ser pêsîr dabpoşê û xemłî xoyan nîşan neden, megîn be mêrd, yan baboyan, ya xezuryan, yan firzendî nêrî xoyan, yan ziřkuřyan, yan bira, yan birazayan, yan kuřanî xuşkekanyan, yan jinanî hawbaweřyan, yan ew nêrî xułamyanin, yan ew pyawî serbewanin û her nyazyan be jin nîye, yan mindałanî negeywine ew temeney wazyan biçête mêwîne. paşyan be zewîda neden, ke bizanrê çon xişłêkyan weşarduwe. hemû latan bigeřênewe lay xuda, ey gelî xawen baweřan! beşkû giştû řizgar bibin.

32) mêwîney bê mêrdî xotan be şû biden. ’ebid û kenîzî hêjaştan bizewcênin. eger le hejaranîş bin, xuda be diławayî xoy hemû la bê nyaz deka. bexşînî xuda herawe û agadare.

33) ba ewaney twanay zemawendyan nîye, xořa bigirin heta xuda - le çakey xoy - deruwêkyan lê dekatewe [û karekeyan meyser deka]. ewaneş małî êwen û deyanewê pisûleyan bo binûsrê, eger xêrêktan têda dîn, ba pisûlew le nawda bê û şitêkîşyan lew małey xuda pêy dawin, pê bibexşin. neçin kenîzekanîştan - ke gerekyane pak bijîn - naçar biken xo bifroşin; her heta małî dinyatan wedes kewê. her kesîş naçaryan ka, xuda paş naçar kirdinyan, gunabexiş û dilovane.

34) ewa ême çend nîşaney nîşanderman bo êwe nard, wêřay çendîn serguřuştey řabirduwekanî pêş êwe û pendêkîş bo parêzgaran.

35) xwa řûnakî asmanekan û zemîne. řûnakî ew wek taqêke çiray têda hełkira bê, çirake le camêkda bê, cameke wek estêreyek tirûskey bê û makî çira le zeytûnêkî mimbarek des kewtibê; ke darekey ne hemîşe berew řoje û ne hemîşe le nizare. to êjî řonî çirake - be bê agir tixûn kewtin - tîşk deda; řûnakî le ban řûnakî. xuda her kesê ḧez bika, řûnakî xoy nîşan deda. xuda bo merdim nezîlan dênêtewe. xwa be hemû şit dezanê.

36) le naw małanêkda xuda îznî dawe, ke destî řêzyan leser bê û nawî ewyan tya bibrê, hemû beyanî û êwaran her pesnî pakî ew deden:

37) pyawanê ke ne bazirganî ne sewda, yadî xuda û nwêj kirdin û zekat danyan, le bîr naba; tirsî ew řojeyan heye, ke lewêda dił û çaw giş werdeçerxên.

38) bo ewey xwa le barteqay kirdeweyan baştir padaşyan bidatê û be çakey xoy lêşyan zyad ka. xuda her kesê ḧez bika, be bê hejmar řozî deda.

39) ewaney xudanenas bûn, kirdeweyan wek ew tirawîlke waye ke le byawanda heye. tînû wa dezanê awe û ke deygatê, ewsa dezanê hîç nîye. bełam xuda le nizîkî xoy debînê û ḧîsabî enête mistî. xwa zû be ḧîsab řadega.

40) yan wek le tarîkistanê, le zeryayekî bêpeyda, pêl leser pêl day poşin û le lay jûrûşî hewr bê; tarîkayî û herga destî xoy derbixa, lewaneye her neybînê. her kesêkî xwa řûnakî nîşan neda, hîç řûnakayî şik naba.

41) to net dîwe ke her şitê le asmanan û zemîndan, ew melaneş ke le ḧewa lenger degirin, pesnî pakî xuda deden? giştyan niza û pesnî xoyan dezanin û xwa le karyan agadare.

42) mułkayetî ’asmanan û zemînîş her hî xudaye û geřaneweş bo lay xudas.

43) eto net dîwe xuda hewrêk le serexo de’ajwê; paşan çend parçey lêk deda û deyanka be hewrêkî piř? ewsa to debînî diłopey baranî lê dête der; [her xudaşe] lew ḧewaye û lew kêwane - ke lewêdan - teyrokan dadebarênê; her kesê ew meylî lê bê, berî deda û kêş ḧez ka berî nakewê; birûskekey lewaneye soma le çawan biřfênê.

44) aługořî şew û řojan xuda deyka. ke lemeşda pendêk heye bo her kê xawen aweze.

45) xuda hemû canewerî her le aw berhem hênawe. heye zigexşikê deka û, heye leser dû pê deřwa û heye leser çwar pelane. xwa her şitê ḧezê bika sazî eda. xuda beser hemû şitda twanay heye.

46) dyare ême çen nîşaney nîşanderman narde xwarê. xuda her kesêkî ḧez ka, şarezay řasteřêy deka.

47) eşłên: ême baweřîman be xwa û pêẍember hênawe û ber fermanîn. le dway emeş biřêkyan řo werdegêřn; ewane her biřwadar nîn.

48) hergayekîş berew xuda û řaspardey bangyan deken, ke xoy be karyan řabga; keçî desteyekyan her xoy lê debwêrin.

49) eger le qazancî wan bê, dêne lay û dey selmênin.

50) axo emane deẍezyan le diłdaye, yan detirsin xuda û pêẍemberî xuda naheqîyekyan lê biken? na, ewan xoyan naheqin.

51) bełam ewî baweřdarin, her katê bang dekirên ke bên berew xuda û řaspardey, heta be karyan řabga; gurcê dełên: bîstiman û ber fermanîn. ewane dyare řizgarin.

52) her kesêkî ber fermanî xuda û pêẍemberekey bê û tirs û şermî le xwa hebê, ewan birdûyanetewe.

53) be swêndan řeş bûnetewe, ke: be xuda, herga fermanyan pê bidey biçne xeza, xo nagirin. bêje: hîç swêndî pê nawê; fermanberdarêkî xas bin. her karêkî êwe deyken, xwa deyzanê.

54) bêje: ber fermanî xuda û ber fermanî pêẍember bin. ca ke her xoşyan wepaş da, ew her erkî xoy leserew êweş erkî xotan heye. xo eger be qisey ew biken, şarezayyeke bo xotan. pêẍemberîş le řageyandin bewlawe hîçî tirî leser nîye.

55) xwa bewaney le êwe biřwayan heye û akarçakin, bełênî da: lem zemîne deyankate cêgenşîn; her wekû çon ewaney ber lewanî kirde cênşîn. dînekeşyan - ke xoy pesnidî kirduwe - her boyan dademezrênê û tirsekeşyan bo dekate diłnyayî [ta] tenya min biperistin; hîç şitêkîş be şerîkî min nezanin. her kesêkîş leme bewla sipłeyî bikate pîşe, le řêzey ser çewtekane.

56) nwêjeketanîş bixiwênin û zekat ben û berfermanî pêẍemberbin; beşkû ber bezey xwakewn.

57) wamezanin ewkesaney xwanenasan, detwanin lem zemîne ledestin řaken; cêgey ewane agirew ser’encamyan zorxirape.

58) ey gelî xawen baweřan! ba ewaney xułam û kenîzî êwen, ew kesaneş le êwe ke bilûq nebûn, sê car îznû lê bixiwazin: le pêş nwêjî beyanî û nîmeřoyan, katê şimekan dadenên û le paş nwêjî xewtinanîş; ke em sê kate wextî tenyayî êwes. le paş ewe, ne bo êwe qeydê deka, ne bo ewan, ke be dewrubertanda bên; êwe pêkewe têkełn. a bem core xuda nîşanekanî xoy bo êwe aşkira deka. xuda zanay lekarzane.

59) her katê mindałekanû bilûqyan bû - ewîş wek ewanî berê - gereke îzin bixiwazin. a bem core xuda nîşanekanî xoy bo êwe aşkira deka. xuda zanay lekarzane.

60) ew jinaney wextî şûyan beser çuwe, hîç tawanyan leser nîye ke serpoş leser fiřê den; bełam nabê xişłî xoyan nîşan biden. bo ewan weha baştire pak û şermêwin bimênin. xuda ejnewê û zanaye.

61) şel û kwêran, leş bebar û binawbiwêran, xudî xoştan, hîç tawanû leser nîye le mał xotan yan bawkantan, yan daykantan, yan le małî birayantan, yan małî serbe xuşkanû, ya małî ap û pilkanû, yan le małanî xałanû, yan mîmanû, yan ew małey kilîlekey lay êweye, yan le małî dostî çakû, xwardin bixon. hîç gunahîştan nagatê hemûtan pêkewe bixon; yan her kes be tenya bixiwa. hergaş deçne małanewe, siłamî yektirî biken; siłamêkî pak û pîroz le lay xwawe. a bem core xuda nîşanekanî xoy bo êwe řûn dekatewe, şayeta êwe têbgen.

62) baweřdar her ew kesanen ke baweřyan be xwa û pêẍemberî hêna û her katêkî bo karêkî be komeł řegełî kewn, la nakewn, heta îznî lê dexwazin. ew kesane lêt dexwazin îznyan bidey, ew kesanen ke baweřyan be xuda û pêẍemberekey hawirduwe. herga bo karêkî xoyan hatin îzinit lê bixiwazin, her kamêkyan îzin dedey, keyfî xote û boyan le xwa daway lê bûrdinê bike. ke xuda le guna debûrê û dilovane.

63) gazî le pêẍember kirdin wek gazî kirdin le xotan ḧesêb meken. her kesîş xoy pena deda û pê dizey derbaz bûnyetî, xwa deyzanê. ba ewaney ke xoyan le fermanî ew dedzinewe, tirsyan hebê ke bełayekyan beser bê; yan weber cezrebeyekî bejan kewn.

64) baş bizanin, herçî le naw ’asmanan û zewîdaye, bo xudaye. xuda hem le êstey êwe û hem lew řojeş ke debrênewe bo lay ew, agadare. ewsaş agadaryan deka lew şitey wakirdûyane û xuda hemû şit dezanê.