23- mu’mînûn

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 11 minutes  772 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) bê gumane baweřdaran, řizgaranin.

2) ew kesaney le nwêjanda xoyan begewre nazanin;

3) ewaneş ke le qisey pûç dûrî deken;

4) ewaneş ke zekat deden;

5) her ewaneş ke şermî xo deparêzin;

6) megîn le hawserî xoyan, yan ewî miłkî xoyanin; ke nabê serko nebkirên.

7) herkêş cya lemaney buwê, ew le endaze ladere.

8) ewaneş [le řizgaranin] ke amanet û bełênyan deparêzin;

9) ewaneş ke leser nojxondinê sûrin;

10) emane giştyan beşberin.

11) ew kesaney ke beşberî beheştin û taheta her tya debin.

12) êmeyn miron le quřêkî xoşkiraw dirust kirduwe.

13) ewsa kirdimane tinokêk, le binkeyekî pitewda.

14) paşan her lew tinokewe, xwênî pindirman pêk hêna û lew xwênewe pile goştêkman saz kird û ewsa le pile goşteke hestîn çê kird; hestîyekeşman xiste naw poşenê le goşt. le paşana kirmane çê kirawêkî tir. desřengînî her bo xwaye; ke hîç westaye pêy naga.

15) le akamda tûşî mirdin debin.

16) řojî sełaş serlenwê zîndû debnewe.

17) êmeyn ke em ḧewt nihomen le jûr êweřa pêk hêna û le herçî dirustî dekeyn agadarîn.

18) lew ḧewaye be endaze awman [botan] dabarand û cêgeman le zemîn pêda û her êmeşîn ke detwanîn le beyn berîn.

19) sa bew awe her bo êwe baẍatêkman le darxurma û le řezan berhem hênawe, zor mîwecatû dedatê û lêyan dexon.

20) darêkîş her [le songey ew] le tûrî sînaye deřwê, ke řonê berhem dênêt û pêxorîşe bo xorayan.

21) dyare wiłsatîş bo êwe her dersêke: lewey ke wa le derunyandaye, pêtan denoşênîn. لێان dexon û zorîş behreyan bowheye.

22) leseryan û leser gemî hełdegîrên.

23) herweha nûḧîşman narde lay hozekey. gutî: gelo! tenya xuda biperistin; beẍeyrez ew hîç şit bo peristin naşê; desa bo hîç tirsû nîye?

24) giregrey hozekey ew - ke xudayan nedenasî - gutyan: eme her binyademe xomanes; nyazî waye xotan beserda zał bika. ger xuda meylî lê buwaye, firiştêkî denarde xwar; ême le bab û kałanîş şitî waman nebîstuwe.

25) em pyawe dyare lêweye, ta maweyek wa başe çawêrî bikirê.

26) gutî: ey perwerindey xom! wa be diroznim dezanin, her bo xot dehanam were.

27) îtir xoman têman geyand, ke: le jêr çawedêrî û fermanî ême, gemye saz de. ca katê fermanman hat û aw le tendûrda zayewe; le her cisney cûteyekî bixe nawî. wêřay xêzanekey xoşt; megîn ewî biřyarî leser dirawe û lemeř ewanem medwêne ke naheqîyan kirduwe; çunke le xinkawekanin.

28) herga xot û hawřêkanit leser gemyeke cêtan girt, bêje: supas bo xudayê ke le kêşey naheqan řizgarî kirdîn.

29) bişłê: ey perwerindey xom! le şwênêkî be pîtim dabbezêne û; to le hemû mîwandaran baştir mîwan bexêw dekey.

30) lemeşda çend nîşane bûn. dyare êmeş wîstiman be taqî keynewe.

31) le paş ewan çînê tirman bedî hêna.

32) her le xoyan pêẍemberêkman bo nardin, ke: tenya xwa biperistin; kesî tirî watan nîye ke bo peristin hêja bê. mer natirsin?

33) pyawmaqûłanî hozekey - ke xudayan nedenasî û dîdarî řojî sełayan pê diro bû; le jînî ser dinyayeşda xoşguzeranîn pêda bûn - gutyan: eme miroyekî le xotane û bo wexwardin û xwardinîş wek xotane.

34) eger weşwên miroyê wek xotan kewn, lêtan řûn bê zyanbarin.

35) çon detwanê bełên bida, herga mirdin û laşetan bû be xoł û çend pêşeyek, serlenwê zîndû debnewe?

36) ba waş biłê çon awez qibûłî deka?

37) jîn lewe pitir nîye, leser dinyaye hemane. ême her demrîn û dejîn; [her ke mirdîn] taze zîndû nabînewe.

38) em kawraye peyda buwe diro be naw xwawe deka; êmeş baweřî pê nakeyn.

39) gutî: ey perwerindey min! wa be diroznim dezanin, her bo xot dehanam were.

40) gutî: her zor bezuwêkî zû, yane peşîman debnewe.

41) ewsa - wek hêjay xoyan bû - narete dayanî girt û wekû awmałkin lêkirdin. naheqan terit û tuna bin!

42) le paş ewan çend berey tirman pêk hêna.

43) her komełê le binyadem - ke dête wextî mirdinyan - ne wepêş dexrên ne wepaş.

44) bo her komełêk lewane pêẍemberman beřê kirdûn, ke baweřyan pê nekirdûn; be şwên yeka be derdêkî waman birdûn ke be çîrok byangêřnewe. ba dûrkewn ewaney biřwa nahênin.

45) le paş ewan, mûsa û hařûnî birayman wêřay nîşanekanman û bełgeyekî aşkira nard,

46) bo lay fîr’ewn û serzilanî hozekey; [bełam] xoyan be zil zanî û komełêkî be de’ye bûn.

47) gutyan: ca çon be dû miroy weke xon biřwa dekeyn û hozekeyan [be giştî] koyley xomanin?

48) her be diroznyan zanîn û bû be mayey le naw çûnyan.

49) kitêbîşman da be mûsa, beşkêkim şareza bibin.

50) kuřî miryem û daykîşî le êmewe kiran be nîşaneyek û lay girdêk daman mezrandin; ke cê ḧesanewe û kanyawêkî lê bû.

51) ey komełî pêẍemberan! bijîwî pakij bixon û akarçak bin; le her karê êwe deyken agadarim.

52) dyare eme dînî weye û her dînêkî yekparçeye û emin perwerênî êwem; sa her le xom tirsû hebê.

53) dînekeyan le naw xoda letupar kird. her komełêkîş lewane, bew pişkey êsta heyane, diłî xoşe.

54) lêyan geřê ta maweyek le zelkawî nezanî xoda řobçin.

55) axo ewan pêyan waye ke ême be mał û kuřan yarmetîyan dedeyn, her bo eweye ke:

56) pelemane le çake degeł kirdinyan? nexêr, emane nezanin.

57) ewane ke le tirsî perwerindeyan tûşî lêwelerzê debin,

58) ewaneş ke be hemû nîşanekanî perwerênyan baweř deken,

59) ewaneş ke hîç şerîkê peyda naken bo perwerindekey xoyan,

60) ewaneş ke heçî le řay xuda dawyane, her deyden; keçî le samî geřaneweyan bo lay perwerênyan, diłekuteyan tûş debê;

61) ewanen ke le çakeda lez deken û bo akarî çak le pêşin.

62) erkî pitir le twana naxeyne ser kes. kitêbêkîşman lelaye, herçî dewêdaye řaste û hîç naheqîyan lê nakirê.

63) bełam eman diłyan agay leme nîye û xicłî kargelî tirin.

64) ta ew demey ke xoşguzeranekanyan giriftarî azar dekeyn; lepiř dest deken be hawar.

65) emřo îtir hawar û dadî pê nawê; ême defryatan nayeyn.

66) nîşanekanî êmetan beserda dexwêndirayewe, hemûtan pê dizetan bû.

67) xotan zor bezil dezanî û leşewnşînî xotanda, hateran paterantan bû.

68) axo ewan lem witeye řanemawin, yan ewî bo wan hatuwe, bo bab û kałî pêşûyan nehatbû.

69) yan pêẍemberekey xoyan nenasîbû, ke wa ḧaşayan lêdekird?

70) yan debêjin: cin destî lê weşanduwe. nexêr, ke ew řastî bo ewan hênawe; keçî zorbeyan xoşyan le řastî naye.

71) eger řastî şwên arezûy wan kewtiba, bê gumane asmanekan û zemîn û herçî denaw ewandaye, xira debûn. bełkû ême amojgarîman bo nardin; ewan le amojgarî xo deteknewe.

72) yan to mizit lewan dewê? xo mizî perwerindey xot zor baştire û baştirîn řozî der ewe.

73) to her gerekte byanxeye ser řasteřê.

74) ew kesaneş ke baweřyan be řojî sełaye nîye, her le řasteřê la deden.

75) eger ber bezeyî xoşman bixistinaye û ew bełayeşman ladaye ke beseryanda hatuwe, ewane her be lasarî û sergerdanî demanewe.

76) tûşî azarîşman kirdin; keçî le ḧand perwerênyan ne le fîz dawezîn û ne milyan le pařanewe na.

77) ta ew katey be tundî cezrebeman dan; ewsa zanyan humêd nema.

78) ew kesêke çaw û dił û gwêy bo êwe qerar dawe. kem şukiranebjêrî dekin.

79) her ewîşe ke êwey lem zemîneda çê kirduwe û her lay ew ko dekirênewe.

80) her ewîşe jîn debexşê û deşmirênê; aługořî şew û řojîş be des ewe. dey axir ta key tênagen?

81) nexêr, ewîş wek emaney pêşû êjin.

82) êjin: axo er mirdîn û bûyne ax û êsk û pirûskêk, dîsan zîndû debînewe.

83) ême û bab û kałman - berê - em bełêneman pêdra; em qisane giş çîrokî pêşûnanin.

84) bêje: eger hîç dezanin, em zemînew herçî le nawîda heye, ser be kêye?

85) hemû dełên: ser be xwaye. bêje: hîç bîr nakenewe?

86) bêje: řahênerî ḧew ’asmanekan û řahênerî textî here mezin kêye?

87) êjin: giş deskarî xwaye. bêje: bo hîç tirsû nîye?

88) bêje: destełatî her şit be des kêye û er dezanin kêye, penay penabere û dijî ew pena nadrê?

89) êjin: eme her xudaye. bêje: dey çon dexełetên?

90) bełkû êmeyn ke řastîman bo hênawin û dyare ewan diroznin.

91) xwa hergîz řołey bo xo peyda nekird û hîç xêwîşî degeł nîye. dena ewsa her xêwê herçî xoy dirustî dekird, bo xoy debird û hêndêk be ser hêndêkanyanda zał debûn. ew be dûre lew şitaney ewan êjin.

92) ew le pîwar û aşkira agadare; beriztire lewey deykene şerîkî.

93) bêje: ey perwerênî min! eger ewey kewa biřyaryan pê dedrê her nîşanî minî dedey,

94) perwerindem! řegeł naheqanim mexe.

95) ême herçî bo ewanî biřyar dedeyn, detwanîn nîşantî bideyn.

96) to weramî xirape be çake bide; ême baştir dezanîn ewan çi êjin.

97) to bêje: ey perwerindem! hanam be to, le dinedanî şeytanan.

98) her hanaş debeme ber to; ke ewan dên belamewe.

99) [ewan herwan] ta katê ke mirdin dête ser yekêkyan, ewsa dełê: ey perwerindem! wem gêře.

100) beşkû ew akare çakey lêy neban bûm ewcar bîkem. nexêr, qise bo xoy deka; taze ta řojî qyametê lemperêkî zor gewreyan le pêşdaye û [geřaneweyan bo nîye].

101) hergayekîş dekełeşax demêndira, ne xizmayetî le nêwanyan demênê û ne kesyan le kes depirsê.

102) her kesêkî kêşaney girantirî bê, ew dyare le řêzî řizgarekane.

103) her kesêkîş le kêşane kemî hêna, ewane dořawekanin û le dojehda demênnewe.

104) dem û çawyan be agir hełdeprûzêt û lêwekanyan hełdeçirçê.

105) mer nîşananî metan beserda nedexwênrayewe û her be dirotan dejmardin?

106) êjin: ey perwerindeman! negbet biřistî biřîn û ême xełkêkî gumřa bûyn.

107) ey perwerindey gilaman! lêreman bihêne derê; eger emcarîş her wabûyn, dyare le naheqan debîn.

108) êjê: naşê min bidwênin, ta lewêşdan nabê her fizetan lê bê.

109) hêndêkîş le ’ebdekanim her deyangut: perwerênman! ême baweřîman hêna, toş bezeyît pêmanda bê û le gunahekanman bibûre; to le giş kes diłsoztirî.

110) êwe her gałtew pê dekird; heta ewan yadî minyan le bîrî êwe birdewe û êwe bewan pê dekenîn.

111) wa min emřo padaş ew xořagirtinem pê bexşîwin; ke her ewan řizgar debin.

112) pêyan êjê: çend sał le zemîn manewe?

113) êjin: ême her řojêk yan hêndêk le řojê maynewe; le ḧîsabgeran bipirse.

114) êjê: eger bûzanîba, kemêk nebê nemanewe.

115) axo êwe pêtan wabû be geme dirustin kirdûn, naşûhênnewe lay xoman?

116) payeberzî bo xudaye, ke paşay řasteqîneye; hîç peristîwêkîş bêjge le ew nîye; her xoyetî perwerênî textî hêja.

117) her kesêkîş - wêřay xuda - hana bo kesê tir berê û bełgeşî le desta nebê, perwerindey deykêşête pay ḧesab û ew pê nezanane hergîz řizgar nabin.

118) bêje: ey perwerindekem! to bim bexşe û bezeyît pêmda bêtewe, to çaktirîn dilovanî.