10- yûnus

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 18 minutes  905 views

we nawxuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, řa, eme çend nîşaneyekin le kitêbî lekarzanî û dûr le gořan.

2) axo merdim seyr mawin, pyawêkman her le naw xoyan řasparduwe ke: tirsê weber merdim nê û mijde bida bewaney xawen baweřn: piley berzyan le lay perwerênyan heye? xudanenasekan gutyan: em kabraye aşkiraye cadûgere.

3) perwerêntan xudayeke be şeş řojan em asmanane û zemîney çê kirduwe û ewsa le ser textî fermanřewayî xoy damezrawe û bekarubarî řadega. kê detwanê lay ew bibête tikakar, megîn bo xoy îznî bida? her ew xudaye perwerindey êweye; desa ’ebdayetî biken. axo êwe hîç bîrî lê nakenewe?

4) bełênî xuda diruste, êwe giştû berew ew degeřênewe. ew le pêşda de’afrênê û paşan deygeřênêtewe; ta ewaney baweřdarin û kirdewey řewayan buwe - bê cyawazî - padaşî xoyan bidatê; ewaneş ke xudanenas bûn - le sizay nasupasîda - awî zor germ wexon û cezrebey bejanyan debê.

5) ew xoyetî xorî kirde tîşkider û heyvî kirde tirîfedar û çend qonaẍî bo dyarî kird; ta hejmarî sałekan û ḧîsabtanî pê bizanin. xwa beřastî emaney wedî hênawe. bełgekan şî dekatewe bo ew kesaney ke zanan.

6) le hamuşoy şew û řoj û ewey ke lem ’asmanan û zemîneda afrandûnî, zor bełge hen bo ewaney le xwatirsin.

7) ew kesaney dîdarî êmeyan nawê û be jînî dinya řazîn û lew barewe xatircemin, ewaneş le bełgekanman hayan nîye,

8) le swêngey kirdewekanyan agir debête cêgeyan.

9) ew kesaneş ke bûne xawen baweř û akarçakin, be baweřey ke heyane xwa řêgeyan nîşan deda û deyanbate naw baẍatêk piř le xoşî û cobaryan be berda deřwa.

10) nizayan le beheştêda her emeye: xudaye! pakî bo toye û xoş û bêşyan her siławe. dwamîn nizayan her emes: sipas bo xway řahênerî giş dinyaye.

11) eger her wek merdim le xoşî belezin, xudaş bo zyan lêdanyan belez baye, dyare demêk bû nedeman. ême lewane waz dênîn ke ḧez be dîdarman naken; ba her le serkêşî xoyanda sergerdan bimênnewe.

12) miro eger bełayek pêsîrî degrê - le ser tenîşt ya be řakşan yan be pêwe - leberman depařêtewe. katê bełan leser ladan, weha deřwa her wek hîç leberman nepařabêtewe, bo bełayek tûşî buwe! a bem core kirdeweman bo ewaney hełeřon, řazandotewe.

13) gelêk bereman - le pêşûda - lebeyn bird; katê ke naheqyan kird. pêẍemberan be nîşananî dyarîyewe hatne layan, her baweřyan pê nehênan. ême awa tawanbaran siza dedeyn.

14) le paş ewan êweman lem serzemîne cênşîn kird; ke bibînîn kirdewey êwe çon debê.

15) katê bełge aşkirakanî êmeyan beserda dexwênrêtewe, ew kesaney be awatî çawpêkewtinî ême nîn, dełên: qur’anêkî tirman - beẍeyrez eme - bo bêre, yan bîgoře. bêje: le wizemda nîye ke le xomewe bîgořim. min herçî le xwawe bom bê, her lewe peyřewî dekem; eger emin le fermanî perwerindey xom derbiçim tirsim heye le cezrebey řoja mezin.

16) bêje: ger xwa bîwîstaye, botanim nedexwêndewe û her fêrîşî nedekirdin. min berleweş temenêkim le naw êweda řabward, dey sa çone ke tênagen?

17) kê lewe naheqtire diro bo xwa hełdebestê, yan nîşanekanî xuday be diro zanî? bêgumane tawanbaran řizgar nabin.

18) ẍeyrez xuda şitanê wa deperistin, ne zyanêkyan lê deden ne behreyan boyan heye; deşłên emane lay xuda boman debin be tikakar. bêje: axo gerektane xwa le şitêk agadar biken ke le naw asmanekan û zemînda pêy nezanîwin? xuda pake û beriztire lew şitaney ewan deyken be şerîkî.

19) hemû miro, yek tîre bûn; paşan lêk cyabûnewe. ger le pêşda giftî perwerindet neba, ewey ke mayey kêşeye le nawyanda, êste yekała kirabû.

20) deşłên: boçî perciwêkî le lay perwerindeyewe bo nehatote xwarewe? bêje: zanistî nedyarî bo xudaye. desa êwe çawenoř bin, ewa minîş degeł êwe le rêzey çawenwařanim.

21) herga le paş zyan dîtin - ke ew merdime tûşî dên - le êmewe tamî bezeyî deçêjin, belay ewan le nîşananî êmeda gizî heye. bêje: xuda leser gizî beleztire û her gizeyekî êwe deyken, espardekanman deynûsin.

22) her xoyetî le naw derya û leser beja detangêřê. herga le naw keştî dan û be bay leber tevgeřyane, pêy diłxoşin; ta bay zor betund hełdeka û le giş lawe pêlyan bo dê û baş dezanin ke hemû dewryan gîrawe; bewpeřî biřway pakewe le xuda depařênewe: ger to lememan řizgar key, le sipasguzaran debîn.

23) herga xuda necatî dan - be naheqî - leser zewî yaẍî debin. xełkîne! em naheqîyane her zyanî bo xotane û bo xoşî jyan le dinyaye; paşan dênewe lay ême û ewsa agadartan dekeyn ke çû dekerd.

24) hełbet jyanî ew dinyaye her wekû ew awe waye ke le ḧewa deybarênîn û řuwekî curawcorî em serzemîney pê deřwê; ew şitaney ke mirov û ajeł deyxon. ta ew katey zemîn řengawřeng debêt û xo cwan deka û xêwî zewî layan waye le destełatî wandaye. heta katê fermanî êmey dête ser - ca be şew yan le řojêda - awa wekû direwkirawî lê dekeyn, her wek dwênê her nebûbê! ême awa nîşanan şî dekeynewe bo waney bîr dekenewe.

25) xuda bo małî hêmnî gazî deka û her kesê ew xoy ḧez bika, řêgey řastî nîşan deda.

26) bo ewaney çake deken, çakey dekeyn û zyatrîş; tozî řeş û sûkayetî nanîşête ser řuxsaryan. ewane beheştîyekanin; tahetaye tya debin.

27) ew kesaneş karî xirapyan kirduwe, sizayan xirapeyekî wekû ewe û sûkayetîyş serbaryane û kes le xwayan naparêzê; êjî řûyan çend betłêk letarîkeşew daypoşîwin. emane yarî agirin; ta hetaye tyadebin.

28) lew řojeda ke hemuwan ko dekeynewe, paşan bew kesane êjîn ke, şerîkyan bo xwa zanî: êwe degeł şerîkanû le cê mebzûn! ewsa lêkyan hełdawêrîn. şerîkekan deyandiwênin: êwe hergîz êmetan neperistuwe.

29) le nêwan ême û êweda xudaman şayet bê bese; ême hîç agan lê nebuwe ke êwe peristûtanîn.

30) her lew cêye hemû kesêk be ezmûna têdepeřê; her karêkî ke le pêşda kirdûyetî dêtewe řû. deyanbeynewe lay xuday gewrey beřastî hemûyan; her diroy hełyan bestibû befîřo çû.

31) bêje: kêye le asman û zemînewe řozîw deda? yan xawenî em gwê û çawanetan kêye? çi kesêkîş zîndû le mirdû derdexa. mirdû le zîndû derdênê û kêye be karan řadega? zû êjin: xwa. bêje: dey bo lêy natirsin?

32) bełê, her xwa perwerindey řastîtane; le paş řastî çi heye ẍeyrez gumřayî? dey çon le řastî ladedrên?!

33) a bem core witarî perwerindey to le ser leřê laderekan weřast geřa; ke ewan biřwa nahênin.

34) bêje: axo le naw ew şerîkanewda î wa heye ke le nwê şitêk çê bika û le paşan zîndûy katewe? bêje: xuda pêşû bûnewer çê deka û dwayeş zîndûy dekatewe. dey çon le řastî ladedrên?

35) bêje: axo le naw ew şerîkanewda î wa heye, ke řêberî řasteřê bê? bêje: xuda berew řast şareza deka. desa kesêk ke řêberî řasteřêye, hêjatre şwênî kewn, yan kesêkî bo xoy be řêge nazanê, megîn řêgey pê nîşan den? çîtane, çon pê řadegen?

36) zorîneyan her le şwên xeyał wêł debin; xo xeyałîş le ḧand řastî çi nahênê. xuda le akarekanyan agadare.

37) naguncê em qur’ane hî xuda nebê û hełbestirabê. em qur’ane baweř deka bew kitêbey kewa le pêşda hatuwe û êsta leberdestî daye û řoşnîşî dekatewe; hîç gumanî têda nîye lelayen perwerênî giş cîhan řaye.

38) ya êjin: xoy hełîbestuwe. bêje: ger beřastîtane xotan û her kesêkî tir - ke detwanin ẍeyrez xuda gazî biken - taqe sûřetêkî wek em wedî bênin.

39) nexêr ewan şitêk be diro dezanin, ke hîçî lê tênegeyun û boşyan lêk nedrawetewe. ewaney pêş emaneş bûn, bew derde çûn. sa biřwane dwařojî naheqîkaran be kwê geyşit.

40) lewanîşda î wa heye biřway pêye û heşyane biřway pê nîye û perwerindet bedfeřan baştir denasê.

41) eger êjin: to diroyan dekey, bêje: akarî min serbemne û kirdey êwe serbexotan; êwe le karim terîkin û minîş terîkim lew karey êwe deyken.

42) le nawyanda î waş heye gwêt lêdegirin; axo eger hîç tênegen, to detwanî gwê nebîstan têbgeyenî?

43) têşyandaye lêt deřwanê; axo to gerekte - kwêran ke çawî dîtnyan nîye - şarezakey?

44) dyare xuda - be hîç awa - naheqî le merdim naka; bełam merdim naheqî le xoyan deken.

45) řojê koyan dekatewe - her wek tawêk le řojêka mabêtnewe - xo beyektir denasênin. bê gumane zyanbarin ew kesaney ke biřwayan be dîdarî xuda nebuwe û şarezay řêgeş nebûgin.

46) er ême hêndêk lemaney bełênman pêyan dawe, şanit bideyn, yan bo xoşt bibeynewe, ewan her dênewe laman; ewsa xuda şayete le ser akaryan.

47) her tîreyek le binyadem pêẍemberî xoyan hebû. katê pêẍemberekeyan hate nawyan, bê cyawazî karyan bo beřêweçuwe û hîç naheqyan lê nekirawe.

48) dełên: eger qisew řastin, key em bełêne be cê dê?

49) bêje: megîn xuda ḧez ka, dena min xom le qazanc û zyanî xoşim nazanim. her kesê le her tîreyek mewdayekî dyardey bo dyarî kirawe; eger mewdayan têpeřê, bo satêkîş dwa nakefin û pêş nakewn.

50) bêje: eger le şewêk yan řojêkda beław le xudawe bo bê, tawankar peley çî deken?

51) eger dwacar denaw bełay xuda kewtin - ke zor peletan bo dekird - ewsa biřwa be xuda dênin?

52) ewsa bewane debêjin ke benaheq cûłanewe: de biçêjin azarî lebnenehatû; axo cya bo karanêkî detankird, siza dedrên?

53) lêt depirsin: daxo řaste? bêje: bełê, swênd be perwerindekem tewaw řaste û natwanin leberî řaken.

54) herkê naheqî kirdibê, ger herçî le zemîndaye małî ewba, le barteqay xoya deyda. katêk çawyan be azar kewt, poşmanî xoyan weşêrin. be yeksanî be nawyanda řadegen û hîç naheqîyan lê nakirê.

55) baş bizanin herçî le naw ’asmanekan û zewîdan, giş hî xudan. lêştan řûn bê ke bełênî xuda řaste; bełam zorbeyan nazanin.

56) xoy jîn deda û gyan destênê û her berew xoy dewgêřnewe.

57) ey xełkîne! lelayen perwerindewřa amojgaryekû bo geyşit; çarey derdî diłanîşe û řêşandere û bezeyye bo baweřdaran.

58) bêje: lew çake û bezeyye - ke xwa derbarey êwey kird - keyf xoş bin; ke eme le her şitêkî wekoy deken hêjatre.

59) bêje: axo lew bijîwey ke xuda boy beřê kirdûn, nořîwtane? ke beřewa û nařewa dabeşûkirdin? bêje: xuda îznî pêdan yan bo xuday hełdebestin?

60) ew kesaney diro bo xuda hełdebestin, be gumanyan debê řojî qyamet çon bê? dyare xuda xawen çakeye bo merdim; bełam beşî here zoryan nasupasin.

61) eto le her barêkda bî û herçî le qur’an bixiwênî û her karêkî êwe bîken, ême lêtan agadarîn, katê xerîkî ew karen. herçî heye le zemîn û le ’asmana - ba le sengî mêrûley here wirdîleş yan wirtir yan diriştitir bê - hîçyan le perwerênî to pêwar nabê û wa le kitêbî dyarî derda.

62) ba têbgen ke ewaney dostî xudan, hîç tirsêkyan leser nîye û xemîş naxon.

63) ewaney xawen baweřn û xo legwanah deparêzin,

64) mijde bo wan ke le dinya û le qyametê giftî xuda gořanî beserda naye; emeye deskewtî mezin.

65) qiseyan xemgînit neka; hemû destełat be xwaye û her xoy bîser û zanaye.

66) ba bizanin herkê le naw asmanan û zemîndaye, bo xudaye. kesanêkîş ke hanayan- cige le xwa - debene ber şerîkanî, wedûy ewane nekewtûn; wedûy xeyałî xaw kewtûn û le guman netrazawin.

67) her xoyetî, şewî bo êwe hênawe ke têyda biḧesênewe û řûnakîşî da be řojê; ke lemeda bełge zorin bo ew kesaney ejnewn.

68) gutyan: xuda firzendî hełbijarduwe! xwa lew tometane pake û bê nyaze. hî xoyetî herçî le naw asmanan û zemîndaye û êwe hîç bełgetan bo em qise nîye; çon şitêkî ke nayzanin derbarey xuda debêjin?

69) biłê: ewî diro bo xwa hełdebsitin, řizgar nabin.

70) řabwardinêkî hindike le dinyaye; le dwayîda degeřênewe bo laman le paş ewe, le sizay ḧaşakirdinyan betundî azaryan dedeyn.

71) to beserhatekey nûḧyan bo wexwêne, ke wa be hozekey xoy gut: gelo! eger manewem û bîr hênanî nîşananî xwa le minřa law giran dê, min xom be xuda sipard û êweş degeł şerîkanû karî xotan bikene yek û karsazîyekî weha biken hîç dûdłî têda nebê. ewsa pelamarim den û mawem meden.

72) eger neşhatne ředaye, min daway hîç padaştêkim lê nekirdûn; padaşim le xudařaye. min fermanim pêdrawe milkeçî ber baregay bim.

73) her be diroznyan derêna, ewsa xoy û ewaney ke degełya bûn - le gemyeda - necatman dan û kirdimanin be cênşîn leser zemîn. ewaneşman wejêr aw xist ke nîşananî êmeyan baweř nekird. de biřwane ewaney tirsêndira bûn, çîyan beserhat.

74) le paş ewîş firyeman le pêẍemberan be nîşananî dyaryewe narde lay gelanî xoyan; bełam nehatne ser biřwa bew şitaney ke le konda biřwayan pê nehênabû. ême awa mor dexeyne serdiłî desdirêjkeran.

75) le paş ewan mûsa û hařûnman beřê kird wêřay nîşananî xoman, bo fîr’ewn û serzilekanî dîwanî. xoyan gelêk bezil zanî û tawankar bûn.

76) katê řastyan le lay êmewe pê geyşit, gutyan: eme her be aşkira caduwe.

77) mûsa gutî: wextê em řaste û pêgeywe, axo beme êjin cadû? ke cadûger řizgar nabin.

78) gutyan: axo her bo ewe hatîye laman, ke lewaney bab û kałman leserî bûn, werman gêřî û aẍayetî em zemîne bo êwe bê? bełam ême baweřîman pêtan nîye.

79) fîr’ewn gutî: hemû cadûgerekanî firezanim lê koweken.

80) ke cadûgerekan hatin, mûsa gutî: çîtan gereke bawêjin, bîhawêjin.

81) ke awîtyan, mûsa gutî: herçî êwe hawirdûtane caduwe û xwa lêtanî pûçeł deka. xuda karî xirapkaran řast nahênê.

82) xuda her weřast geřanî bełênekanî şan deda; ca ba tawanbarîş ḧezî lê neken.

83) beẍeyrez çend tazelawêk le hozekey, hîç kesî tir- le tirsî řik lê hestanî fîr’ewn û payeberzanî dîwanî ew- neyanwêra biřwaye be mûsa bênin. fîr’ewn lew serzemîneda cê berzêk û le řêzî hełeřoyan bû.

84) mûsa be hozekey xoy gut: gelo! eger baweřîtan be xwa heye û milkeçî fermanî ewn, sa piştû her bew bispêrin.

85) gutyan: xoman be xwa sipard. ey perwerindey hemûman! memanxere ber azar û bêgarî naheqîykaran.

86) le songey bezeyî xotřa, řizgarman ke, le komełî xwanenasan.

87) mûsaw birayman têgeyand, ke: êwe bo hozî xotan - le mîsirda - çend małêk biken be enwa û małantan biken be řuge û nwêj biken û mijde de be baweřdaran.

88) mûsa gutî: ey perwerindey gilaman! to le jînî dinyayeda mayey xemił û małî dinyatda be fîr’ewn û pyawanî dîwexanî. xudanê me! her ta řêgey to winda ken. xudanê me! małyan lê terit û tûna ke û diłyan pitir řeq û řeş ke biła baweřî nehênin; heta cezrebey bejan be çawî xoyan debînin.

89) gutî: nizatan qibûł bû, êwe le meydan dermeçin û mekewne şwên ew kesaney ke nezanin.

90) weçew berey îsřa’îlman le deryaye peřandewe. fîr’ewn û leşkirekeşî - bo naheqî û destidrêjî - şwênyan kewtin; ta ewsa ke hat bixênkê, gutî: min baweřîm hêna; hîç kes bo peristin naşê, megîn ewey ke toremey îsřa’îl baweřyan pêye; minîş le teslîm bûganim.

91) ca taze? toyek le pêşda yaẍî bûy û le řêzey xirapkaran bûy?

92) emřo laşt - be zirêtewe - řizgar dekeyn, ta bo waney le paşe to dên, pendêk bê; çunke zorî em merdime le nîşanekanî ême agadar nîn.

93) îtir ewsa ême berey îsřa’îlman le şwênêk xoş damezrand û řozî pak û çakman danê. heta zansityan hate la, kêşeyan lê peyda nebû; xudanî to řojî seła pê řadega ke leserçî kêşeyan bû.

94) ger to lewey boman nardûyete xwarê begumanî, sa bipirse lew kesaney berle to kitêbyan dexwênd. herçî le perwerindetřa bot hatuwe, bê şik řaste û le řêzey dûdłan mebe.

95) hergîz naşê lewaneş bî ke nîşananî xudayan be diro dana, ewsake toş deçîye řêzî zyanbaran.

96) ew kesaney giftî perwerindey toyan lê hate dî, îtir baweřî nahênin.

97) ca ba hemû nîşaneyekîşyan bo bê, hetakû azarî bejan be çawî xoyan debînin.

98) boçî hîç şarêk nebû ke xełkekey biřwa bênin ta ew demey ke biřwakeyan behreyan pê bigeyênê, bêjge le hozekey yûnus? ke katê biřwayan hêna, azarî abřûbereman, leser dinya lê ladan û wan kird ke heta maweyek xoş řabwêrin.

99) eger xuda keyfî lê ba, dyare herkê lem zemînen, têkřa baweřyan dehêna. axo to detewê be zor em merdime biřwa bênin?

100) hîç kes nebuwe biřwa bênê, megîn her be îznî xuda. xwa kirêtî bo ewane biřyar dawe ke tê nagen.

101) bêje: berî xo bidenê le asmanan û zemînda çiha heye; keçî em hemû nîşane û tirsandine kar nakate ser giroy biřwa nehênan.

102) axo ne her çawenořî řojanêkin her wek řojanî ewane ke ber lewan bûn û neman? bêje: desa çawenoř bin, ewa minîş wêřay êwe çawenořim.

103) paşan pêẍemberanman û ewaney biřwayan heye, řizgar dekeyn; çun ewe erkî êmeye ke baweřdaran řizgar keyn.

104) bêje: xełkîne! ger êwe le dînî min be gumanin, min ewaney ẍeyrez xudan û êwe deyanperistin, naperistim. bełam emin ew xudayey deperistim, dewmirênê û fermanîş be min dirawe le řêzey baweřdaran bim.

105) řûş her ke řewştî xudaperistî û hergîz nekey le řêzî bitperistan bê.

106) cige le xwa hana bo şitê wa mebe ke ne behrey bo to heye û ne zyanî lê debînî. eger kirdit, ewsake le naheqanî.

107) xudaş eger tûşî zyanêkit bika - bêjge le xoy - hîç kesê nîye lay bida. eger çakeştî gerek bê, kes pêş be çakey nagrê û her ’ebdêkî ew ḧez bika, tûşî deka. her xoy le gunah debûrê û dilovane.

108) bêje: xełkîne! wa řastîw lelayen perwerindetanewe bo hat. herkê řêgey řast bedî ka, şareza bûn bo xoyesî; her kesêkîş gumřa bibê, gumřayî dijî xoyesî. min birîkarî kestan nîm.

109) her fermanê bot denêrîn, şwênî kewe û xořabgire, heta xuda pê řadega û xuda baştirîn dawere.