9- tewbe

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 26 minutes  1496 views

1) derbiřînî bêzarîye le xuda û pêẍemberyewe, lew şerîk danerane wa êwe bûne hawpeymanyan.

2) heta çwar mang řêtan heye lem zemîneda bigeřên; debê ewendeş bizanin ke natwanin xotan le xuda řizgar ken. xwa hemû dujminanî dîn řîswa deka.

3) xuda û pêẍemberî xuda le řojî ḧecî meznida, be merdim řadegeyenin ke xuda û pêẍemberî xwa le bitperistan bêzarin. eger peşîman bibnewe, qazanictane; egerîş qibûłî neken, lêtan řûn bê ke le des xuda dernaçin. mijdeş bide bewaney xudanenasin, beşyan azarî bejane.

4) ẍeyrez bitperistanê ke peymanû degeł bestûn û le ser peymanekeyan lanekewtûn û dijî êwe yarîdey kesyan nedawe, heta mawey peymaneke beser deçê, êwe peymantan meşkênin. xwa parêzgarî xoş dewên.

5) herke mangeḧeramekan biřanewe, ew bitperistanew le kwê wedes kewê, le girtin û bend kirdin û kuştinyan des meparêzin û boseyan bo binênewe. eger pejîwan bûnewe û bûne nwêjker û zekat der, ewsa destyan lê hełgirin. xuda le guna xoş debê û dilovane.

6) herga yekêk lew kesaney bitperistin xoy xiste ber dałdey towe, penay bide; ba gutey xuda bibîsê. ewsa ke bînêre şwênê ke netirsê; çunke ewane nezanin.

7) kwa ewaney bitperistin, ew peymaney be xwa û pêẍemberî deden be cêy dênin? her ewane hêşta le ser peyman mawin, ke pêkewe le pena «miscdalḧram» peymanû best; ta le ser peymanekeman, êwe peyman şikên mebin. xwa parêzgarî xoş dewên.

8) çon peymanêk! ewan her katê bizanin pêw dewêrin, be bê ewey gwê bidene swêndixorî yan xizmayetî, be gijûda dên? her be dem diłxoştan deken, bełam nyazî xirapyan le diłdaye; zorbeyan tûş û bedfeřn.

9) nîşanekanî xudayan be nirxêkî hindik firot; ewsa řêgey xudayan best. akarî zor xirap deken.

10) lemeř hîç xawen baweřêk, hawpeymanî û xizmayetî řeçaw naken; emane her destidrêjî pîşeyane.

11) sa eger le bitperistî wazyan hêna û nwêjyan kird û zekatyan da, îtir biray dînî êwen. ême em nîşananeman bo xełkê řûn dekeynewe ke zana bin.

12) eger le dway peyman bestin swêndekeyan hełweşand û tewsyan dedîneketan girt, êwe leyel gewrekanî xwanenasan be şeř werin; ewanin ke bê peymanin, beşkû destû lê hełgirin.

13) axo êwe be gij ewaneda naçin ke le swênd paşgez bûnewe û nyazyan wabû pêẍember le naw xo derken; des pêşkerîş [le şeřêda] ewan kirdyan? bo êwe lewan detirsin, eger baweřû hênawe? bo lê tirsan, xuda lewan hêjatre.

14) êwe degjyan řabçin; xuda her be destî êwe ewan tûşî azar deka û jêryan dexaw serû dexa be seryanda û karêk deka kułî diłî baweřdaran dabmirkê.

15) řikî diłyan dademałê û xuda ḧez ka, her kesêkî le gunahan des hełgirê, lêy werdegrê. xuda zanay lekarzane.

16) pêtan waye kes xotan tê nageyenê û xwaş lewaney le êwe çûne xezaye û ẍeyrez xuda û pêẍember û baweřdaran hîç kesê řazdaryan nebuwe, bê agaye? xuda le her karê deyken agadare.

17) nwêjgey xuda awa kirdin bo bitperistan neşyawe. xoyan êjin: xwa nanasîn; herçî deyken be fîřo deçê û heta ser le دۆژەە debin.

18) her ewane boyan heye nwêjgey xuda awa biken, ke baweřyan be xwa û řojî seła heye û nwêj dirûst û zekat derin û - le xwa nebê - tirsyan le hîç kesê nîye. lewaneye emane řê zanekan bin.

19) aw le ḧecac be şînewe û serperiştî małî kabe, pêtan waye degeł karî ew kesaney bo xuda çûne xezaye û biřwayan heye be xuda û řojî seła, wekû yeke? licem xuda wekû yek nîn. xwa giroy naheqîkaran naxate ser řasteřêge.

20) ewî biřwayan hênawe û tûşî awareyî bûn û bo xuda çûne xezaye û destyan le mał û gyanî xo hełgirtuwe, lay xuda zor le pêştirin û be awatî xoyan degen.

21) perwerênyan mijdey beze û řezay [xoy û] baẍatî wayan pêdeda ke dewêda xoşî payedaryan debê.

22) heta ser her lewê debin. xuda padaşî zor gewrey le la heye.

23) ey giroy xawen baweřan! eger bab û biray êwe layan wabû nabaweřî le baweřhênan baştire, êwe tixunyan mekewn û xoştan newên; her kes lengo xoşî bwên, dyare naheqîkare.

24) bêje: eger bab û kuř û bira û jin û xizmekanû ew małey peydaw kirduwe û kel û pelî bazirganî - ke detirsin le birew kewê - û xanûberey řind û diłxoşkerey xotan, pê le xuda û pêẍember û xeza kirdin le řêy xwada girîngitre; çawenořbin ta ferman le xudawe dê. ewaney le řê laderin, xuda şarezayan naka.

25) xuda legelêk şwênanda dehanaw hat; řojî ḧuneynîş herweha; ke herçende be zorî xotan denazîn, ke çî hîç behrey bo nedan; em zemîne guşadetan lê teng hełat. le dwayîda hemû paşekşetan kird û berew duwa geřanewe.

26) paşan xuda diłnyayî bo pêẍemberekey xoy û biřwadaran be řê kird û zor pêşmergeşî dabezand ke newdedîn. xwanenasanî siza da û sizay xudanenasekan her emeye.

27) le dway eweş herkê xuda meylî lê bê pejîwanî qibûł deka û xwa debûrê û dilovane.

28) ey gelî xawen baweřan! ew kesaney şerîk bo xuda denasin napakin, nabê - paş emsał - le «miscdalḧram» xo nizîk kenewe. eger le atacîş tirsan, xwa bixiwazê le çakey xoy hemûtan bê nyaz deka. xuda zanay lekarzane.

29) wel ewaneda bicengen ke be xuda û řojî seła bê baweřn û herçî xwa û pêẍemberî xwa be nařewayan zanîwe, eman be řeway dezanin û nayene ser dînî řastîş, ta ew katey be zelîlî û be destî xo, seraney xo bengo deden.

30) cûlekekan gutyan: ’uzeyr kuřî xwaye. feleş gutyan: mesîḧ firzendî xudaye. ew qisaney demî ewan eydirkênê, wêney qisey xudanenasanî pêşûn. xwa byan kujê, çonîn le ḧeqê ladedrên?

31) le birî xuda, melakan û řebenekanî xoyan û mesîḧî firzendî meryemyan kirde xwa; fermanîşyan pêdra bû bêjge le xway tak witenya neperistin. le ẍeyrez ew hîç şit bo peristin naşê. xuda bê ’eybe û be dûre lew şitaney be hawtay ewî dezanin.

32) deyanewê be fûy demyan, tîşkî řoşnyayî xuda wekujênin; xudaş xoy biřyarî dawe ke em tîşkey her serkewê, ca ba xudanenasekanîş ḧez neken.

33) xuda bo řê nîşandan û řageyandinî dînî řast, pêẍemberî xoy narduwe; ta giş dînekanî dîke berxoy bida; herçend ewaneş ḧez neken ke şerîk bo xuda dadenên.

34) ey gelî xawen baweřan! melaçak û řebenekanî ewane, beşî zoryan - le hewante - małî ew xełke dexon û řêy xudaşyan nîşan naden. ew kesaney zêř û zêw ko dekenewe û le řay xuda bextî naken, to lew azare bejaney tûşî dên agadaryan ke.

35) řojê ke em zêř û zêwe be agirî cehendem sûr dekirênewe, twêł û keleke û piştyanî pê daẍ dekirê: derdî ew şitane biçêjin ke bo xotan seryekûnan.

36) lew řojewe xwa asmanan û zemînî dahênawe, nûsîwyetî jimarey mangekan dwazden; le çwaryanda şeř dewestê. eme řewştêkî řaste, lemaneda naheqî le xotan meken. eger em bitperistane be têkřayî be gijûda dên, êweş be gelekomegî be gij ewanda biçnewe; bîşî zanin xwa degeł xoparêzane.

37) řagwêzan û aługořî ew mangane, debête hoy zêde bûnî xwanenasî û xwanenasekanî pê gumřa debin. le sałêka şeř be řewa dezanin û le sałêka be nařewa; ta jimarey mange řewa û nařewakan ewsa beranber bênewe û le akama, ewey xuda řeway nedîwe, řeway ken. dyare şeytan ew kirdewe nalebarey bo cwan kirdûn. xwa ewaney dijî dînin, şarezay řasteřê naka.

38) ey gelî xawen baweřan! çîtane ke pêtan êjin: wederkewn bo xeza le řay xudada, temełn û le cêy xo nabzûn? axo jyanî dinyatan le qyametê pê xoştire?! guzeranî ser dinyaye beranber be guzeranî ew dinyatan şitêkî zor kem bayexe.

39) ey gelî xawen baweřan! le xwawe tûşî cezrebey bejan dên û desteyekî taze babet dexate şwênekey êwe û lem barewe hîç zyanêkî pê nageyenin. xwa bo hemû şit twanaye.

40) er êwe yarîdey naden, xuda bo xoy dehanay hat: wextê xudanenasekan ewyan derkird, ew demeş ke le eşkewtekeda bûn û her yekêk bû le dû kesan, ewê katîş be hewałekey xoy degut: xemit nebê! ême xudaman degełe; oqrey le xudawe bo hat û çendîn pêşmergeşî bo nard yarî biken; ke êwe netan dedîtin. qisey xudanenasekan webin kewt û her qisey xuda le sere. xuda xawen destełat û lekarzane.

41) sûkbarbin yan giranbar bin, bo xezaye řê dabgirin û le gyan û mał bext kirdin dirêẍ meken. ger bizanin her be qazancî xotane.

42) eger deskewtê bê řenc û seferî sana le řê ba, hasan be dûtda dehatin; bełam mewday dûr û sextyan, la giran hat. dên swêndê be xuda dexon ke: eger biman twanîba, êmeş degełtan dehatîn. [bew swênde] xo le beyn deben. xwaş dezanê ke emane diro deken.

43) xwa bit bexşê, boç îzinit dan? řawesta bay heta bot řoşin bibawe, kam řastin û diroznekanîş binasî.

44) ewaney biřwayan heye be xuda û be řojî seła, nayen îzinit lê bixiwazin ta be mał û gyan le řêy xwa xeza biken. xwa xoparêzan denasê.

45) her ewane dên ke îzinit lê bixiwazin, ke biřwayan be xwa û řojî dwayî nîye û lew naweda dûdił mawin û le gumanî xoyanda hatuçoyane.

46) eger byan wîstaye derçin, xoyan bo amade dekird; bełam xuda hatnyanî pê xoş nebû; wirey le diłyan birde der. pêyan gutin: êweş wêřay be cê mawan be cê mênin.

47) ger wêřay êweş hatban bo xezaye, karyan le êwe têk deda û kêşeyan bo denanewe û ajaweyan berpa dekird. hêndêkîştan le nawda bûn qisekanyan lê debîstin. xuda le naheqîkaran be agaye.

48) berêş pişêwîyan nayewe û karî toyan berawejû nîşan deda. heta kareke řast hat û be kwêrayî çawî ewan fermanî xuda hate cê.

49) her lewaneda î wa hen, dên pêt êjin: îzniman bide ba neyeyn; newek tûşî gunahan bîn. ba bizanin ke her êsta kewtûnete naw gunahewe. ewaney xudanenasin, دۆژەە dewreyan lê deda.

50) eger çaket bête řêge, ewane pêyan naxoşe; eger tûşî bełayeş bî, êjin: ême her le pêşda mişûrî xoman xwarduwe û be diłxoşî xot lê dûreperêz degirin.

51) bêje: bêjge ewey xuda boy nûsîbîn tûşman naye; her ew serwerî êmeye û gereke xawen baweřan her xo be xuda bispêrin.

52) bêje: axo çawenořn cige le yekê lew duwaney - ke her dûkyan başekanin - şitêkî tirman tûş bibê? ewa êmeş çawenořîn xuda her xoy, yan be hoy ême cezrebew bo binêrê. desa êwe çawenoř bin, ewa êmeş çawenořîn.

53) bêje: be xoşî xotan bê yan be zorî mał bext ken, xuda lêtan qibûł naka; çunke êwe komełê le řê lader bûn.

54) boyeş herçî bextî biken, xuda lêtan qibûł naka, çunke ewan ḧaşayan kird le xuda û pêẍemberekey, nwêjekanyan be tenbełî be cê dênin û ew małeş kewa deybexşin, zor be nabedłî deyden.

55) seyrit neye le darayî û zaruzîçê ke heyane; xwa deyewê le dinyada bemane azaryan da û her be xwanenasî bimirin.

56) be swêndewe řeş debnewe, dełên: êmeş le xotanîn; diroş deken le êwe nîn; bełam ewan giroyekî tirsenokin.

57) ger enwayek yan řehołêk yan eşkewtêkyan şik birba, be hełedawan boy deçûn.

58) hêndêk lewan le sedeqe beşînewet be gazniden; eger beşî xoyan bidrê, řazî debin; eger beşyan ber nekewê, tûře debin û bołe deken.

59) eger ewan bew beşe řazî bûnaye ke xuda û pêẍemberî xwa deyandatê û byanguta: ême her xudaman bese û bem zuwane xuda û pêẍemberî xwa le çakey xo beşman deden, çi deqewma?

60) zekat her debê bidrête hejaran û kem destan û ew kesaney pê řadegen; bextîş bikirê bo hogrî neyaran û řizgar kirdinî koylan û qerizdaran le řay xuda û le řêga be cê mawanda. biřyarêke le xudawe; xuda zana û lekarzane.

61) lewaneda î waş heye pêẍember nařeḧet deken; êjin: hemû şit debîsê. bêje: gwê le çake degrê ke be qazancî êweye; baweřî be xuda heye; be baweřdaranî tirîş biřway heye û bezeyîşe bo ewaney le êwe biřwaw hênawe. ew kesaneş ke pêẍember ’ezyet deden, tûşî azarî bejan dên.

62) swêndû be xuda bo dexon, ke êweyan lê řazî bin. ba eger xawen baweřn, karê biken xwa û pêẍemberî xudayan lê řazî bin.

63) bo debê neyanzanîbê her kesêkî dijî xuda û pêẍemberî xwa buwestê, ta hetaye le agirî dojehdaye; ke řîswa bûnî gewreye?

64) ewaney dûřûn detirsin sebaret bewan sûřetêk bête xwarê, herçî le diłyanda heye aşkiray ka. bêje: êwe gałte biken, ewey xoy lê deparêzin xuda her aşkiray deka.

65) xo eger lêşyan bipirsî: xerîkî çin? dełên: ême xerîkî gep û gałte bûyn. bêje: axo gałtew be xwa û pêẍemberî xuda dekird?

66) daway lê bûrdinê meken; êwe le paş biřwahênan bûne dijî îslametî; eger ême le hêndêkanû xoş bibîn, debê hêndêk azar bidrên; le ber ewey tawanbar bûn.

67) nêr û mê lem dûřuwane wekû yekin; ferman be xirape deden û řêge le ber çake degirin; destî xoşyan le xêrkirdin deqûçênin; xudayan le bîr birdewe û xudaş ewanî le bîr kird. ewaney dûřûyî deken, hemûyan le řê laderin.

68) biřyarî xuda her wek bo xudanenasekan heye, dûřuwanî jin û pyawîş degrêtewe; be têkřayî deyanxate cehendem û ta heta her tya debin; ke eme bo ewan bese; ber nefrînî xwaş kewtûn û azardanyan biney naye.

69) wek ewaney pêş êwe bûn, zor le êwe be hêztir bûn; mał û mindałîşyan pitir. ewan lew beşey ke bûyan kełkyan wergirt; êweş wetir; her wa ewaney pêş êweş, leb eşî xo kełkyan wergirt. engo tûşî piřupûç bûn; herwek ewane tûşî bûn. ewan le dinya û sełada kirdeweyan be fêřo çû; her bo xoşyan zyanbar bûn.

70) axo deng û basî nûḧ û ’adu semûdu xełkî medyen û mu’tefîkew hawçerxanî îbřahîmyan pê negeywe, ke le pêş wanda jyawin; ke pêẍemberanî ewan be çend bełgey aşkirawe çûne nawyan? xwa naheqî lê nekirdin; her bo xoyan naheqyan le xoyan kird.

71) jin û pyawî baweřdar dostî yektirîn; ferman be çake deden û ber le karî kirêt degirin û nwêj deken û zekat deden û ber fermanî xuda û pêẍemberî xudan. xwa emane weber bezeyî xoy dexa. xuda xawen destełat û lekarzane.

72) xuda bełênî be pyawan û jinanî be baweř dawe, baẍatêkyan xełat deka, cobaryan be berda deřwa û her dewêda demênnewe. çendîn xanûy here başî le naw baẍatî ’ednida bo danawin. řezay xudaş, ke le giştî hêjatre; deskewtî mezin emeye.

73) ey pêẍember! degeł xudanenasan û ewaney dûřûyî deken, be şeř were û be tund û tîjî řeftaryan degeł bike. enway ewan cehendeme û dwařojî dijwaryan heye.

74) swêndê dexon ke be xuda eweyan nedirkanduwe; keçî qisey xudanenasaneyan kird. dyare le paş musułman bûn le dîn peşîwan bûnewe; xeyałyan dabuwe ser şitê, boyan nelwa pêkî bênin. her boyeş řikyan botewe ke xuda û pêẍemberî xwa bew çakey degełî kirdûn, naguzûrî bo nehêştûn. eger peşîman bibnewe, her be qazancî xoyane û eger her řûyan wergêřa, xuda lem dinya û lew dinya, azarî bejanyan deda û lem herdeda, ne kes dostayetîyan deka, ne yaweryan des dekewê.

75) hêndêk le naw ewaneda peymanyan degeł xuda best ke: şerte eger xuda le çakey xoy beşman bidatê, êmeş xêr û xêrat dekeyn û deçîne řêzey pyawçakanewe.

76) ke xwa kirdî û le çakey xoy zêdey danê, řijdayetîyan le ser kird û dîsan piştyan hełkird û řûyan wergêřa.

77) çunke ewan peymanî xwayan şikand û diroyan leyel xuda kird, dûřûyî her le diłyanda hêştotewe, ta ew řojey dêne ber baregay xuda.

78) bo nazanin xuda be řazyan dezanê û agay le sirteşyan heye û xoy le herçî nadyare, agadare.

79) ew kesane tews degirne biřwadaranê ke zêde le zekat, xêratê deken; taneş deden lewane wa her ewendeyan des deřwa ke deybexşin; ewsa gałteşyan pê deken. xuda gałte beman deka û azarî bejanyan debê.

80) lê xoşbûnyan bo dawa bikey yan nekey, bê behreye. eger to ḧefta keřetîş nizay bexşînyan bo bikey, xwa hergîz lêyan xoş nabê; çun ewane le xuda û pêẍemberekey ḧaşa deken; xwaş giroy le řê laderan naxate ser řasteřêye.

81) ewaney bewe diłxoşin ke le małexoyan man û le hawřê bûn degeł xuda û pêẍemberî xoyan bward û neyanwîst ke mał û gyanyan le řahî xuda bext ken û deyangut: lem germayeda dermekewn. bêje: eger têgeyştinyan hebwaye, xo agirî ceḧendem zor gerimtire.

82) ba kem bixenin û zor bigrîn le sizay ew karaneda ke deyankird.

83) er xwa toy le xeza geřandewe bo lay hêndêk lewan û le toyan dawa kird îznyan bidey biçne xeza; bêje: hergîz naşê degełman derkewn qet degeł min naçne şeřî hîç dujminêk. êwe her ser le hewełê xanenşînîtan neqand; êstaş her xanenşîn bin; wêřay ewaney manewe.

84) her kesêkîşyan lê bimrê, nabê nwêjî le ser bikey û le ser gořî řameweste. ewan le xwa û pêẍember ḧaşayan kird û ke mirdin le řê lader bûn.

85) dahat û ’ewladî zoryan belatewe girîng nebê. xwa deyewê her bemane le dinya cezrebeyan da û be bê dînî gyanyan derçê.

86) herga sûřetêk dêtexwar ke baweř be xwa bihênin û le tek pêẍemberekeyda biçne xeza, xawen destełatekanyan dên îzin le to dexwazin û êjin: waz le ême bêne, ba êmeş le mał bimênîn; wek xanenşînanî tir.

87) bewe řazî bûn wel be cê mawekan bin; moryan be ser diłeweye û hîç tê nagen.

88) bełam pêẍemberî xuda û ewaney degeł ewdan û baweřdarin, be mał û gyan çûne xeza; xoşî û çakî bo ewane û řizgarekanîş ewanin.

89) xwa baẍatêkî bowan saz dawe ke cobaryan be berda deřwa û ta hetayey têda debin. emeye deskewtî gewre.

90) ’arebî deştekî hatûn, biřubehane detaşin îznyan bidey [neçne xeza]. ew kesaneş ḧaşayan le xwa û pêẍemberî heye, le małe xoyan řonîştûn. ewane bûne xwanenas - bem zuwane - tûşî azarî tûş debin.

91) le ser ewaney bê hêz û leş be bar û ewaney hênde şik naben xêrat biken, sûçêk nîye, eger ewan bo xuda û pêẍemberekey amojgarî merdim biken. hîç gileyek le ser çakekaran nîye. xuda le guna debûrê û dilovane.

92) hîç gileş lewane nakirê ke hatne lat hełyangirî û gutit: çareway wam nîye hełtangirê. le xembarî firmêskyan deçawan tiza û geřanewe; çunke hîçî wayan nebû bextî biken.

93) řêy gaznide her le ser ew kesaneye ke bûden û merexesît lê dexwazin; beme řazîn degeł be cê mawekan bin; xuda morî be ser diłyanewe nawe û hîç tê nagen.

94) katê êwe degeřênewe bo layan, ’uzirxiwayîtan lê deken. bêje: hîç ’uzrî pê nawê, ême biřwatan pê nakeyn; lemeř êwe xuda xeberî pê dawîn. xuda û pêẍemberî xuda kirdewekantan debînin û le akama debrênewe bo lay ewey ke le xuya û berbêwaran agadare; ewsa xeberdartan deka ke çon karêktan kirduwe.

95) herga êwe degeřênewe bo layan, dên û be xwatan swênd deden ke xoyan tênegeyenin. êwe waz lewane bênin, çunke ewane gemarin û le sizay kirdewekanyan cehendeme cêgayan.

96) miltan bo le swêndan denên ke êwe lexořazî ken; ger êweş lêyan řazî bin, xwa le giroy le řê lader řazî nabê.

97) ’arebekanî deştekî lemeř xudanenasîn û dûřûyî, bê řezatirin û bo sinûr pê nezanînî herçî xuda bo pêẍemberî narduwe, kołî tirin. xuda zanay lekarzane.

98) hêndêk her lew deştekyane, herçî bîden way dezanin ke xaweyan lê senrawe; lêw dexeftên ke bełayektan be ser bê; beła her be ser xoyan bê. xuda bîser û zanaye.

99) her le naw ew deştekyaneş î wa heye biřway be xwa û be řojî qyametê heye û herçî lem řêyeda deyda, bo nizîkî le xudaye û bo emeye ke pêẍember be niza le bîryan neka ba bizanin ke herbîna nizîk debnewe le xuda û deyanxate ber bezeyî xoy. xuda dyare gunah bexiş û dilovane.

100) xwa lewaney her pêşû aware bûn û lewaneş ke yarîder bûn, lewaneş ke le çakeda dayane ser şopî ewan, řazî buwe û ewanîş le xwa řazîn û baẍatêkî bo saz dawin cobaryan be berda deřwa û ta hetaye têda debin û emeye deskewtî girîng.

101) lew ’erebe deştekyaney - ke le dewruberî êwen - hêndêkyan û hêndêkîş le xełkî medîne dûřûn û her bo dûřûyî řahatûn; eto ewane nanasî, ême zor başyan denasîn. dû car azaryan dedeyn û le dwayîda deyanxeyne ber cezrebey here dijwar.

102) hî tirîş hen danyan nawe be gunahekanî xoyanda, karê baş û yekê xirapyan têkeł kird; şayet xuda tobeyan lê qibûł bika. xuda le gunah debûrê û dilovane.

103) le darayyekî heyane sedeqeyan lê wergire, ta bewe pak û xawênyan bikeytewe. nizay başyan derheq bike, nizay to oqreye bo wan. xuda bîser û zanaye.

104) çon debê neyanzanîbê xuda tobe le ’ebdî xoy qibûł deka û sedeqeşyan lê werdegrê û xuda tobe qibûł kar û dilovane?

105) bêje: desa wekar kewn, karî êwe be zûyekî zû le lay xuda û pêẍemberî xawen baweřan dyar eda û bew zuwane debrênewe bo lay zana be nadyarî û dyaran; ewsa agadarû deka ke çon karêktan kirduwe.

106) hêndêkîşyan çaweřêy fermanî xudan. ca yan cezrebeyan deda, yan tobeyan lê werdegrê. xuda zanay lekarzane.

107) ewaneş wa mizgewtêkyan çê kirduwe ta hoy zyan û xwanenasî û pijg û biławî nêwan baweřdarekan bê û ta řwange bê bo ewaney le pêşûda dijî xuda û pêẍemberî řawesta bûn, swêndîş dexon ke: cige le çake kirdin nyazêkî tirman nebûge; xwa şayete ke ewane diroznin.

108) hergîz lewêda nwêj meke. ew mizgewtey řojî berê le ser hestî xudatirsî damezra bê, hêjatre ke to nwêjî têda bikey. lewênderê pyawî wa hen ḧez deken be pakî bijîn; xudaş le pakan xoşî dê.

109) axo kesê ke hîmî mizgewtekey xoy le ser hestî xwaperistî û řezay xuda dařiştibê hêjatre, yan ew kesey ke binaẍey mizgewtekey le ser lêwarî kendałî fişełe û řûxek danawe û degeł ewda dekewête naw agir û kiłpey دۆژەە? xuda destey sitemkaran şarezay řasteřê naka.

110) ew xanuwey sazyan dawe, her mayey diłxurtyane; ca megîn ew diłaneyan kut kut bibê. xudaş zanay lekarzane.

111) xuda gyan û samanî baweřdaranî kiřîwe û le batyanda deyanxate beheştewe. baweřdaranîş ewanen ke le řay xwa şeř deken û dekujin û deşyankujin. le tewřat û le încîl û qur’anîşda bełênî weha dirawe. sa kê le xwa bo pêk hênanî bełênî dirûstire? desa êwe bew sewdayew mizgênî be yektir biden, ke deskewtêkî zor gewrew des kewtuwe.

112) tobekaran, xwaperistin, her pesnidî xuda deden; řojûgirin, be kiřnoş û sujdeberin, haney karî çak deden û ber le nařewa degirin û sinûrî xwa deparêzin. mijde bide bewaney xawen baweřn.

113) řewa nîye bo pêẍember û ewaney baweřdarin, daway bûwirdin bo bitperistekan biken - ca ba xizmî nizîkîş bin - le paş ewey sûr dezanin ke ceḧendem cêgeyane.

114) ke îbrahîm daway ’afû kirdinî bo apî xoy kird, tenya bo becê hênanî bełênêk bû ke pêy dabû. bełam katê ke sûr zanî dijî xwaye, îtir xoy tê negeyand. bê guman îbřahîm gelêk le xwatirs û leserxo bû.

115) paş ewey xwa komełêkî xiste ser řê, îtir heta dyarî neka debê le çî beparêz bin, le řasteřêyan dernaxa. xuda hemû şit dezanê.

116) xawen mułkî ’asmanekan û zemînê her xudaye. gyan weber dênê û demrênê û cya le xuda, dost û yarîdertan nîye.

117) xuda le pêẍember û ewaney derbederin û ewaney yarîdederin û le cengey tenganeda her peyřewî ew bûn, xoş buwe. le paş ewey hêndêk lewan wexta bû diłyan gumřa bê, dîsan xwa ’afûy kirdin. xuda diłsozî ewane û degełyana mîhrewane.

118) derbarey ew sê kesaneş xoyan le xeza dizyewe, ta way lêhat em zemîne heraweyan lê weteng hat; xoşyan tenganeyan hatê û têgeyîştin hîç penayekyan nemawe, megîn her pena bew berin. paşan ewanîşî bexşî ke berew xuda wegeřên. xuda tobe qibûł deka û dilovane.

119) ey gelî xawen baweřan! ba tirsû le xuda hebê û le řêzî řastanda bijîn.

120) medîneyî û e wi’arebe deştekyaney le dewryanin, nedebuwaye pêẍemberî xudayan wela binaye û xoyan lew heławardaye; çunkû herçî le tîngî û le mangî û le birsîyetî - ke le řay xuda tûşyan dê - û her hengawêkî deyhawên, xwanenasan tûře deka û her zerbetê le dujminî deweşênin, giştî xuda be çakeyan bo denûsê. xwa padaşî çakekaran winda naka.

121) herçende mał bext deken, kem û zorî û le hergełyek derbaz debin, xuda boyanî denûsê, ta padaşî lewe çaktiryan bidatê.

122) ne pêwîste baweřdaran hemû têkřa wederkewn; ba le naw her komełgayek desteyekyan biçne derê, ta le dîn şareza debin û ke geřanewe naw hozyan byantirsênin. beşkû xoyan biparêzin.

123) ey gelî xawen baweřan! degeł ew xwanenasaney hawsatanin beşeř werin; ba zebir û zengû bibînin. bîşîzanin xwa degeł xoparêzane.

124) î wayan denawda heye, ta sûřetêk dête xwarê, êjê: kêtan biřway pê pitewtir buwe? ca ewaney biřwayan be xwa hênawe baweřyan behêztir debê û keyfê deken.

125) ewî diłîşyan saẍ nîye, ḧaşa dête ser ḧaşayan û be xwanenasî demirin.

126) axo emane nabînin ke sałane keřetêk yan dû keřetan dekewne ber taqîkarî? le akamda ne tûşî pejîwanî dên ne pêy temê girtû debin.

127) herga sûřetêk dête xwar, hêndêk deřwanne hêndêkan: axo kes êwe debînê? le paşan degeřênewe. xwa diłyanî wergêřawe; çunke eman le destey bê awezanin.

128) pêẍemberêk hate latan, le xotane; her bełaye be sertan bê, lay girane; zorî dił le ser êweye; diłsozî baweřdarane û dilovane.

129) eger her řûyan wergêřa, bêje: min her xudam bese, be ẍeyrez ew hîç şit bo peristin naşê; karî xom dawete dest ew, her ewîşe xudanî textî mezne.