destî min te’wîze bo ředdî beła

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  881 views
destî min te’wîze bo ředdî beła
ba ḧemayl bê le milta, bêłe sa
nîsbetî řûm da be guł, gêsû be muşk
sehwe ḧerfî ewwełim, sanî xeta
dił be nadîdet le cêy dił çî berê
keh nekêşê çî bikêşê kehřuba
ger bizanî çone ḧałî îḧtyac
destî řû nanêye ber sîney geda
serbeser pêçîde bû tomarî ’umir
şerḧî to bû îbtida ta întiha
kaşfî esrare bulbul ḧeqyetî
wa le cewrî guł le diłya xarha
dewłetî dinya le dest namerd û dûn
tûlî nabê qet beqed řengî ḧena
bo sebaḧelxeyrî dił ẍem hatewe
merḧeba bê merḧeba bê merḧeba
sîḧrî fîkirî min qełem dênête çerx
mu’cîzey ’îsa bû, çalakî ’esa
zeřřesan e’zayî salimPen name dête řeqis
her seḧer mîhrî řuxt peřtew dexa