řefîqan seyrî amîn ken ke çi mumtaz û şîrîne

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  465 views
řefîqan seyrî amîn ken ke çi mumtaz û şîrîne
le baẍî cwanya da’îm xerîkî naz û gułçîne
le bo maçî demî kułmî temaşa erqemî zułfî
be mîslî ejdeha her dû çi menna’êkî perjîne
dûsed ’aşiq lelay bimirin ebed řûyan le la naka
ewendey ’eybe amnye ke çend bê řeḧim û bê dîne
be cwanî mahî řuxsarî le new’ê mest û meẍrûre
le kes bakî nîye esłen, le tîrî tane te’mîne
be tîrî ẍemzeyî nazî dił û cergim birîndare
biḧmidalilhArabic şehîdim min, be swêy ew zame xwênîne
wekû mecnûnî sergeşte, hemîşe cêm der û deşte
le ’eşqî řûyî amîne ke dił her şuẍłî nałîne
řefîqan êwe her wek min temaşay cwanî amîn ken
cemałî ḧwanî řengîne, bełî qabîl be teḧsîne
demî axir eger carê bibînim řûyî piř nûrî
selb nabê îmanim, ew mirdineyşim le la jîne
ze’îf û zerdî amînim, nexoşî derdî amînim
le dûrî yarî şîrînim wicûdim xeylê bê tîne
eger bom bangî amîn ken, bixiwênin sûretî yasîn
ke zîndû ebmewe dûbare be ew elfaze şîrîne
wîsałîPen name dił birîndare, be derdî xoy giriftare
şîfay ew derd û azare, be maçî lêwî amîne