wek řeḧmetî bo ’am şukir nawit emîne

pênc xiştekî leser şî’rî wefayî
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  574 views
wek řeḧmetî bo ’am, şukir nawit emîne
bo derdî diłan le’lî lebit ma’î me’îne
eqtarî medînet wekû fîrdewsî berîne
řoḧim be fîdat ey gułî gułzarî medîne
lutifit bibê, řû wa bike, meqsûdî me dîne
perwaneyî řûy to be diłî cînnî û însan
bo toye ke çawim deřjênê duř û mercan
hîcranî wekû zehir û wîsalit wekû luqman
derman meke hatûyne ḧekîmî hemû derdan
derman bike, cergim ke hemû kone birîne
’alem hemû sergeşteye bo leyl û neharit
dił meste be boy sunbulî tarit
herçende ke dûrim le gułistanî dyarit
’umrêke denałim be umêdî gułî zarit
carêkî bifermû ke çi haware, çi şîne
hawarî ----Missing mujey toye ----Missing
fanî ebê her kesê ke ebînê xem ebû
bakim nîye ger dewłetî dinyam le des çû
ferzen hemû dinyay min û ’umrî xizirim bû
bê cennetî řûy to, çi ḧeyatêke çi jîne
bo kuştinî dił, seyfî dû ebroy le sawda
dił ’aşiqî bê çareyî mezłûmî le dawda
siřřêke ke her beḧsî cwanîte le nawda
îḧsanî gilî xakî derî pake le çawda
boye ke felek ta heye çawî le zemîne
řeḧmê bike ey şah le geł derbederî xot
basî bike carê be lebî guł şekerî xot
îznî de ke bêt carê lebo řehguzerî xot
řoşin bike çawî be giłî xakî derî xot
bo ẍeyre ke ferşî qedemit ’erşî berîne
her kes çû wîsałîPen name ke neba barî melamet
ḧasił nîye bo ew kese qet gencî keramet
ger carê bibînim be ’eyan mahî temamet
naydem be hemû dewłetî dinya û qyamet
carê be wefayîPen name ke biłêy kelbî emîne