mujde bê ey dił dełên bulbulî tabistan hatewe

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  466 views
mujde bê ey dił dełên bulbulî tabistan hatewe
bezmî gêřa ehlî ’esir û diłḧezînan hatewe
mûddeyê bû çû bû bo hewlêr û ko bo îş û kar
ḧemdulîlla, karî ça bû, guł be xendan hatewe
cem’î eḧbab hemû bûbûn be ye’qûbî zeman
êste diłxoşin kewa şahîd be ken’an hatewe
guł ke řoyî lem meqame çawî dił tarîk buwe
êste piř nûre kewa mahî direxşan hatewe
qasîdî badî seba mujdey be goşî min geyand
ba’îsî tefrîḧî qelbî cînin û însan hatewe
têfkire êmřo le sayey xwa û fexrî enbya
bo şiksitî duşminî dîn, merdî meydan hatewe
ba ḧusûlî cumle metłeb ey diła şadî bike
lew wiłatî dûrewe teşrîfî canan hatewe
her kesê ’eqłî bibê îmřo cilûsê saz eka
çunke bo em ’aleme şem’î şebistan hatewe
zemzemey şadî lenakaw kewte naw ehlî zeman
çun lebo mujdey seba murẍî suleyman hatewe
mest û diłxoş bûm legeł zumrey merîzanî cîhan
weqtê me’lûm bû kewa teşrîfî luqman hatewe
mułkî kurdan beynêke buwete neşîmengahî kund
mujde bo yaran ewa mî’marî wêran hatewe
zeřřeye asayş û řaḧet nema bo bu’dî yar
şukirulîlla menbe’î eltaf û îḧsan hatewe
ew kese xalîq ke ewweł def’e nawî na ḧesen
îmřo ba ḧusnî tewaw û teb’î şadan hatewe
ta’îfey kurdan dwênê perêşan bû be ẍem
kewkebî ferxundeyan îmřo be taban hatewe
ey wîsałîPen name ẍem mexo çîdî lebo dîdarî yar
guł lebo cêy xoy be emrî şah û sułtan hatewe