sed şukir îmşew ke řeyḧan saqîy meyxaneye

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  333 views
sed şukir îmşew ke řeyḧan saqîy meyxaneye
her kes eybînê be nazî çawî ew dêwaneye
seyrî bałay berz û cwanî mîslî seru û ’er’ere
qumrî asa, lence şîrîn, bul’eceb cananeye
bulbulî dił întîzarî ’etrî ẍunçey demyetî
xase her řeyḧane bonî wek gułî řeyḧaneye
nek be tenha her minî xistote dawî perçemî
sed hezaranî wekû min wêłî ew kêwaneye
ta biłêy şîrîne řeyḧan xał û zułf û perçemî
zułfî dawî ’aşiqane xałî kułmî daneye
her kesê pabendî ’eşqî řûyî bû men’î meken
’alemî dunya serapa mestî ew çawaneye
şîlan be serya ger be řîz dênête xwar
’alemê emrênê fewren bew ser û lerzaneye
lazme êste bo gerdin ahu bacî bo berin
her leber cwanî serupêçî ke piř gerdaneye
sînekey baẍî behşete piř le narinc û behê
pêy ke safe wek bilûre la’îqî pawaneye
’alemê bê řoḧ eka wextê ke xoyî win eka
dyare řojî tya nebê dunya wekû wêraneye
qet meken lomey wîsałîPen name xizmetî řeyḧan eka
wa le dewrî şem’î kułmî qelbî wek perwaneye