saqî were meyxane û mey têke direnge

pênc xiştekî leser şî’rî tahîrbegî caf
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 3 minutes  1228 views
saqî were meyxane û mey têke direnge
lem bezme temaşake ke wek bezmî peşenge
ew ebro û mujgane wekû tîẍ û xedenge
ey peřtewî řengit wekû řengî heme řenge
xałit be mesel ...Missing zulfî syahit, şewezenge
ey serwî çemen, qedid û myanit be mesel mû
ey řûyî to eflak û cebîn mîhir û meh ebrû
ta çend le ’uşşaq debî nafeř û bedxû
----------Missing saqî meyî fermû
dengî def û nałey ney û awazeyî çenge
gêsûyî to wek ’enber û fîrdewse kenarit
gonay to wek mecmer û çun ’ûde ’uzarit
dił murẍî piř azare lebo ẍunçeyî zarit
sed namî xuda bê le dû pustanî enarit
gird û şilk û nazk û piř çing û qeşenge
seyrî ke zenxdanî çi şîrîne be kałî
meḧcûbe le pêş kanî dem û durcî lu’alî
kirdûye diłim xeste û aşufteye ḧałî
lêwit ke wekû le’lî bedexşane be ałî
řencûrî meke beynî dehan ẍunçeyî tenge
ew řoje legeł ’eşqî to min bûme birader
ẍem hat û fereḧ řoyî derûn bû be semawer
girtûye şehî ḧusnî to em mułke seraser
tabûrî mujanit le geł egrîce beraber
wêstawe dełêy ’eskerî japon û ferenge
xurşîdî řuxt zînetî dinyaye welakîn
sînet be mesel řozeyî gułhaye welakîn
eqdaḧî lebit şîşeyî sehbaye welakîn
çawit be mesel afetî diłhaye welakîn
boç waye ke ebroyî keçit meylî be cenge
bo le’lî lebî to bû, ke wamîq bû perêşan
nek her minî bêçare ke bûm wale û ḧeyran
yek def’e temaşa ke to ey şahîdî ken’an
cîsim û diłekem xeste û xwênîne be qurban
kujrawî mujey toye ne kujrawî xedenge
řeḧmê bike ey guł be diłî bulbulî naşad
kaşaneyî eḧzanî ẍerîban bike abad
biřwane ke xermanî umêdim buwe berbad
ẍełtanî dimArabicy ḧesretî ’eşqim wekû ferhad
kêwe beden û sîneyî û serpence qułinge
mecnûn û serasîme û uftade û bê řêm
bew we’de ke ew dayî û witî bimre emin dêm
zînhar ke ew yare dił azurde buwe lêm
dûçare be ceng talîbe, min maylî sułḧim
ger sułḧe weger cenge desa fermû direnge