dwêşewê le meykede şahîd be řûyî nazewe

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 3 minutes  467 views
dwêşewê le meykede şahîd be řûyî nazewe
hatbiwe bezmî ’aşiqan be sed řimûz û řazewe
amade bû mutrîb lewê be tar û çeng û sazewe
saqîş be cam û badewe, be ẍemze û fexir û nazewe
geda bû padşa lewê, be sed hezar eyazewe
’eceb şewê bû ew şewe cam bilûrînî dem be dem
da’îr bû da’îm piř le mey, manendî dewrî bezmî cem
coş hatbû be narî ’eşq kûrey diłî ehlî kerem
lem dewrî piř ’edalete nemabû zułim û cewr û ẍem
řeqîb xerîk bû şeq berê be řengî wek berazewe
bełê zor xoş bû ew deme seyrî gułistan û çemen
řengîn bû sara be gułî mîna û lale û semen
awazî qumrî û ’endelîb xoş bû le gwêçkey encûmen
her kes baweşî girtibû şîrîn ḧebîbey gułbeden
minîş emřiwanî bo diłber ke bê le řêy nyazewe
ke dîm le wextî subḧidem şoxê be dû şemamewe
selamî kird û hate pêş qedem qedem be lamewe
lebanî naye ser lebim be naz û îbtîsamewe
le xoşîya hoşim nema, ḧeyatî xiste qamewe
bo qetłî ’aşiq hatbû be şem’î cangudazewe
řaman bward ew şewe be dengî ceng û ay û ney
----------Missing
min mestî le’lî saqîy û şahîd xemoşî came mey
le feyzî cam û badewe bûbûyn be şahî mułkî řey
dinya le řeẍmî mudde’î xoşe be ’eyş û nazewe
ḧemden zemanî ’uşrete řoyî becarê hewrî ẍem
sarêj bû zamî tîẍî ẍem, nemawe hîç derd û sitem
ḧedîqe cwan û xoş hewa herwek gułistanî îrem
meyxane saz û piř newa le dengî sazu zîr û bem
be camî zeř be min eda saqî be ’îşwe û nazewe
ey newnîhalî mestî cem, ey yarî guł’uzarî min
ey serûy baẍî guł be dem, ey şoxî nazdarî min
ey şem’î ’aşiqan be cem, ey nûrî çawî tarî min
ey daf’î derd û elem, ey ẍunçey sewzarî min
hênay beharî ’aşiqan be řeng û boyî tazewe
be lence çun kebuterî, le şêweda wekû perî
mewzûne serwî qametit, manendî teb’î enwerî
ḧeyatî cawîdan edey be lêw ke ’eynî kewserî
kirdit be řoj deycûrî şew, be řû wek şemsî enwerî
tesdîqe de’way yûsfît be cûtê çawî bazewe
subḧî fereḧ tilû’î kird řeqîb xerîkî hîcrete
’usret becarê barî kird, řojî wîsal û ’uşrete
řoyî zistanî ḧuzin û ẍem beharî ’eyş û lezzete
mujde wîsałîPen name, meykede, îmřo mîsalî ḧennete
me’şûqe řûy le řeḧmete, le lutfî bê nyazewe