ḧemd û sena bo xwayê ke rib al’almîne

qesîdey baran
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 4 minutes  513 views
alḧimdallih minqisî’ alxilq û alasrarArabic
sim alsilaة ’ilî ḧibbîbih alimxtarArabic
ḧemd û sena bo xwayê ke rib al’almînArabice
minh alsilaة ’ilîٰ şifî’ alimzinbînArabice
bifzilk ya rib sil ’ilî alimxtarArabic
û alh alathar û alsiḧb ecmi’înArabice
ya řeb bo xatrî ew şahî mekke û medîne
bifermû ya mîka’îl baranê bibarêne
baranê be řeḧmet bê, bê řenc û muşeqqet bê
beser xakî ’alema be lutfî xot biřjêne
hemû xakî nasûtî, be řeḧmetî lahûtî
be zumřud û yaqûtî, sewz û sûr binexşêne
ême şûm û bedkarîn, hemû xecałetbarîn
le řûy to şermesarîn, to řeḧmî xot binwêne
be naw hemû îslamîn, qewmêkî natemamîn
demêke ḧepsî damîn, le zeyqet derman bêne
mexlûqêkî ze’îfîn, fêrî genmî zerîfîn
be nanî co kesîfîn, be çake bin lawêne
me’lûme kes namênê, hemû ’alem emrênî
be řeḧmetî xot ya řeb be qatîman memrêne
ẍerîb û dił meḧzûnîn, hemû şêt û mecnûnîn
le qapî to meḧcûbîn, çawî lutifit hełbêne
małxuraw û me’zûrîn, îmsał hemû meẍdûrîn
be afat û me’mûrîn, ya řeb heqman bisêne
feqîr û giriftarîn, hemû dił birîndarîn
etba’î şay muxtarîn, nîhayetî ẍem bêne
’alemêkî bêhoşîn, mestî xwab û bêgoşîn
be şimşêrî qehrî xot, ya řeb memantirsêne
muqtedîr û karsazî hem ẍenî û bê nyazî
sa tu îmamî řazî em çerxe wersûřêne
ême her çend ẍeddarîn, řûřeş û lêwbebarîn
nexoş û derdedarîn, bê aw memanxinkêne
ême kurd û bê’arîn, piř kîne û nabarîn
ya řeb her çend bêzarîn, perjînî dîn meşkêne
kurd xerîk giřugałe, wek minałî yek sałe
bê quwet û kem bałe, mayepûç û bê şwêne
kurd taze tû deçênê, berd le bore derdênî
le coy nokend aw dênê, xuda başî bo bêne
bêçar û na’îlacîn be řeḧmî to muḧtacîn
umêdewar û řacîn, bê aw memanfewtêne
řezzaqî ka’înatî, bike def’î afatî
be pałewanî qatî ya řeb memanpirwêne
her çend ême ḧeywanîn, bê ’eqił û hem nadanîn
zor talîbî baranîn, ya řeb memanřencêne
řût û qût û bê tûkîn, nařewac û mehtûkîn
lenaw ’alema sûkîn, ya řeb diłman meşkêne
yaxwa baran bibarê, diłxoş bibîn becarê
be gułhayî beharî, seraser bîxemłêne
wextê ke herzanî bû, dił meylî sułtanî bû
şuẍlî ẍezelxiwanî bû, ya řeb memanşêwêne
to kerîm û řeḧmanî, be řeḧmetî asmanî
be musîmî nîsanî, nirxî eşya bişkêne
hem řeḧîm û karzanî, bo ’alemî însanî
be baranî asmanî baẍ û bustan berbêne
dînî îslam şîrîne, be nan diłî nûrîne
yařeb leser em dîne, ta heyn bimanjyêne
’alem diłî piř şore, xuda to řeḧimit zore
be řeḧmetî ’amî xot, zera’etman pêk bêne
xuda ger meylî bênê, le zîllet derman bênê
hemû afat emrênî, qadrêkî ḧeq sêne
ya řeb be bê baranî, kewtûyne perêşanî
be ’îlletî giranî, yařeb memanmirêne
’alem hemû şêwawin, ḧeyran û natewawin
be ayey la tiqnitiwaArabic, awî řeḧmet biřjêne
mexlûq leber bê nanî, kewtûne sergerdanî
ya řeb be bê baranî, mezrû’man mesûtêne
wîsałîPen name to nadanî, meke fîkirî bê nanî
ekewyewe herzanî, xwa erḧemu raḧîmînArabice