meḧmuwefenî ’ezîzim be’zê dermanim ewê

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  687 views
meḧmuwefenî ’ezîzim be’zê dermanim ewê
çun le sirmey mişk û honey mêş xewm lê nakewê
def’î ew dwaneş be dermanî melarî to ebêt
êste eynêrî ke řoje yaxo neyxeyte şewê
to ke me’mûrî melarît hem ḧekîmî lerzutay
lazme derman bikeyt, derman nekeyt lêrew lewê
gişt birîndarîn be nêşî mêş û mişk û mar û mûr
lazme gewrey melarî ta zuwe firyakewê
çawekem ba nełêmo zor gutin qur’an xoşe
ye’nî derman zor nenêrî lêt exwênim wek kewê
kem nebê dermaneket wa bê teşekkur hełgirêt
bêt û kem bêt hełyedêrim ta egate bergewê
min ke dermanî melarîm êste dawa kirduwe
meqsedim wa bû le ’alem pyawetî to derkewê
her çî leşmane be kêç û moryan bote birîn
xot ezanî êş û azar, her dû dermanî ewê
xwa dewamî feyselî sanî bida bo kirdewey
çunke bote muḧsîn û îsraḧetî bo ’am ewê
muxteser derman binêre bo wîsałîPen name řoḧekem
her ke nardit zor binêre, kem binêrî namewê