min ke mehcûrim le yaran bûmete nexcîr sê

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  480 views
min ke mehcûrim le yaran bûmete nexcîr sê
’eşq yek, me’şûqe dû, hem şahbazî pîr sê
cergî minyan zexmidar û pare pare kirduwe
xałî yek, çeşmanî dû, mujganî hemçun tîr sê
sînekem qurban ke ça bû çakî çakyan kird be sê
xettî yek, xeddeynî dû, dû ebroyî şimşêr sê
qelb û can û ten be carê her sê awêzanî sên
gêsû yek, egrîce dû, zulfeynî çun zincîr sê
ẍeyrî sê emnî nekirduwe mest û mexmûr û ḧezîn
saqî yek, hem camî mey dû, nalehayî zîr sê
werdî min te’rîfî sêye şeb çu bulbul ta seḧer
guł yekê, hem gulistan dû, şahîdî diłgîr sê
gewherêkî durcî zarî qîmetî sê kîşwere
çîn yek, şamat dû, hem kûreyî îzmîr sê
dû lebanî yare bê şek řeẍbetî dawe be sê
le’lî yek, yaqûtî dû, hem me’denî eksîr sê
yar eger meylî nîye ba’îs be sê çîze yeqîn
ḧusnî ew yek, qubḧî min dû, wazî’î tezwîr sê
kirdyan yek def’e sê şit ẍaretî bazařî dił
gerdinî yek, ẍebẍebey dû çeşmeyî piř şîr sê
bo ḧizurî bezmî yaran man’î min sê şite
zu’if yek, te’ney řeqîb dû, nuqteyî teqsîr sê
tacî şe’in û mîhrî ḧurmet durcî ’îsmetyan şikan
yek ẍerîbî, dû feqîrî, penceyî teqdîr sê
cewherim lekin be sê şit, sed şukir derkewtuwe
’îlim yek, neqşî ’emel dû, quweyî teḧrîr sê
ey diła ehlî xîred sê hemdemî da’îm heye
ẍem yek û ahî derûn dû, nałeyî şebgîr sê
ney wîsałîPen name hemdemit sê bê le sê ẍafił mebe
xwa yek û meḧbûbî dû hem pendihayî pîr sê