cenaba ewa min hatûme barê

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  550 views
cenaba ewa min hatûme barê
leser to lazme tebrîk carê
ke çunke herdû hem cinsîn min û to
serî’en wacîbe zû bêyte barê
mubarek badî qurban emrî şer’e
ebê lutifit wekû baran bibarê
ke bot me’lûm bû hatûm û nehatî
cerîmet bê şike ekirê becarê
eger tebrîkî menziłman nefermûn
ebî meḧkûm le sibḧey ta êwarê
ewa çaş ḧazre fermû temaşa
hemû cem’în lejêr sayey çinarê
le xizmet ḧezretî ça da be ḧelqe
hemû danîştûyn diłxoş becarê
’ecayb menziłêke cennet asa
le dewrî çayî gułřeng şekir ebarê
le beyna çayî gułřeng danrawe
mulewwen pyałe her wek le’lî yarê
muzeyyen menził û meclîs muřetteb
be dest û camê saqî guł’uzarê
meger baẍî îrem bête řefîqî
le her layê ebînî lalezarê
wîsałîPen name menziłit te’rîfî naye
le dinyada nîye emsalî barê