şew û řoj min be çawî eşkibarî

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  493 views
şew û řoj min be çawî eşkibarî
eřêjim eşk wek hewrî beharî
le herdû çawey dîdem temaşa
çilon xwên dête xwar wek awî carî
be da’îm çaweřwanim bo mulaqat
leser řêga be dîdey întîzarî
weha şeyda bû dił bo dîdenî yar
nemabû sebir û aram û qerarî
le ’eşqî yar şew takû beyanî
dił eynałan be nałînî huzarî
le nakawê be gwêma aşna bû
ke hatûn cem’î yarî guł’uzarî
meşamim piř bû yekbare be boyî
newîdî êwe wek nafey tetarî
minîş fewren be ḧasił bûnî meqsûd
becêm hêna kemala ḧemdî barî
temniname le qapî şahî wala
bibin musnednişînî ḧukmidarî
îlahî her be kamî arezû bin
nebînin qet şewî bê îqtîdarî
be şîrîn qasdêka nardibûtan
be wechî merḧemet be’zê dyarî
be destî min geyî în’amî êwe
qibûłim kird be tacî îftîxarî
ewa me’lûm bû lutfî êwe bo min
ke êsteş waye wek caran ebarî
îlahî her bimênin bo ẍerîban
ke řast û muxlîsin wek yarî ẍarî
le nêw çawanî pak û řewanî êwe
yekayek dyare asarî kîbarî
lizûm naka be te’rîf ey wîsałîPen name
nye muḧtacî enguşt mangî dyarî