bê ’etrî gułit bulbulî dêwane biłê çî

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  687 views
bê ’etrî gułit bulbulî dêwane biłê çî?
bê şem’î řuxt koşşî perwane biłê çî?
bê zînetî şimşadî qed û qametî berizit
cîlweyî ḧusin û lenceyî canane biłê çî?
bê şu’leyî xurşîdî xet û gerdinî safit
fanos û çirayî şahane biłê cî?
ta çawî xumarit sebebî řaḧetî dił bêt
awazî ney û nayî, le meyxane biłê çî?
bê koşşî seyrî ḧeremî ke’beyî ḧusinit
derwêş û hemû saknî bitxane biłê çî?
bo maçî demî toye diłî ’aşiqî miskîn
wa xeste û ẍemgîn û perêşane, biłê çî?
lew fesłewe dûre le gulistanî wîsalit
dił mat û melûl kewtuwe, bê cane biłê çî?
bê camî wîsałî to, zemanêke wîsałîPen name
mecnûn û serasîme û ’uryane biłê çî?