ke tom nasî

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  1129 views
perîy xeyałî hemîşem
xway diłdarî tazepîşem
xulyay germî herzekarîm
taqaney berî diłdarîm
firîştey jyanî tazem
goranîy xoşî awazem.
***
temî xemî berî çawim,
winbûy naw diłdarî nawim:
řojanî ewsay řabirdûm
diłî bêhestî wek mirdûm
goşegîrî û gyanî tengim
serapa jînî bêdengim
ke tom nasî lêm beder bûn
wek nemdîbin lêm beserçûn
ke tom nasî sozî gyanim
sařêjî kird zamî janim.
ke tom nasî aşî bextim
kewtewe geřî xoş wextim
hewrî nasorim twayewe
’umirim le nwê nûsrayewe
perîy xeyałî hemîşem
xway diłdarî tazepîşem.