dû wêne

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  790 views
beyanîy dîm, wekû behar ser liqî ał bû
bo newrozî mijdey jyan, nêrgizî sał bû
geşey gyanî le baweşî daykî şadîya
wek cirîwey dem estêrey xoşî samał bû!
***
beyanîy dîm, bizey lêwî wekû mangeşew
ser řûmetî gomî şînî hîway maç ekird
cwanîy siruşt, dinya hemûy bo şoxêtîy ew
leber pêya, damabûn û sucdeyan ebird!
***
êwareş dîm, wekû payîz kiz û zebûn bû
leşî cwanî, xorakî diřk bo zebrî berd bû
bizey lêw û geşey gyan û awatî derûn
nimê firmêsk, axêkî qûł, řengêkî zerd bû!