selamî min mîsalî befir û baran

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  326 views
selamî min mîsalî befir û baran
leser to bê melay sîweyl û alan
lepaş ’erzî selam hoşt be xo bê
be kurdî pêt ełêm ey canî canan
we çake zû bikey îslaḧî karit
be xoşî pêt ełêm îmřo be nîhan
be şer’î mistefa û emrî qanûn
be ře’îy ehlî xîbre û ehlî ’îrfan
mumeyîz be le beynî curim û ḧepsa
qeraryan da becarê ehlî e’yan
bifermû îxtyarî yek le emreyn
cezat pê xoşe ya xud ḧepis û tałan
xulase êste wa mes’ûlî zeḧmet
be sûkî tebre’e bikirêy le ’îsyan
mełê gwêz û mirîşk û mêwij û hermê
eyan nêrim be dyarî biçne meydan
eguncê ew deme serfî nezer kat
we’îlla zeḧmete ’efum be asan
be kurdî pêm witî xo min *****Missing nîm
emane tuřřehatin ey bira gyan
mełê îtir emin ehlî ’emamem
mexwêne bom ḧedîs û we’iz û qur’an
mełê pênc şeş mirîşk û dû hezar gwêz
be dyarî boy ebem xom eçme małyan
ke kabra çun çiłês û saf û şête
ke çawî kewt be gwêz û murẍî cwan cwan
ełê qeynaka em careyş ’efû bêt
biçêt û danîşê wek carî caran
eger çî wek xulepîze becarêk
bixiwaMissing hemû małî sîweyl û alan
diłî xot xoş meke bem wirde fikire
betałe her çî fikirê bîkey el’an
emane hîçî lay min pare naken
ke xoş nabim le to herwa be asan
le efkarit wîsałîPen name nabê temînMissing
eto karêkit kird derçû le wîcdan