sibḧan min yimut almiluk û alimsakîn

zelîlî karjoley wîsałî bedem şahênewe
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 4 minutes  618 views
sibḧan min yimut almiluk û alimsakînArabic
û laybiqî min alḧî swî rib al’almînArabic
diłxoş mebin be dinya, be řûxoşî û pêkenîn
qeḧbeyekî bê ḧeya ’edûy hemû ehlî dîn
ne enbyay hêştewe, ne zumreyî ’abdîn
hemûy kuştin seruber, nema yek le ewwelîn
le dwa ewan ew sege be şimşêrî řiq û kîn
řûy hicûmî kirde ser em ummetey axrîn
yek be yekî meḧû kird le esḧab û tab’în
beqay nebû ew sege bo tewawî ’alemîn
kwanê şahî eskender, kwa suleymanî zemîn?
kwa text û tacî cemşîd, kwanê şeddadî bê dîn?
kwa peşeng û keyqubad, kwa řostemî sehmigîn?
kwa ’edlî newşîrewan, kwanê cûdî ḧatemîn?
kwanê pîrî konesał, kwa cwananî nazenîn?
hemûy cûn û qûtî dan, ew le’înî na’emîn
le eweł takû axir em qarbey cadûkar
neyhêştewe ẍeyrî sê le ’alema yek deyyar
xałî nîye le ḧîkmet îşî xudayî qehhar
ew sê keseş ke mawin ełbet tya heye esrar
dinya û nefis û şeytan, her sê wekû segî har
dujminî cînin û însin, heta axir be asar
ta înqîrazî ’alem her fîtnecon û mekkar
xuda biman parêzî le şeřî ew sê le’în
bira ewane řoyîn biřanewe be yek car
necatyan bû be her cor le çing dunyayî ẍeddar
xuda ewan û êmeyş her çî heye îmandar
curmî hemû ’efû kat bîcahî şahî muxtar
wîsałîPen name medwê îtir le beḧsî şah û xunkar
beyanî metłebit ke û řazî diłit aşkar
basî zistanî îmsał, bêne meydanî îzhar
çî kird be toy feqîr û be sa’îrî ’alemîn
ba muxteser ’ezîzim bot bikem beḧis û beyan
tiřî biřî le gya û dirext û dar û ḧeywan
tiřî hemûy becarê, biřî bendî zumustan
ḧeywan gelê bû ewweł heł’epeřîn le xoşyan
emsal emanut exoyn, do û řonî bê saman
ke çî le axrîda hemûy kirdîn małwêran
le sed pêncî dernekird, ew załmey bê îman
dewlemendîş wek feqîr hemû mat û dił ḧezîn
mîn cumle êmey hejar ẍeyrî bizin çwarde kar
hemû mirdin le serma pakî řeq bû wekû dar
îtir lew çwarde kare mayewe taqe yek kar
ewîş hełman girtibû bo nimûney řojgar
qeza şahênî bo nard birdî bo şam û nehar
ya xwa be sindanî bêt, lêy bibê be zehrî mar
çunke biřî qareker le derk û ban û ḧesar
bełê řazîn be emrî xuday rib al’almînArabic
bo fewtî ew karjole lazme ey biray dîn
ba hemû kobînewe be carêk boy bikeyn şîn
nabêtewe şitî wa ’eceb layq û şîrîn
her wek ẍezalî seḧra neşmîl û cwan û nexşîn
bo xususî te’zyey sê řoj ebê danîşîn
çunke buwete sunnetî ewwelîn û axrîn
terkî sunnet ba’îse bo su’alî řojî dîn
şukir ya řebbî řazîn, leser em bełay mubîn
lepaş fewtî ew zate wîsałîPen name dił perêşan
taze be umêdî çît? le dinyayî piř zyan
wextê ke dinya nema bew newcewanî zeman
çunke le dinya nebû şikłî perîş wa cwan
lam waye her melek bû xwa birdîyewe asman
wextê ke teşrîfî ew ’urûcî kird lem mekan
yek leḧze ẍafił nebû le tesbîḧatî subḧan
dengî zîkirî egeyye asmanî ḧewtemîn
be dił gwêtan le min bê ey zumreyî musłimîn
wextê beła hate xwar lelay cîhan aferîn
îtir bo kem bê ya zor, le efradî ’alemîn
řeza bin her wekû min, mebin diłteng û ẍemgîn
her çend muhîm bû fewtî ew karjoley nazenîn
çunke emrî xuda buwe destim kirde pêkenîn
wa pêm gutin bo xuda mes’ûl nebim řojî dîn
û ma ’ilî alirsul ala albilaẍ alimbînArabic
ew wexte hîcretî kird ew ḧezretî le dinya
be yek def’e seraser ’alem hemûy xiroşa
endamim kewte lerzîn, witim qyamet hełsita
diłim le boy esûta, çawanim boy egrya
ewendem mabû serwet, ewîş axrî fewta
îtir taze be min çî meřî ḧemey ’elî aẍa
ẍem mexo ey wîsałîPen name çun mi’ al’isir yisraArabic
sabîr be bew musîbet alilh mi’ alsabrînArabic