biragel mijde bê lêtan lelatan

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  531 views
biragel mijde bê lêtan lelatan
ewa řoyî řefîqî bê hewatan
bekul bigrîn ledwa ew yare teḧqîq
nîye wek ew le dinya canfîdatan
ke gułşen xałye îmřo le ẍunçe
ebê çi bika huzarî bênewatan
be bulbul germ ebê bazarî ẍunçe
lela em her gułe xarî cefatan
êtir her êwe bin, ba ême derçîn
bebê ême nebê neqis û nîmatan
be fewtî ême ya xwa êwe dûr bin
le derd û ẍem lejêr sayey humatan
’ezîzim maçî lêwit def’î derde
le ’aşiq qet meken men’î dewatan
be naḧeq ḧeq nîye řû werdegêřn
be naḧeq memkujin êwe û xudatan
wîsałîPen name lêre derken ba nemênê
eguncê bew bibê def’î bełatan