çunke min kurdim be kurdî pêm biłê yarî ’ezîz

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  915 views
çunke min kurdim be kurdî pêm biłê yarî ’ezîz
metłeb û ’uzirit çîye giştyan be carê bêne řîz
min heta key lêt qibûł kem? bêwefayî ta bekey?
me’zeret meqbûl nîye êmřo lela ehlî temîz
beynî emin û to wehabû lêm nepirsî def’eye
çił şewe kewtûm nexoş û mat û dił meḧzûn û zîz
serwetî xotim becarê bo binêrî namewê
çunke dinya hîçe la min, bê behaye wek peşîz
ta zuwe bo meḧkemey kubra ḧazir bibe
çunke de’wa dwayî nayet takû řojî řestexîz
ey wîsałîPen name besye boy danê ceza ta ḧez ekey
çayî sindûqêkî gewre, şekirî lenden no qefîz