geřanewe

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  1141 views
şîrînekem, sibey eřom, becêt ehêłim
řêgay dûrî geřanewey nasor ekêłim
axî xozgey yadgarîy kurt heł’ekêşim
firmêskî dił lenaw şewî pestima enêjim
eřom berew şarî bê dił, şarî bê behar!
çaweřême jûrî tenyay dostî giriftar
çaweřême małî bê toy, çołuhołî dił
çaweřême asoy bê xor, temenî bê guł
çend řojê bûn, wek pepûle kurt bû temenyan
nesrînekem mał’awa bê, xewê bû dîman!