her bilukêkî ’ecem ḧakmî mem jakne bê
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
1 minutes
937 views
her bilukêkî ’ecem, ḧakmî mem jakne bê
muxteser perwerşî řoḧî be awî sine bê
naybî: «bawe biłanê meke min xwem ekefim»
munşî başî: «şeketim», nazrî: «memtoqne bê!»
cem’î serkarî tifengidarî lebo řojî mesaf
tîr û qełẍanî hemû simit û serî hocene bê
sefî pêş xizmetî ebro be xene û wisme kişaw
dest û pêy men tebe’ û nokerî ẍerqî xene bê
namewê lezzetî ew xake, cehennem le sefay
dey dûsed mertebe gûy mam xile lew meskene bê