eger bê xermenî ḧusnî beser bê
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
1 minutes
728 views
eger bê xermenî ḧusnî beser bê
debê dił bo zekatî ew beser bê
dega destim be mî’racî wîsalî
le řûya ger be leb şeqqulqemer bê
şeker wextê ke lafî lêwî lêda
çeney şekker şika ta neyşeker bê
deka terkî xeyałî xałî leyla
eger mecnûn le ḧusnî baxeber bê
mutewwel bû serî zułfî le řûya
biřî, ta muxteser řêgey nezer bê
wekû behrame tîrî çawî mestî
ke wa nemdî le dił carê xeter bê
le gencî xesrewî cem bê nyazim
eger destim kemerbendî kemer bê
wekû min tobe eşkênê be lêwî
xisûsen ger mezey maçî leser bê
kem û kurtî be ’adet çake emřo
ẍezel ḧusnî lewaye muxteser bê
huner amêze narîPen name şî’rekanit
meger lay bê huner bê mu’teber bê