ḧuccetî mułkî letîfî xet û xałî řûyetî

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  723 views
ḧuccetî mułkî letîfî xet û xałî řûyetî
nûrî îsbatî letafet neqşî ḧełqey mûyetî
řûmete ya çînîye, ya lewḧî mîna, ya sedef
ya be ahî serdî ’aşiq awe xo, bestûyetî
perçemî cezbey diłî kirdim lebo şu’ley řuxî
řihberî ateşperestî, tuřřeyî cadûyetî
seyrî xendey lêwekey bo diłnewazî çî deka
şeřfiroşî gerçî řesmî nêrgisî bedxûyetî
çawî mestî qabîzu al’erwaḧArabice lêwî wek mesîḧ
kuştin û îḧya be çaw û lêwî her ew, bûyetî
men’î qed nakem le xwên xorîy ke şêwey çawîye
kuştin û qetłî be naḧeq kar û pîşey zûyetî
neşterî ẍemzey le cergim da û be giryem pêkenî
ẍunçe pişkûtin be şewnim, ’adetî pêşûyetî
dîcleyî seylî siruşkim ḧedid û payanî nema
şahîdî bê ẍayetî lîte û quřî pêłûyetî
qametî narîPen name be kołî mîḧneto wa xem buwe
textî pîşanî hemîşe hemdemî zanûyetî