heta sayey be hemsayey huma bû

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  529 views
heta sayey be hemsayey huma bû
huma wek sêberî bê saye mabû
witim zexmî mujey dermanî merge
ke çî fermûye derdî bê dewa bû
meger ’umirim le bo wesłî be badem
ke şaney perçemî badî seba bû
be giryem pêkenî û dił kewte xende
ke ye’nî ’uqdeyî muşkîl guşa bû
tirazûy zułfî řoj û ḧusnî kêşa
tefawit her le erzo ta sema bû
xetî tuřřey şiksitey boye ḧel bû
le şewda kułmî bê şem şewçira bû
nema meylî be ça saqî lemêda
şekerxende be řengî mey ke ça bû
eger kewser le ’aşiq men’e bo çî
xemî zułfî kemendî ewlya bû?!
ke tewqî ẍem ezel teqsîm kira dîm
ewî tewqî le milda bû mela bû!
le genc û dewłetî nezim û ẍezelda
wekû nalîNamed-Entity ẍenî, narîPen name geda bû