xemîy piştî benî adem be barî jin nebû çî bû

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  564 views
xemîy piştî benî adem, be barî jin nebû çî bû?
esasî ẍurbetî adem, be barî jin nebû çî bû?
eger harût û marûtNamed-Entityn, le çahî zîlleta cûtin
be fîtney çawî mestî piř xumarî jin nebû çî bû?
eger qabîl be qatił bû, le ḧeq bê meyl û ẍafił bû
sebeb gułzarî řuxsarî ’uzarî jin nebû çî bû?
le kêwî bêstûnNamed-Entityy mîḧneta, ferhadî bê me’wa
perêşan û peşêw û daẍdarî jin nebû çî bû?
nemamî kewkebey şîrîn le wextî mîhrî firzendî
leser baẍî gułî bos û kenarî jin nebû çî bû?
eger bêjenNamed-Entity muqeyîd bû le çahî şahî turkana
be ḧelqey dawî zułfî xar û marî jin nebû çî bû?
eger mecnûne, şeydaye, be şêtî wêłî seḧraye,
be dił řencûr û bê sebir û qerarî jin nebû çî bû?
le zîndanî cefada, bê sefa ma, mahî ken’anî
be mekir û dawî tezwîrî bekarî jin nebû çî bû?
mela wek taqmî şêx û begî damaw û bêçare!
ser’efgendey çepok û derdedarî jin nebû çî bû?