çawekem lade le ser kułimit nîqab

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  876 views
çawekem lade leser kułimit nîqab
ba xecałet bê le řûta aftab
mestî ’îşqim, pêm mełê mestî meye
’aşiqî bêdar û sermestî şerab
wa be şu’ley agirî řuxsarî to
cerg û dił birjawe bo to, wek kebab
zułfe, ya mare, leser gencî řuxt
dûkełî ahî mine, ya mîşkî nab
naybiřêto dadî min, ya zułmî to
ẍeyrî ḧukmî meḧkemey řojî ḧîsab
perçeme, ya tuřřeyî şahaneye
ya sewadî nameyî ehlî ’ezab
sehme ya mujgane ya tîrî qeza
lêwe ya yaqûte ya le’lî muzab
qewse ya ebroye ya şimşêrî zał
ya kemanî řosteme piř pêç û tab
bo nebû řeḧimit be ḧałî min demê?
ta bekey çawim le narîPen name îctînab?