řojî ’îşwe û ’îşret û ’eyş û tereb

bo babe ’elî kuřî şêx meḧmûdî ḧefîdzadeye beboney nyazî jin hênanyewe le kîjêkî ’ereb
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  536 views
řojî ’îşwe û ’îşret û ’eyş û tereb
ey mubarek bê le to şoxî ’ereb
lem meqame lazme tebrîkî to
ger ḧerîfê bê kiç û ’alî neseb
dem wekû guł, ẍebẍebî her wek turenc
qametî wek nexil û memkî wek řuteb
kafîye bo suḧbet û hem şafîye
bo ẍemî tenhayî û şîrîn leqeb
qewsî ebroy wek kemanî ḧeyderî
řûy be lûsî her wekû lewḧî zeheb
bîgre û bîxe û giłołey ke wekû
kûlekey dewrêş û xurma û ’eneb
bîxe şîwen her wekû bawik nemaw
çirke çirkî pêxe wek çîtî ḧełeb
bîxere jêr ḧemleyî ḧemdanewe
bîke gałte û têy tirincêne be gep
sûrî ser xiř bêne řeqis û pêkenîn
lûtî hełmasê û řeqî ke wek ḧeteb
bîdere ber zergî tîjî qadrî
pêy bikêyşe ḧey ḧeyî ya lîl’eceb
her wekû ḧekkakî dana heł kene
nexşî wamit le lêwî ew be qep
her wekû coła şepîtkey pêwe de
labere perdey sera perdey edeb
mesłeḧet waye «qil»y lê bikey be «fil»
ta heta mawe le to negrê ’eteb
ḧemleyî şêrane çake ta biłê!
înh lîs şicî’ mintixbArabic
dûr le to narîPen name be bêkes maweto
bê ḧewas û ’eqił û îdrak û edeb