mela baqir mela baquř be her dû dest be serda da

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 3 minutes  1292 views
mela baqir! mela ba quř be her dû dest be serda da
lemew la ta ebed nabê serî bê mû, be berda da
bebê bûn û wicûdî mustemî’, xarîc le qanûne
emîn almîlleNamed-Entity bo çî we’zî pûç û bê semer dada
debê bo çî biken baweř ke ’alem dujminî şêxe
şeker ew wexte meqbûłe, ke hemdem bê legeł çada
wekû min bo ẍułamî ḧezretî şahî ḧîsameddîn
egerçî sozî perwane şu’a’î qet be şem nada
tuceMissing bo diłî dana û ’aqił çake nek cahîl
peřey guł dête cunbuş, nek xerarî mû le ber bada
biřo derwêş! de fîkirî luqmeyî şam û neharit ke
řewacî çawî to, neqsê be yaqut û guher nada
debê dana be ’îlmî me’rîfet hengamî îḧsanî
be tûtî: qend û, bulbul: guł, be wiştir: xar û, ga: ka da
eto fîkir û xeyałit, meşkeřeş bû; key debê piř bê?
emin serfî ḧyatim bû, le keşfî ’îlim û teqwada
lebo teḧqîq û ḧîfzî mes’eley şer’î le qur’anda
eto nûnit le ber kird û emin cîlwem be tahada
be pirç û zîkir û mar û def xewarîq xerqeyê najî
lîbasî sełtenet řanî wîlayet wa le ber şada
’eqîdem sabîte û batił nîye êjim heta mawim
le hengamî fîraẍet, ya le wextî şor û ẍewẍada
biha’aldّyinNamed-Entitye mewlame, ḧîsameddînNamed-Entitye aẍame
çi aẍaye ke sułtanîy be feřřaşanî derga da
xeyałî xawe, cezbî dił, be zerg û wirgî çuçanî
meḧałe marî ce’lî mudde’î îlzamî mûsaNamed-Entity da
bifermû ta xelîfet řesmî însanî becê bênê
le her laye nełên seyîd, be nesxî şer’î fitwa da
be tenya tif lenêw dem kirdin û qendaw derxistin
xełk řût kat û parûy zil le sedrî û goştî şek bada
xetay toye le nêw pêstî meřa gurgit le meř berda
etoy letmet be «şahî neqşibend» û «ẍewsî beẍda»da
xuda wextê ke kirdî qismetî wez’î hemû ’alem
ḧewasî dûy be eḧwel, řesmî bê şermî be e’ma da
be dił qurbanî alî ’arfim, şer’en be te’zîmî
ẍułamî seyîdêkim min le şer’î ceddî la nada
terîqey qadrî key zîddî eḧkamî şerî’et bû?
xuda dêwane řûřeş ka, ke cařî da be dinyada
ẍerez diłsozim û takû be min seyîd nełê sozî
leber çî to le ewladim seḧîfey we’zî xot lada?