bê qebaḧet ger ḧewałey tîrî mujganim eka

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  1919 views
bê qebaḧet ger ḧewałey tîrî mujganim eka
men’î nakem, xoşe firyadim, be xoşxiwanim eka
min ke mecbûrim, be meḧkûmî ẍułamanî derî
şořşî ’îşqî řuxî, muḧtacî derbanim eka
ger be tîrî ’îşwe cergim pare ka gahê be naz
małî awa bê be xendey lêwî dermanim eka
min şikatî diłperêşanîm le gêswî kirduwe
ew ḧewałey meḧkemey zułfî perêşanim eka
min be xoşxiwanî ke meşhûrim le baẍî ’îşqida
ew be suxtey bulbulî bê nutiq û nadanim eka
min le goşey medresey ’îşqî, mesa’îl ḧel ekem
ew be şagirdî xelîfey dersî tîflanim eka
min be ummêdî ’eqîqî lêwî ḧekkakî ekem
ew be tîflî ’aşiqî narincî bostanim eka
ba muşîrî çawekey pirsê le xunkarî mujey
leşkirî ẍemzey leserçî tîrebaranim eka?
gułşenî ḧusnî ke çunke awî eşkî dîdeme
xettî ře’dî nałe û giryan û baranim eka
mîm demî û elf bînî, çîme zułfî ’enberî
ta wezîfem bê le řûya, bendefirmanim eka
wa muşewweş bû, wekû ḧałim, xeyałim naryaPen name
herwekû weḧşî, beşer weḧşet le dîwanim eka