řojê be ’ezmî şikarî nêçîr
řawî nêçîrê
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
1 minutes
500 views
řojê be ’ezmî şikarî nêçîr
kirdime şanim tifengî pênc tîr
xerîtew çetał esbabî şikar
poşam be bała le serta bexwar
çûme şikargay carî caranim
xom xiste ḧaşar bo nêçîranim
le nakaw gurgê řêgey lêgirtim
be qesdî xwardin yexey pêgirtim
destim le kar da hełmetim bo bird
dû sê fîşekim bo řewane kird
be zorî gulle gurgim kird hîlak
mêşkî têkeł bû legeł xwên û xak
ke dîm bêçokey xeylê ẍemgîne
le daẍî babî dił piř birîne
diłim neyhêna bêçuley hejar
her wekû babî bikem giriftar
hênamewe mał be keşk û penîr
be goştî birjaw be qeymaẍ û şîr
perwerdem ekird bê sizaw zerer
ta wekû babî bû be hełmetber
nazanim daẍî kuştinî babî
le diłya mawe û herwa le yadî
le bo ḧeqî xoy wa firset bîne
bo qesas sendin her le kemîne
naẍafił wek mar ała leřanim
piř demî biřî le goştî gyanim
ax le bo kesê desî kewt dujmin
řeg û řeçłekî derbênî le bin
gewre nekujî û biçûk cêbêłê
bibê be agir berbê le xêłê