cejnim ẍeme yaxud esef badem tałe wek zehrî mar

From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 1 minutes  587 views
cejnim ẍeme, yaxud esef, badem tałe wek zehrî mar
ten suxte û dił ḧezînim le fîrqetî yar û dyar
ten zamdar û dił sipêrim le bo te’ney řeqîbanim
kunkun buwe cerg û diłim, her wekû ney eka hawar
le řastîda min kesêkim le naw ordûy derd û ẍema
feqet emro berze şanim, ferîq û سپەە salar
ewsafî xom ger beyan kem le bo îwe be muxteser
گەە fa’îl û گەە ’amîlim, gahî cambaz le nawî şar
ẍemim zore, ẍemî êweş ke bê meylin bote serbar
xwaye dur bin le musîbet, hem le bełay řebî setar
da’im ełêm be řoj û şew esi’d alilh eyamkimArabic
mubarek bê le bo êwe cejnî emsał her wekû par
ba mezłûmPen name yiş le ẍurbeta cejnî ẍem bê û xorakî derd
bê behre bê le dîdartan heta řojî dîwanî kar