êwarey ẍemgîn

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  1107 views
xorinşînî asoy behar
le xwênawî awabûna
wirde wirde eçête xwar
kiłpey dwayî le derûna
esûtênê bo şewî tar.
***
ełî: bûnî em dinyaye
wekû tîşkim etwêtewe
kam şewqî cwanî řûy dinyaye
wek henasem ebřêtewe.
***
kam behar zor şeng û şoxe
kam awatî dił qeşenge
kam dinya piř le xoşîye
dûr le řengî řeşpoşîye
ebřêtewe, awa ebê
řojî lenaw şewa ebê
***
êwareye dinyay cwanî
wekû sawayekî diłpak
bizey mijdey ser lêwanî
arame bo gyanî řûnak.
***
minîş tenyam le qedpałê
serincim winî asoye
diłî piřim, wek minałê
xeyałî wa le şwên toye.
***
derûn be axî nakamî
peste wek seywanî matem.
siruşt baweşî aramî
girtotewe bo em katem.
***
erxewanî gyanî pestim
diłnyayîy diłim eka
le nêrgizî bîr û hestim
honrawe bo to řêk exa.
***
hezaran yadî řabirdû
lenaw bîrma yen û eçin
wek estêrey řê winkirdû
le hewrî xemma win ebin.
***
de ey êwarey xorinşîn!
mełbendî tasey tenyayî
ey cênzirgey matemîn
le xor bike maławayî!
***
minîş wek to le asmanî
na’umêdîy diła wêłim
wek to beharî jyanî
temenkurtîy cê ehêłim.