goran

be yadî bîrewerîy çwar sałey koçkirdinyewe
From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  891 views
1- le mirdinya:
hetaw řengî hełbizřika
bû be giře şiney hewar.
xwên le çawî aso tika
řijaye ser goney behar.
***
cirîwey şî’rî pirşingidar
zerd hełgeřa kewte lerzîn.
pepûley êskisûkî yar
beser guła kewte girîn.
***
bizey mangeşewî asman
leser befrî lûtke tera
dengî qaspey berew kwêstan
bo germyan řûy wergêřa
***
nêrgiz çawî sipî sûr kird
diřk çeqî le wenewşe
ba, guławî dem hengî bird
kewte henisk gerûy wişe.
***
geşey şewnimî berbeyan
leser gełay xem twayewe.
qijî firîştey şî’rî cwan
le erxewan ałayewe.
***
terzey jêr dewen û biniçk
areqî kird be cêgey gił.
baran nimey tasey tik tik
ebarane ser popey çił.
***
kiřêwey zistanî hewał
hêlaney bulbulî şêwan
hewrî řeşî řûgirj û tał
beser samała eygirman.
2- le yadya:
lepepûley naw baxewe
bo gułałey kej û nizar
le hengezerdey şaxewe
bo ser geła û bo gwê řûbar
***
le cwananî bê nawewe!
bo şoxuşengî derkewtû
le wenewşey xizawewe
bo gułebaxî serkewtû
***
le qijî zerdî xawewe
bo ser lêwî erxewanî
leser kułmî geşawewe
bo çawî şînî asmanî
***
be gwêy yeka eçirpênin
şî’rî «goran» exwênnewe
lew wişane milwankey jîn
bo kirdigar ehonnewe.