lemew lawe meger barî qeza bê
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
562 views
lemew lawe meger barî qeza bê
diłî min mubtelay cewr û cefa bê
gunahî çî bû ey şoxî sitemkar
be destî cewrewe dił mubtela bê
eger mirdim gunahî min be estot
ḧîsabî mîḧnetim yum alcizaArabic bê
demêke xom eparêzim le diłber
biłêm çî ger bełayî labela bê
heta mawim le dunyada le ḧeqqim
eger çakî neka çakî kewa bê
ke çûm çûnim nehate ta qyamet
meger gerdim bedem badî seba bê
le dunyada nebû kes lêm bipirsê
meger dadim le dîwanî xuda bê
le řûyî merḧemet řojê ezanê
le ḧałî min eger saḧêb wefa bê
xeyałî şewqî řûy mestî nekirdim
dexîle saqya zû ke şerabê
şerabî axrî řojim binoşim
îtir ba derd û mîḧnet întîha bê