saḧîba řêkewte bo bende helêkî nadre
bo mamosta şêx miḧemmedî xał
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
554 views
saḧîba, řêkewte bo bende helêkî nadre
em dû sê nezmem lelatan ger bimênê xatre
hemnuşînî ehlî ’îrfan, me’rîfet peyda eka
şemsî řûyan bo girohî ehlî wîcdan zakire
şem’î cem’î ehlî ’îlim û nasîḧî xîr albişirArabic
medḧî çî key neqşî neqqaşî ezel boy zahîre
çî beyan kem min beyan xoy pêşřewî řûnakîye
’almî ḧeqbêje dyare piştî dunya û axîre
ḧeq ebêjim şerte ta mawim le ḧeq hîç la nedem
nefî bikirêm ger be swarî baxîre bo qahîre
ḧimdillihArabic wa nemamî baẍî pîrim pêgeyî
şahsiwarî mułkî ’eqił û hem le ’îlma mahîre
medḧî ême ya hîcay naḧez çi te’sîrî heye
gewherî cûdî le deryayî wicûda zahîre
tercumey ḧałî zehawî mûcbî fexir û zeme
lutifit fermû ta ebed bende le lutifit şakire
xetme îtir ey nejadî pîrî ew «xał»ey ke wa
murẍî řoḧî wa le gułzarî îremda ta’îre