sê hełbestî tînû

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  1272 views
1
şewgar tałe, derûn peste
estêrekan kiz û zerdin
xem lay jyan xoşewîste
şî’irim kewte eşkiřiştin.
***
payîz le gyana mîwane
behar gełay sewzî werîy
darî yadim erxewane
boye emşew bekuł egrîy.
***
estêreyek sûk çirpanî
be gwêy diłî kas û wiřda
witî: çîte perêşanî?
wa gyan ekey be naw giřda?
***
be nûzeyek weramekey
piçiř, piçiř, hate derê
witî: dyar nîye namekey
dengî xoşî nagate gwê.
2
wityan: nêrgiz bem çileye?
witim: namey yarim pêye
wityan: şemał bem qirçeye?
witim: bizey ew kiçeye.
wityan: xunçe bem xezane?
witim: serçawe her gyane.
lêyan pirsîm: endazey dił
bo ew çende xoşewîstî?
witim: aya pepûle û guł
qet emeyan le yek pirsî?!
***
lêyan pirsîm: şî’rekanî
baxî emsałit řengîne.
witim: çunke çawekanî
mangeşewî ber nûsîne.
3
hemûy tenha wişeyeke
ejî lenaw naxî gyana
bełam şiney geşeyeke
baweş eka be jyana.
***
pîtekanî şeşî wirdin
şepoln bo şî’rî tazem
yan şeş telî xoşî kirdin
bo mosîqay piř awazem.
***
şeş cigergoşey azîzin
şeş minałî êskisûkin
lenaw baxçeyeka řîzin
leser ziman xoş û sûkin.
legełyana ejîm, eřom
pê’ekenin, xem exon bom!
bebê ewan, nûsîn lałe
pexşan, çêjî tifit û tałe
bebê ewan, em dîwanem
berhemêkî kirç û kałe!