3

From the Book:
ÇekuşWeşênî ŘoɫeKujraw
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 15 minutes  860 views

― feraz çîy beser hatuwe? aya kuştûyane yan? aya daykêk ta key detwanê em derde hemwar bika? tikaye kawe pêm biłê feraz mawe yan kujrawe?

― leserxo be afret. leserxo be. meger tenya ferazî toye bedest em diřindane kujrawe?! le hemû êrana daykan koskewtûn, hemû kes tazyebare.

― yanî kuřekem kujrawe... ax feraz... ferazî cwanim... daykit paş mergî to çon bijî...

― megrî megrî daye gyan, eme çarenûsî êmeye... bełam emin bo çî wa ełêm... çon negrî.

―ha... besyetî îtir besyetî... êwe bem şîwen û giryane, gyanî feraz azar eden. feraz namrê ew fîdayî řêgay azadîye. hergîz namrê. eger emřo řwałetî le pêş çawman la çuwe, lenêw diłmanda dejî... ax feraz mergî to çend girane, bełam řût sipî bê kuřim wek řûy mirovayetît sipî kirduwe... dirûd bo gyanî nemirit... ferazî min řołey dilêrim, kułî diłî bawkî pîrit pêşkeş be gořî sard û siřit. êtir zayełey pêkenînit nayete ber gwêm. bawkî kiłołit be mergî to somayî le çawî biřa. to bayîdartirîn dyarîy êmey bo şořş û azadî. le gořeketa be asûdeyî bixewe. mergî to zor zor zor xesar bû, kuřim.

***

― ah... xudaye, feraz?

― dirûd bo kawey mezin.

― a... dirûd kuřim... ay a... emin çawim dirust debînê?

― çawî hełoy çyay kalîdî hergîz be hełe naçê.

― bełam kuřim feraz?

― ax feraz řołey şîrînim...

― mîtra, tikaye to xerîkî behoşewehênanî daykî kardo be... feraz, çawim be dîtinit řûnak bowe... biłê... biłê bizanim, kuřim çon řizgar bûy?

― ax babe... zor şeketim, demewê bixewm çend şew û řoje nexewtûm... herçî detewê le kardo bipirse... ta... demewî bixewm babe...

― xewî lê kewt, tenya ew buwe twanîwye xo leberdem hemû şiknice bigrê... baştire bixewê!

― dey kuřim to bom bigêřewe feraz çon řizgar bû? min becarê diłnya bûm ew kujrawe.

― řamho bû be hoy řizgarîy feraz. ew hewałey da be min ke feraz nemirduwe. minî řênwênî kird bo zîndan û řizgarim kird.

― aferîn kuřim aferîn, beřastî nawî kardot xesar nekirduwe. nazanî daykit le çi ḧałêkda bû. min mecbûr bûm ke pêy biłêm feraz kujrawe. ew bêçare dîtit ke be dîtnî feraz bêhoş bû.

ew xerîke dêtewe hoş. lam waye baş nîye lem ḧałeda çawî be feraz bikewê.

― kiçim?

― bełê!

― to leřadebeder mîhrebanî, xwa bitparêzê kiçim.

kardo yarmetîy bide, daykit berne hodeyekî tir. hadey xêra ken... dey, bîbene hodeyekî dî.

***

― ax feraz nazanî dûrîy to çende bo min giran bû? betaybet katê qaw kira ke toyan le jêr şikenceda kuştuwe, çende nařeḧet bûm. emwîst bimirim. jyan bo min bê mana bû, tenya diłxoşîdanewey bawkit bû ke bergirî le xokuştinim dekird.

― a... toş xêra baweřit kird ke min mirdûm? ha... axir nedebû bîr leweş bikeyewe ke feraz carê hîway zorî be jyan heye û bem zwane nayewê bimrê!

― na... hîç kes nayewê bimrê feraz, bełam merg lem qisane napirsê feraz.

―h...h... mîtra behełe çûy. merg le beramberî wîstî pyawane pest debê. merg hî ew kesaneye hîway jyanyan namênê û mil bo mirdin keç deken. ême beharêkî xoşman lebere, beharêkî piř agir û guł, piř agir û guł û şînayî. beharî ewîn û diłdarî û řizgarî... ax xudaye... le mêje melî bize le hêlaney lêwanman tarawe... bełam legeł em hemû çareřeşî û kiłołîye, dengî cirîwey melî newroz ebîstim, mîtra.

le pişt dîwarî heres û befir û sehoł berew çyay kalîdî, berew êran, bał egrêtewe. min diłnyam, mîtra. diłnyam beyanî be hemû piřşing û şikoyewe hî êmeye. eme sirûşî pak be minî gutuwe. katê lejêr şikenceda emnałand, em denge hate gwêm. dengî siruş bû. her le dengî kawey mezin eçû ke eygut:

― kuřî dilêrî kardok, pitew be wek çyay berzî kalîdî, mebeze. gałte be mirdin bike. newrozêkî řengînman lepêşe. mirdin bo dujminanî toye. pyaw be feraz pê bikene. dostit şad û dujmin kwêr be, qaremanî şořş pê bikene.

― em denge gyanêkî tazey kird be leşma. lê biřam xom řagirim. we dît ke be yarmetîy ehoray mezin serkewtim, mîtra.

― ah... feraz to serapay gyanit hîwaye, to agirêkî ke germayt bo dostan û sûtandinit bo dujminane.

― ah... h... êsta pêm biłê bizanim, to le taqmî germewebuwekanî yan sûtawekanî?

― feraz min diłim be qisekanit germ ebêtewe bełam henasey sardîşim her behoy toweye.

― a... yanî çî? aya emin bê’edebîyekim kirduwe ke kiçî abradatasî mezin diłî řencabê?

― na feraz řenc û pejare le diłî xomdaye ewey ke min esûtênê to nî, ewînî mine min ewîndarim feraz.

― ême hemûman ew ewîndareyn, meger ewîn be wiłat, ewîn be şořş û agadarî nakirê pêy biłêy ewîn ha?!

― emane hemû ewînêkî gewre û pakin, bełam gyanî min, be agirî ewînêkî taybetî esûtêm.

― yanî etewê biłêy aşqî pyawêk bûy neka biłêy kardo ha?

― eha. kardo berze, bełam wek birayek xoşim dewê.

― erê min bizanim diłdareket kêye?

― feraz toy, diłdarî min toy.

― çî ebîstim? aya beřastîte mîtra? to minit xoş dewê?

― piřbedił piř be hemû hestim xoşim dewêy.

― ah xuday gewre, xew debînim yan bêdarim? tikaye, carêkî tir dûbarey bikewe û dûbarey kewe.

― xoşim dewêy feraz, zorim xoş dewêy.

― mîtra emnîş pêt biłêm?... le mêje tom xoş dewê, bełam... bełam pêm baş nebû hîç biłêm. êsta ke waye, îcaze bide destekanit maç kem... ah mîtra...

***

― him... bêmêşkî bêkare! to be kelkî hîç şitêk nayey. bem hemû sipa û pasewananewe bem zîndane berz û połayewe, nettiwanî bendêkî bê desełat řabgirî. eme bo to û bo min şûreyîye.

― bibûre şeytanî mezin min tawanim nîye, pasewanekan bêkare û tembełn, ewê şewê hemûyan le derewey qełay zîndan xewyan lê kewtibû. beyanî be zorî tazyane xeberman kirdinewe.

― em... eme keławî dujminî gewrey min, ewromuzdaye...h... axir min hemîşe le şeřî ewa tê şikim. çî bikem nexoşîyeket le bîr neçotewe? ha... ejdîhak.

― etewê çî bikey?... na! tika ekem min le çawî to etirsim, bem core pêda meřwane.

― ha...ha...ha

― min bo fermanit amadem... bo fermanit amadem axir şeytanî mezin.

― na... ejdîhak! êre, êre, cêgay min nîye. ehoramuzda hatote yarmetîy dujminekanim. şar bonî pakî û başîy lêwe dê, min debê řakem bełam le pêşda, destûr bide hemû kes ko binewe kořêkî gewre bigirin.

― leber çî serwerim?

― ha...h... karit beser ewewe nebêt. herçî gutim wa bike ejdîhak.

― beser çaw qurban fermanberim.

***

― bêdeng bin, bêdeng bin, hemûtan dezanin ke dujminanî min her řojî pîlanêk degêřn, hêrş ekene ser serbazekanim û eyankujin, le bîrtan çotewe ke min kêm? we çon sipay cemşîdim têk şikand? feramoştan kirduwe ke min legeł řeḧim û bezeyî bêganem? ḧezim le laşey bê ser û endamî kun kun kiraw û serî biřawe? aya êwey řeş û řût û bê desełat etanewê berengarî min bwestin?!

bîr bikenewe le hemû êrana, binemałeyek heye kuřî nekujrabê? yan tałan nekirabê û małî nesûtabê?! min le kuştin û xwên řiştin mandû nebûm, eger êweş le mirdin û bendikirdin newestawin zorim pê xoşe dîsanewe dest pê ekeynewe, bizanin kameman ser ekewîn?!

― serkewtin bo êmeye û mirdin bo to.

― emeş bełgey serkewtinman... ha bigre.

― eme bełgey şiksitî êweye, biřwanin em nêzeye çon le ḧewawe mawetewe.

― zor seyre?!

― ey xo le ḧewa řawestawe?

― seyr...

― êsta zanîtan ke nêzeş nawêrê le singî ejdîhak nizîk bêtewe...ha...ha...

― serwer eger mawe bifermûn. min eřom îtir. êweş betewawî hatûnetewe ser xo û nexoşîtan nemawe. minîş emewê bigeme firyay nexoşêkî tir. min pizîşkim, karim tîmarkirdinî nexoşe. zor xom be bextyar ezanim ke twanîm ejdîhakî mezin lew nexoşîye řizgar kem, tikam emeye ke mawe bifermûn, ser şanekantan maç kem.

― sipast dekem pizîşkî zana, şanî min bo maçkirdin amadeye.

― serwerim eme şanazîye bo min ba ser şanit maç kem ta bitwanim le henderan biłêm lêwî em pizîşke pîre serşanî şikodarî ejdîhakî maç kirduwe. qurban îtir min le xizmet merexes debim...

― ser kewî pizîşkî pîr! behîway dîdar!

― katê min xerîk bûm le derga biçme derewe, cêgaket bigoře... dena ew nêze ke be efsûnî min řawestawe singit kun eka...

― ax... nêzeke bałî girtewe. biřwane em kołekeberdey kun kird... şeytan! şeytan! karî şeytane.

― eme karî şeytane.

― îtir min karêkim nîye, hêzî mintan çaw pê kewt, biřon û aram bin.

***

― ha wezîr dîsanewe peroşî? çî řûy dawe?

― nazanim çî biłêm?! nazanim biłêm çî řamho?! min êranîm, bełam legeł hemû kirdewe xerapekanî ejdîhak hawbeşim, beşî here gewrey tawan be estoy mineweye, ejdîhak bêganeye eger xirapeş deka lanî kem legeł hozekey xoy naka. bełam min çî? nazanim! nazanim etwanim hîwadar bim ke ehoramuzda le tawanim ebûrê yan na?

― wezîrî beřêz! to hergîz ew qisanet nekirduwe. çi řûy dawe ke emřo kewtûyete bîrî em mebestewe?

― ezanim řamho, ezanim etewê biłêy ke direng buwe. min îtir řûy geřanewem nîye, bem hemû tawanewe hergîz nabexşirêm. hergîz! demê sałe xizmet be hejdîhak dekem, nek leber eweye ke xoşim dewê çunke lêy detirsim namewê kuřekem bikujî û kiçekem bikewête dest serbazekanî ejdîhak, xizmetî min bo xoparastine, bełam le katêkewe bom derkewtuwe ejdîhak bendey ehrîmene şerim û şûreyî day girtûm... ax... min çende çareřeşim, min xizmetkarî bendey şeytanim.

― êsta ke bot derkewtuwe, lem mawe dirêjeda be hełe çûyî, natewê tołey em xirapane bikeytewe?

― çon? meger etwanim?

― serwerim eger bitewê detwanî, ejdîhak zorî biřwa be to heye, etwanî lem biřwaye be sûdî şořişgêřekan kełk werbigrî.

― mebestit emeye ke yarmetî şořişgêřekan bidem? na... na min le ejdîhak detirsim.

― ey le ehuramuzda natirsî? lat wa nîye ke peşîmanbûnewet debê be kirdewe pîşan bidrê? be witey xotan, heta êsta leser řêgay tawan bûn, eger peşîmanin, ebê bikewne ser řêbazî xizmet û têkoşan.

― řamho to řêgayekit berçaw dekewê? yan lat waye min bitwanim be çeşnê yarmetîy lawe qaremanekanman bidem? xot dezanî ke min pyawî şeř û meydan nîm.

― qurban bo şeřkirdin her tenya pyawî şeřker bes nîye pyawî jîr pêwîstî be awezîşe min diłnyam to etwanî xizmetêkî giring be wiłatekeman bikey.

― başe biłê bizanim, min çî bikem biłê?

― dozînewey řêga leser min serwerim.

― min amadem řamho, her kat pêwîst bû hewałim pê bide.

― beser çaw gewrem êsta carê be du’a.

― xwat legeł kiçî beşeřef xwat legeł.

***

― ah... min xerîkim demirim serşanim aramî lê hełgirtûm, ay aşam? aşam le kwêy?

― lêrem gewrem, fermayştêktan hebû?

― serşanim aramî lê hełgirtûm, ełêyî gyanim derdeçê nazanim boç emřo kitupřewe jan westa? xom naybînim were bizane birîndar nîye?

― mawe bifermû qurban ba bizanim...? ah xuday gewre! ma... mar...?! dû... dû marî řeş qurban.

― çîye aşam bo çî řat kird? marî çî?

― qurban leser herkam le şanekanit ma... marêkî řeş hatote der!

― çîy lêwî şeytane marî lê şîn buwe êsta çar çîye wezîr? mare pêmewe deden! were wezîr bem xencere seryan le leşyan cwê kewe.

― qurban! m... min nawêrim.

― ha... tirsinok min xom em kare dekem.

― ha...ha eme yekêkyan... emeş ewî tiryan... ax asûde bûm îtir şanim jan naken, min dwênê şewê xew le çawim nekewtuwe, wezîr êsta emewê kemêk bixewm, biřo bełam zimanit girê de, neka em base bidirkênî ha...

― beser çaw qurban! beser çaw!

***

― ah... ax...h... min xerîkim le pê dekewm kardo key degeyne lay kawe? h... ha...

― minîş pêm beşwênma naye, bem kêwaneda řêga řoyştin bo minî pîremêrd zor sexte.

― ha... hêndeman nemawe bigeyne ẍareke, biřwanin feraz leber dergay ẍareke kêşk dekêşê!

― başe... baş...

― hoy! toy kardo? werne pêşewe. werin.

― be xêr bêy kardo.

― sipas feraz... kawe le jûrêye?

― bełê biço jûrî ẍareke.

― başe deçim ba ew mîwanane lêre bin...

― gewrem dû mîwanî tazeman bo hatuwe, yekyan řamhoye ke deynasî, bełam ewî tiryan...

― çîye bo bê deng bûy? ewî tiryan kêye?

― babe gyan ta bełên nedey wek mîwanêk řeftarî legeł dekey nawî nabem.

― biłê kuřim biłê, hozî kardo mîwangir û diławan, meger wa nîye kuřim?

― her leber emeye ke kake kardom daway lê kirdî ke řêz lem mîwane bigrî.

― êsta biłê kuřim mîwanî tazeman kêye?

― aşam wezîrî ejdîhak.

― ha... gutit aşam? tawankarî gewre?... na...na na kuřim, min swêndim xwarduwe bedestî xom bîkujim emin namewê çawim bem xyanetkare bikewê.

― babe... babe... min lam wa bû eger şeytanîş bibête mîwanî to, le tawanî debûrî, bełam wa dyare jêrçepokeyî çen sałey hozekeman řewştî berzî le bîr birdûyetewe. kardo mîwaneket hełgire û lêre biřo, swênd be yezdanî mezin her kes byewê pêşt pê bigrê, tenanet eger bawkîşim bê, bem şimşêre wełamî dedemewe. ême şiksitî emeyn ke pyawetîman le bîr çotewe, heste biray pałewanim. heste. be mîwaneket biłê kardokîş pest bûn mirovayetîyan la nemawe.

― be du’a babe, be du’a!

― řaweste kardo řaweste, bibûre kuřim be aşam biłê bête êre, bête jûrewe.

― sipas kawey mezin... aşamî beřêz, werne jûrewe...

― dirûd bo kawe şořişgêřî qareman.

― dirûd aşam. be xêr hatî.

― to heqit heye le min tûře bî. heqit heye serzeniştim bikey, ezanim min tawankarim êsta min hatûm be çeşnê tawanekem sûk kem, herçî to biłêy wa dekem. tenanet eger ferman bidey bem pîrîye şimşêr bedestewe degirim û le řîzî lawekanda dijî ejdîhak şeř dekem.

― aşam, min û to be mindałî pêkewe haweł bûyn. be yekewe gewre bûyn. herdûkman serdemî şayetîy cemşîdman le bîre. herdûkman řołey em wiłateyn. min çaweřwanî eme nebûm ke to kirdit. swêndim xwardibû ke bedestî xom bitkujim. bełam to mîwanî êmey û ełêy ke peşîman bûyetyewe, hîwadarim ehuramuzda le tawanit xoş bê em şew mîwan be, řaste ke em ẍare cêkay to nîye û nařeḧet debî, bełam başe şewêkîş agat le jyanî hejaran bê ta hest be derdyan bikey.

― bełê kawe, to cêy şanazî wiłatekemanî. min be bextyarî dezanim ke le latan bim, bełam lam waye le koşkî ejdîhaka baştir detwanim yarmetîtan bidem, hewałêkîşim bo hênawin: ejdîhak, ejdîhak dû marî řeşî leser şanî hatote der, hemû řojêk carêk seryan debřê, bełam dîsanewe herwek gya şîn debnewe.

― nemzanî ew pizîşke şeytan bû, cêy demî şeytan her debê marî lê şîn bê.

― babe şew direnge, hawałekan çaweřwanî êwen ta bizanin beyanî çî biken qurban?

― kuřim min û aşam le mêje yektirîman nedîwe, mawe nadey kemêk basî bîrewerîy lawîy xoman bikeyn?

― serwerim êwe destûr be ême biden xoman bewanî tir řadegeyenîn.

― zor başe kuřim, to be serokayetîy 50 kes, hêrş bikene ser qełay xarxar. feraz toş legeł çend kesêka lenaw şar wiryay cûłanewey sipay ejdîhak bin, minîş beyanî deçme lay şahenşa ferîdun, lemêje neçûmete xizmetî.

― zor çake babe.

― be çawan babe, zor çake.

― serkewtû bin kuřim.

***