2

From the Book:
ÇekuşWeşênî ŘoɫeKujraw
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 16 minutes  787 views

― to axrî ew kuřaney min be kuşt dedey destit dawete karêkî piř metirsî, êwe bew çend sed kese çon etwanin ejdîhak şikist biden, pyawî çak be dest lem kare hełgire.

― xêzanî dawênpak û bewefam to çeşnêk qise ekey ełêy le bîrit çotewe ke ême kardokîn, arîzanîn. goya em hemû xwêne ałe ke eřjê, em sere bê tawanane ke eçne jêr tîẍî cellad hestî tołe le toda hełnasengênê?! feramoşt kirduwe ke em kujrawane bira û xuşkî ême bûn, řołey şîrînman bûn, eger hemû kes her pasî małî xoy bika û minałekanî xoy biparêzê, ey kê hestê? çi kesê ałay sernewî cemşîd bedestewe girê?!... na... na xêzanî min kardok, çi jin bê û çi pyaw, nabê bem çeşne bidwê.

― h ha selam babe.

― ha dirûd.

― dirûd kuře xoşewîstekanim, dirûd.

― ah... řołe şîrînekanim, nîgeran bûm ewe le kwê bûn?!

― h...ha... daye gyan etirsay le kûçe û kołanî şara gum bûyn ha...?

― na kuřî min daykit lewe natirsê! ezanê ke êsta şarî ême û wiłatî ême bonî xwên day girtuwe, le hemû layekî lûrey çeqił û kemtyar berz botewe. em diřindane bonî xwên şêtî kirdûn.

― şêr hergîz nabête nêçîrî çeqił û řêwî babe gyan.

― aferîn kuřim, aferîn. bełê êwe şêrin, şêrî çyay kalîdî, ahuramezda pişt û penatan bê.

― ha... h... daykim hênde tirsinoke ke emin her kat dêmewe małê, etirsim û le diłî xoma ełêm ejdîhak her xawenî desełat ebê, bełam kardo şitêkî tir ełê, ew lay waye le şeřî dwayîda řoj beser şewa zał ebê.

― bełam ta ew kate hezar dayk leser termî řołey xoyan da’enîşin, hezar derya le xwên û esrîn pêk dê, min nazanim şeřî dwayî keye?

― ta ademîzad heye, ta ehuray nemir û ehrîmenî bêdadger zîndûn, em şeřeş dirêjey heye, jyan binaẍey leser şeřî çake û xirape danrawe.

― ah... emin ew qiseyem le mubîdî gewreş bîstuwe babe gyan.

― em witare berze hî zerdeşte, zerdeştî kardok.

― babe min hewałêkim hênawe, eger çî zorîş cêgay biřwa nîye bełam gêřanewey baştire.

― biłê kuřim biłê bizanim hewałeket çîye?

― baştire betenya bîn babe gyan.

― başe kuřim, biřoyn ebê serêk le kargey asnigeryekeşim bidem. çend endamî tazeman hatûn ke ebê çekyan bo dirust kem, biřoyn.

― emnîş lelay daykim emênmewe û daway lê dekem ke çîřokêkî cwan û serinciřakêşî dewranî cemşîdim bo bigêřêtewe.

― zor başe kuřim.

***

― dey kuřim êsta betenyayn biłê bizanim hewał çîye?!

― řamhot le bîr mawe babe gyan?!

― ha... bełê, bełê. ew kiçe ke hewałî nexoşîy ejdîhakî hêna... bełê?!

― bełê gewrem, ew le koşkî ejdîhaka kar eka, agay le hemû hewał û basêk heye.

― bûnî ew lewê bo ême zor giringe kuřim, bełam...

― hewałî em carey řamho cêy baweř nîye ew ełê ke şeytan lenaw koşkî ejdîhakda ejî! we her ewîş bote hoy çakbûnewey ejdîhak. ełê ke em qisey le aşam bîstuwe, qurban.

― aşam! aşam ew xoy le îblîs xiraptire. şeytan hemîşe karî xirapekirdine bełam aşam êranîye, xoy be ejdîhak firoştuwe. ax eger bikewête berdestim swênd be ehuramuzda bebzeyî eykujim.

― ah... ey hawar...

― babe... babe çawit lêye ew pyawkujane çî eken?!

― ah bełê kuřim çawim lêye.

― emin xom pê řanagîrê, ebê tembêyan bikem.

― leserexo be kuřim! ême karî gewretirman le pêşe.

― bo min nakirê babe, nakirê. ewe emin řoyştim.

― ... ehay pyawkujîne êwe nawêrin pêş be pyaw bigirin. řê bem afrete bê desełate egirin?! ha... napyawîne?

― ... be to çî? eto kêy...?

― eger pyawin demtan bibestin û baskitan bixene kar?!

... tiq... şeq... ha eme bo to... bigre napyaw emeş î to...

― kiçî baş biłê bizanim azarêkit pê negeyştuwe?

― ax... na... baş bû zû geyştîye firyam. em pyawkujane paş ewey małe bawkimyan sûtand, daykim û bawkimyan kuşt û minîşyan be zor legeł xoyan hêna...h...

― ey pestî bê şermane, ḧeyf zoryan kird... biłê bizanim nawit çîye?

― nawim mîtraye, kiçî abradatasim.

― abradatas? wezîrî cemşîd! ah ey ehoray mezin, abradatas kujra.

― bełê lawî qareman. bawkim bedest em xwênmijane kujra, katê demird tenya amojgarî bo min eme bû ke bême lay kawe û daway lê bikem tołey xwênî ew bikatewe.

― ah... ḧeyf bo abradatas, min nawim kardoye, kuřî kawem. bawkîşim lêreye. were, were ba biçîne lay. diłnyam wek kiçî xoy agay lêt debê.

― sipast dekem kardo.

***

― em kardokane le řadebeder serbizêw bûn. êweş bem hemû sipa û leşkirewe çareyan naken. emin nazanim êwe be karî çî dên?! eger emřo hemûyan le beyn neben hemûtan ekujim, bo min tenya xwênřişitin giringe, çi xwênî êwe bê ke dest û pêwendî minin, çi xwênî dujminekanim bê.

― qurban ême tawanêkman nîye. herçî pêwîst buwe kirdûmane bełam ta êsta boman dernekewtuwe ew kesey ke hêrşî birdote ser serbazekan û dû kesî lê kuştûn û kiçekey abradatasî řizgar kirduwe kê buwe?

― to xerefawî aşam, bo meger pêwîste her ew kese ke serbazekanî minî kuştuwe be sizay xoy biga?! na... bikujin bê cyawazî, bê ewe ke le tawankar û bê tawan bipirsin, eger herçî kardoke bikujrê ew keseşyan lenawdaye. bo min tenya kuştar giringe. em serî sed careye ke ełêm diłî min tenya be xwênřişitin fênk ebêtewe êsta îtir biřon... biřon... îtir...

***

― h. biřwane mîtra be destî řastit jêy kewaneke bigre, ha, tîrekeş bigre. biřwane wekû min. çawit lêye? em care destî çepit... awa bîgre dey... ha... aferîn... em care destî řastit be jêy kewanekewe bikêşe heta etwanî... ha... dey aferîn... aferîn kiçî abradatas... baş eçîte pêşewe... diłnyam sîngî pyawanî ejdîhak lem dare řeqtir nîye, biřwane pêkanî tîreket lêy çuwete xwarewe.

― feraz eme toy ke mamostay çakî û başim fêr ekey.

― ha... biřwane bawkim çi zerêyekî bo dirust kirduwe. piř be berî xoyetî... řastî mîtra to tenanet le bergî asnîşa her cwanî!

― ha... feraz bo ême qisekirdin le cwanî pûçe, ême sertaserî jyanman naḧezî û tałîye.

― h...ha...h... na mîtra be hełe çûy. na, ehoramuzda heye. cwanî û cwanîş heye. bełam herwek řoj carubar ekewête jêr pełe hewrêkewe, katêkî waş heye ke cwanî lejêr xaka pejar eda û da’epoşrê. aya lew kateda ême natwanîn biłêyn ke xoretaw her mawe? aya řewaye le hatne derî hetaw nahumêd bîn?... na mîtra... na desełatî cwanî bo hemîşe heye û emênê. řaste ke to bawkit kujrawe mîtra. řaste ke wiłatekeman dagîr kirawe, bełam ehoramuzda her mawe, agir le agirdanekana her egřê, xwa neka agirî kwanûy sîngiman xamoş bê mîtra.

― ax feraz to çend cwan qise ekey! çende hîwabziwêne qisekanit!

― h...ha... eger hîwa le diłêka bimrê, çî bo emênêtewe?! jyanî bê hîway serkewtin merge; mergêkî tał û dûr û dirêj.

― bełê her waye, bełam carî waş heye ke hemû řuçin û řuçnêk le dił ebestirê, û ademîzad her çend ke bîr ekatewe lew şewe tarîkeda dîmenî beyanêk bedî naka

―ha...h...tihha... toş wekû daykim fêr bûy, êwe afretan zor diłnaskin, zor bêwren, bełam lêreşda mecbûrim biłêm ke be hełe çûyî. hîç şewêk nîye ke beyanêkî lê weder nekewê. heta buwe her wa buwe we her waş ebê... ah mîtra. îtir emřo meşqî tîrit bese. řastîyekey min hîçim nemawe ke fêrî toy bikem. to xot şeřkirdin le min fêr bûy, bełam şitêk mawe! jyan... to lem mebesteda to hêşta şagirdî minî behîwam řojêk ewîş baş fêr bibî.

― min tenya bo tołekirdinewe zîndûm feraz eger tołe wergirmewe îtir hîç awatêkim namênê.

―na... na... na mîtra. řaspêrî ademîzad řûxandinî barî nalebarî jyane û damezrandinî binaẍey cwanî. bełam to lem řaspêrîye, her bîr le řûxaneke ekeyewe. paş tołekirdinewe, jyanî bextyaraney to dest pê eka... ah... min çende qisedrêjim...?

heste... heste ba biřoynewe êsta kardo nawçawî têk nawe û le goşeyeka matî kirduwe. daykim etirsê û bawkîşim xerîkî nexşekêşane. heste ba biřoyn. heste...

― ba biřoyn heste...

***

―... ah biřwane babe ew hemû swarey leber derkî małî ême ko bûnewe...? xerîkin dadebezin.

― be wire be kuřim. xot ałoz meke. ehuramuzda piştîwanî êmeye.

― ha... hatûne ḧewşekeman, lêm řûne ke bo sipaskirdin nehatûn... ha...

― to le hîç katêkda dest le gałte hełnagrî feraz.

― lê geřê! lê geřê ba pê bikenî kuřim. tenya bełgeyek ke le cwanî û şadî mawetewe pêkenînî feraze.

― xêra çarêk bidoznewe, xotan bişarnewe. ew xwênmijane etankujin.

― feraz hezar gyanî heye daye. her yekêkyan bikujin ewî tir cêy ew egrêtewe. lam waye debê le çend cêga xoman ḧeşar deyn. eger xeyałî xirapyan bû byankujîn.

― kuřim ewan nizîkey sed kesin êmeş sê pyawîn çon etwanîn begjyanda biçîn?

― ewan sed řêwîn û ême şêrîn babe gyan.

― eh... ew piłîngetan le bîr neçê. mebestim mîtraye.

― ke wehaye xotan ḧeşar den, bizanîn çon ebê.

― xotan ḧeşar den... zû... zû...

― ehay... xotan biden bedestewe... xot û kuřekanit kawe... eweş bizanin eger xotan neden bedestewe...

― ba emin le pêşda teslîm bim. min etirsim axir ha...h...ha... her êsta eřom û xom edem bedestewe.

― kuře bo kwê tirsinokî xwêřî?! etewê abřûman berî?

― ha... ha... h... min teslîmim, cige le minîş kes le małêda nîye. řawestin ewe hatim bo latan...

― eto ewanî tir legeł xot bere minîş eger xom pê řizgar kira, egeřêmewe latan.

― na... na min becêtan nahêłim.

― biřo kuřim. biřo. biřo kardo. daykit û mîtra legeł xot bere, minîş dêm.

― ême baweřtan pê nakeyn... werne derewe...

― biřo kardo, biřo xêra ke, yekêkman bigirin, baştire le hemûman... tika dekem nîgeranî min mebe xêra ke.

― biřon kuřim... mîtra toş legeł xêzanmida were xêra ke ba biřoyn...

― me’mûrî ejdîhak min çekim pê nîye, ewe hatim teslîm debim...

― destî bibestin, destî bibestin yałła... xêra ken kuřîne. destî bibestin... ba biřoyn...

***

― ey ehoramezda! ey xawenî jyan û bûn, gwêt le min bê. min ke bendey biçûkî tom, wiłat agir û xwên û esrîne. îblîs fermanřewaye. ey ehoray mezin! gwêt le nizay min bê. yarmetîman bide, awirga pakekan biparêzîn ta nawî pîrozit bikeyne nexşî hemû diłêk. anahîta û mîhir binêre bo yarmetîy şimşêrweşênekanman. besermana bibare ey hewrî bezeyîy kirdigar. diłman be tołe teyar ke û bahoman behêz ke bo berengarîy dujminî ehora...

***

― biłê bizanim ey kardokî çepeł, to ew serbazaney minit kuştuwe? meger le řiqî min netirsay? meger netzanî çi çarenûsêk çaweřête? bo çi bê dengî?... wa dyare zor tirsawî...? min bîstûme ełên xêłî kardok le hîç şitêk natirsin. êsta biłê bizanim çon wêrat dest bideyte em kare? zimanit le demta nîye?! bo cwabim nadeytewe?

― to... to şyawî ewe nî ke min wełamit demewe.

― be řast? her êsta têt degeyenim... eha cellad... cellad...

― bełê qurban!

― were serî em zimandirêje bibře... yałla

― na ejdîhak, pele meke le pêşda şikencey bide, ta hemû hawałekanî řastî biłê em car be cezrebe bîkuje...

― eh dengî şeytanî mezne. beser çaw gewrem! fermanit řewaye... ehay cellad! dest řagre, em lawe herze çeneye nabê her wa sûk û asan bimrê, mer kitupiř nařeḧetî nîye.

êsta bîbe ewendey şikence bide ta hemû dostekanî derdexa, bełam nabê bimrê tê geyştî?!

― bełê... beser çaw. beser çaw.

― natewê çawit le şikencey ew lawe bê?! řaweste ba be berçawî xotewe ezyetî biden, eme bo to zor başe.

― fermanit leser serim! pêwîst nîye bîbeye derewe. her leber çawî minewe şiknicey ke carê le tazyanewe dest pê bike... yałła.

― beser çaw...

― lêy de dey... ha... dey

― ax... ha... ux...

― h...ha...ih...ha...

***

― megrî kiçim megrî, feraz bû be qurbanî gel û nîştiman, gyanî le mînwî perwerdigar efřê. feraz cêy şanazîy hemûmane.

― h...ha...ê... çon negrîm... meger ekirê pêş be sêławî esrîn bigirim...?

―ha... tika dekem mîtra... tika dekem, eger daykî feraz bizanê xoy ekujê.

― min tołey dekemewe, swênd be ehoramuzda xwênî ferazî qareman be fîřo naçê. min deryayek le xwênî em dagîrkerane saz dekem, diłnya be biray cwanemergim, diłnya be.

***

―em koşke bonî merg û şeytanî girtuwe, çend şewêkî tarîke xuday gewre! em lawe bêçareye êsta le çi ḧałêkdaye? min ebê karêkî bo bikem, ew biray kardoye, ax...h kardoy xoşewîstim... na... na min nabê bêłim ew lew zîndaneda bimrê...

bełam çon? min ke betenya karêkim ledest naye...?... ah kewtewe bîrim biłê wa başe, hestim... hestim biřom...

ca êsta bem şewe tarîke kardo çon bidozmewe? baweř nakem lem şwênaneda bê...! em pena awirgeye cêy jwanî min û ew bû. ha lêre çawman be yektir kewt... ax... min ke bîrim bo hîç la biř naka. baştire biçme naw awirgeke, kemê le ehoramuzda bipařêmewe... wa zor başe...

― ewrîmezda penam bo to hênawe, toy xawên, toy xawenî germayî piřşing, ta key ebê dîl bîn? ta key jêrçepoke bîn? mergî feraz xemêk nîye le bîr biçêtewe... ey ahoramezda hełî negrî...

― ah... kesêk lenaw mizgewtekeda xerîkî nizaye, ebê kê bê...

― ey mîhrî gewre, yezdanî şeř! parêzgarî hozî arya! yarmetîm bide. hemû gyanim piř ke le tołe. mehêłe xwênî geşî feraz le naw biçê...

―ah... çî... ewe dengî kardoye... sipas bo to xudaye... ba biçîne jûrewe...

― to kêy...? le cêgay xot mebzuwe,... ah

řaste êre nîwe tarîke bełam tiruskey şimşêrekem nabînî?

― minim řamho! metirsê gyanekem, xomim.

― ah boç hatûye êre řamho? meger nazanî hemû hestêk le diłî minda mirduwe, min paş mergî ferazî biram tenya bo ewe zîndûm ke heta etwanim bikujim û paşan pyawane bikujrêm.

― to behełe çûy kardo. feraz nemirduwe.

― gałte meke řamho, min minał nîm ke bem qisane diłxoşîm deyewe.

― be ehoramuzda swênd dexom diro nakem. feraz mawe. êsta le zîndane. min hatûm be yarmetîy to le zîndan řizgarî keyn. ebê pele bikeyn. feraz le ḧałêkî xirapdaye.

― ha, ewe gewretrîn mujde bû řamho. biřoyn ba biřoyn... sipas bo ehoray gewre... dirûd bo to mîhrî piřşingidar.

― zû ke... ba biřoyn...

***

― biřwane kardo... em derkey zîndane, ebê her çon bê em nîgabane bikujî û kilîlî zîndanî lê wergirî.

― ah... zor başe, ebê karêk bikem berew ew tarîkayîye bê... fût... em. ax! eweş eme. êsta ebê kilîlekan bidozmewe.

― zû be. zû be.

― emeş kilîlekey zîndan.

― zor başe, min dû espim bo êwe leber dergay zîndan bestotewe, swaryan bin û řa ken. îtir min deřom...

― sipas řamho... sipas... ax ew zîndane çend tarîke... ah feraz biray xoşewîstim... wa dyare bêhoşe.

― h...ha... ne kardo... na... ax... bêhoş nîm, nemzanî to dêy, sirûş em hewałey be min da...

― etwanî biřoy?

― min be zeḧmet etwanim henase bikêşim... na birakem... na ebê kemêk swarî ser şanit bim.

― oh çeşnî serdemî minałî ke ferazim swarî şanim ekird... başe... başe biray qaremanim başe... heste... dey...ha

― beh... beh...beh... çi cêgeyekî xoşim heye! hênde asûdem hergîz namewê bême xwar!

― to cêgat leser çaw û diłî mindaye birakem. bizanim etwanî xot beser espewe bigrî?

― ełbet etwanim, ełbet.

― ha... ke waye, zor başe. ba biçîne derewe le zîndan... ha eweta ew dû espe zîn kirawin û zamarin... ha... dey biço ser zînekey...

***