cyawazîy nêwan şêwe wêjeyîyekanî farsî

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 6 minutes  834 views

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo.

le lêkołînewey wêjey êrana geyştîne em akame ke cyawazîyekî bineřetî wa ke lenêwan şêwe wêjeyîyekanî urûpada heye le naw sebik û şêwekanî farsîya nîye, wate şêwey kilasîk û řomantîk û řî’alîstîk le binaẍewe cyawazin û herkam řageyênerî mebestêkî taybet û felsefeyêkî serbexon. le katêka lenêwan sebkî «xurasanî» û «’êraqî» û «hîndî» êrana cyawazî bem aşkirayîye berçaw nakewê, tenya cyawazîyekî ewto ke ebête hoy nasînewey şêweyek û heławardinî le şêwekanî tir cyawazî řwałetîye, wate dîwî derewey witar. em pirsyare dête pêş ke bo çi wehaye û çone le mawey kurtî kemtir le çwarsed sała çen şêwey tewaw cyawaz ke cyawazîyan le naweřok û kakłida beyekewe heye, le urûpa peyda ebin û le êran le maweyekî hezar sałîya wate le hewełî peyda bûnî şêwey «xurasanî»yewe ta dwayî şêwey «hîndî» cyawzayyekî ewto nakewête naw şêwe şî’rekanewe?!

le wełamî em pirsyareda ebê biłêyn abûrî fê’odałî gořa be abûrî bazirganî û beşwên em gořaneda şêwey kilasîk ke berhemî abûrî fê’odałî û arîstokirasî bû, bû be şêwey řomantîk ke nyazî komełî sewda gerî urûpa bû. ême zorcar kutûmane ke huner û zanyarî û xû û řewişt û hemû ew şitane řûkarî jyanin û leser binaẍe û payey abûrî damezrawin, eger binaẍe biřûxê bêguman řûkarîş xoy pê nagîrê û naçare berew neman û fewtan biřwa. şêwey řomantîk wirdewrde gořa be şêwey řê’alîsim, çunke abûrîyekî nwêtir hatbû. lanî kem eger wiłatanî urûpa her leser abûrî bazirganî manewe, bełam pêşkewtî sin’et û têknîk û peydabûnî çen taqîkarî le abûrî giştîya û derkewtinî bêdadî, şêwey abûrî bê derbestî takî bo řûnakbîran û xawen pênûsanî urûpayî řûn kirdewe ke herêmêkî bijwêntir û însanîtir heye le tak peristî û biřwa be kollêktîv (Collective), çi le abûrîya û çi le hunera perey girt.

mebest emeye ke le urûpa binaẍe gořa û be gořanî binaẍey abûrî řûkarîş ke huner beşêkyetî gořa, bełam le êrana bo mawey dû hezar sał abûrî fê’udałî mayewe, gahêk bê hêz bû, bełam lenaw neçû û twanî hełdatewe, herwek le «çîn»yişa weha bû û abûrî derebegî zyatir le dû hezar sał beḧewsełe û gyan sextîyewe xoy řagirt, bełam emeş xoy pirsyarêke û şyawî wełamêkî tire ke bo çî le urûpa abûrî gořa û le êrana negořra. ezanîn ke hemû gořanêk le berengarî «têz» û «antî têz» dête berhem û hîç mebestêk lem herême tênapeřê û em desełatî têz û antî têz beser hemû mebestêka řewaye û lêreda pêwîste bizanîn çi hoyek yarmetî manewey têzeke eda ke antî têz natwanê beserya zał bê û«sentêz» bête řû? be çeşnêkî tir çi barêkî taybet dête firyay fê’odalîsim ke mawe nada le jêr hêrşî bazirganîya lenaw biçê?

şaławî hoze byaban geře koçerekan boser «banû» wate felatî êran, hoy here giringî dwakewtinî abûrî êrane. ew hêrşane wiłatyan şiłejand û barî berew pêşkewtî abûrîyan têkda û newek tenya bûne hoy řawestanî belezî pêşkewt, bełku berew paşîş abûrîyan gêřawe.

ezanîn paş peydabûnî ayînî îslam cige le dû sê xanedanî wek «alî zyar» û «alî bûye» û «samanî» her emîr û sułtanêk ke hat û le êrana fermanřewayî kird ta damezranî «sefewîye» řegez êranî û řahatûy jyanî komełî êran û hogrî xû û řewştî ême nebû, zyatryan lew hozane bûn ke bo leweřandinî meř û małat lewpeřî «mawra’ alinhir» û le «turkistan»ewe hatbûn û be çen şeř û pişêwe dirustikirdin twanîyan herkam ḧikûmetêk pêkbihênin wek «selcûqî» û «ẍeznewî» û «aq qoyniłû»; hîç kam lew ḧikûmetane cige lewe ke êranî nebûn ewendeş desełatyan peredar nebû ke tewawî êran bigrêtewe û mawey ḧikûmetî binemałeşyan zor nebû. hêrşî meẍûlekan ke gewretrîn bełay pêşkewtî êran bû lewey ke bûş abûrî zyatir we dwaxist. ew emîre desełatdarane xoyan le pêşa be meřdarî û şwanî ejyan û abûrîyekeyan dwakewtû bû. ezanîn ke leserdemî eşkanîş «aqta’» û «fê’odalîsim» - ke xawenî abûrîyekî pêşkewtûtre le abûrî ajełdarî - le êrana damezrabû, tenanet le dwayî serdemî sasanîya berew borjiwazî bazirganîş çûbû.

sin’etkar le şarekan peyda bibûn û bepêy kitêbe dastanîye êranîyekan bazirgan le komeła řêzêkî zorî hebû; řêgay tîcařetî hawrîşim ke urûpay be hînd û çîn û şeřqî êstawe pêwend eda be êrana têpeřî; leber eme abûrî êran katê be hoy fermanřewayî ew hoze małatdar û koçeranewe řengî abûrî şwanî girt le řastîya dwakewtî beserahat. şarinşînî wek le urûpa hebû paş têkřûxanî «çaç» û «semerqend» û «qerẍane» û «herat» û «orgenc» û «xucend» le êrana peyda nebû; eme hoyekî here gewre bû ke le akamya eşrafe fê’odalekan wek le urûpa cê girtû û be desełat bûn, le êrana neyantiwanî te’sîryan le ḧikûmeta hebê. hêrş û şeř û kuştar hêmnî nehêşt ke ezanîn hêmnî bo pêşkewtî abûrî gelêk pêwîste.

ta ḧewtey dahatû be xwatan espêrîn. hîwaman bextewerî êweye.