pêşekî

From the Book:
Las û Xezaɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 1 minutes  1664 views

beytî kurdî ke likêkî piř mêwe û gełay darî wêjey kurdewarîye, etwanê, baştirîn kanga bê bo çîrok û dastanî kurd.

em nûsîney beyt leser teşkî çîrok dû sûdî heye, yekyan emeye ke gwêgrî kurd leber eme ke beytekan basî řabirdûy ewane eken, û leser xû û řewştî taybetî kurdî damezrawin, zyatrî em çeşne dastane weber dił dekewê.

duwem eme ke zanyarî û zanistî giştî zîndû ebêtewe û tozî kat û zeman leser řwałetî pirşingidarî ladeçê.

em dastaney las û xezał tewaw leser beytî las û xezał nîye û em kareş lenaw nûseranî dereweşda bawe ke efsaneyek yan dastanêkî konî naw komeł egořn û le řwałetêkî tazetra nîşanî deden wek karêk ke «eḧmedî xanîPerson» ke leser beytî «mem û zîn»y kirduwe, yan wek karekanî «eḧmed şewqîPerson» û «nazim ḧîkmetPerson» leser efsaney ewînî «leylî û mecnun» û «şîrîn û ferhad» kirdûyane.