1

From the Book:
Las û Xezaɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 9 minutes  1997 views

― gwê bigirin, hemûtan agatan lêye ke emin çend carim narduwe lay bayzixan û xwazbênî şemim kird bełam ew gałtey be min kird, pyawekanî minî be sûkî řewane kirdewe, řay sipard ke eḧmed bo zaway min nabê: êsta katî ewe hatuwe ke têy bigeynim ke kê pyawe!? ezanin ke şeřêkî qursiman le pêşe, bayzixan zor behêze hemû ’eşîretekan layengirî ewn, bełam min natirsim, eger leşkirî hemû dunyay ko bikatewe, her hêrş dekeme seryan û têkyan deşkênim,

― êmeş hemûman amadeyn.

― êmeş amadey gyan bazîn.

― sipastan dekem eger emro em sukayetîye hemwar keyn, sibeynê sûkyetêkî dîkeman beser dênin û lenaw hemû kesa abřûman eçê, ebê nîşanî bideyn ke nûkî řimbî kê le xwênxiwardin bekare? we şîrî kê baştir zerê dadedřê!? biřwanin, řûbeřûman westawin:

― ferman bide biçîne pêşewe:

― fermanman deye hêrşyan keynê:

― ke wehaye bo pêşewe bo kuştin û mirdin yałła...

***

aferîn pyawe azakanim byankujin... şwerîy be xwên bişonewe, nîşanyan biden ke êwe kên? aferîn.

― agat le xot bê qurban, lepşitewe xerîkin dewret biden.

― h... ha bigre ey napyaw... byankujin be qurbanî hêrşî pyawanetan bim... taqyan dermeken... yałła...

― ewe xerîkin hełdên... meydanyan becê mehêłn... meyłin biřon...

― řê yan kewn... ehoy řêwî tirsinok bo kwê řadekey... bo kwê... yałła dey şeřekey meẍlubetir ken...

***

― çîye mêrdî xoşewîstim, mawey se’atêke emin lelatim to hîç qisan nakey! her dêy û deçî û bîr dekeyewe:

― sałêk zyatir beser şeřê min û bawkita tê peřîwe, bełam êsta ke bîr dekemewe tê degem ke şeřêkî bêsûd bû, uh... şem nazanî çend kes kujra? cogey şeřge piřbûbû le xwên, nałe û hawarî birîndar û amanxiwaz piř bew dołe dengî dedayewe, min xwên berî çawmî girtibû destûrim eda bikujin, çunke bawkit minî be kem zanîbû.

― şeř tewaw buwe, to û bawkim aşt bûnetewe minîş êsta î tom, îtir peroşî nawê.

― ah... şem, daxî min emeye ke be hełe çûm. lam wa bû ke ewîn wek desełat waye ke bikirê bezor be destî bihênî, êsta tê degem ke toy bê ewîn, em hemû kuştaret nedehêna, řaste to hî minî, bełam toy be tenya, toy bê ewe ke diłit hî min bê be karî çî dêy!? ha şem

― kê be toy gûtuwe ke emin diłim hî to nîye.

to serwerî minî, mêrdî minî

― ha... şem serwer yanî çî? min ne demewê serwerî êlat û pyawanî şeřanî bim, ne serwerî xêzanim, min diłî tom dewê ke bedaxewe nîme. ha... şem le bîrte, řojî heweł çon legełim bizûtyewe min naçar bûm swênd bixom hîç kat, xom nemewê bibme bawkî minałî to meger ew kate...

― ew kate to minit bezor hênabû, ser şořît beser bawkim hênabû, nemdetwanî legełit řûxoş bim.

― min nazanim ke emey to bawkit belawe beřêztir bû karêkî başe ya xirap, bełam ewende dezanim ke kesêk ke ewînî belawe sûk bê û hemû kesî nekate pênaw bo ewe nabê ew hemû pyawey leser bikujrê.

― min û to hezar carman em base hênawetewe gořê û lêy dwawîn û hîç katîş be akam negeyştûyn, to biřwa nakey ke min řojî hewełîş her tom xoş ewîst bełam têkşikanî bawkim wehay kar kirdibuwe ser diłim bo maweyek ewînî xom welana, êstaş peşîmanim, çunke to û bawkim dujminayetîtan nemawe, û lem nêweda xirape her be min biřa...

― na... na... şem to xirap nî, řenge tawanî xopesendî min bê ke nemtiwanî lem mebeste bigem, swêndim xward, êsta min kemêkim kar heye ebê biřom, toş bîrî lê bikewe detwanî biçîyewe małî bawkit, to hêşta wek xunçey nepşikutû way zor kes dawakarit debê, bêwejin nî ke biłên eger baş bwaye mêrdekey tełaqî nededa, hemû kes wa bîr ekatewe ke min mêrdayeytim tewaw nebuwe...

― na... na... hergîz, hezar sałîş bem çeşne bimênmewe becêt nahêłim, min tom xoş dewê, lêm řûne řojêk ebê toş tê bigey...

― bedu’a şem, min deřom0 karim heye...

***

― qurban ebê çareyek bidozînewe, dena ew şêre yaxîye ajełman be destewe nahêłê ta êsta de meřî xwarduwe piştî 6 gacûtîşî şikanduwe...

― lemêj bû le şeřî ademîzad diłim sard bibowe, hemû be hêrşî heweł leberim řayan dekird êsta hawşeřêkî diřendem bo peyda buwe wabzanim kemêk kił û koy min damezrênê, betasewem ke xom legeł ew şêre řûbeřû bim.

― qurban eme karêkî piř metirsîye! pyaw çon etwanê beranber be şêr xoy bigrê? pyaw beranber be hemû şitêk xoy egrê merad, bełam be şertê be řastî pyaw bê řenge şêrekeş her wek to bîr bikatewe lay wabê kes nîye xoy leber bigrê: boye weha şûłî lê hełkêşawe wiredar buwe, ebê bizanîn didanî ew leşî min hełdedřê yan şimşîrî min sîngî ew ekate kalan!?

― ...h... qurban wa dyare dîsan şitêk qewmawe... ewe şwanî xane berew êre dê!

― ...ha... çîye kuře... boç řa dekey?

― gewrem şêr... şêr... şêreke... şêr

― biłê bizanim şêreke çî?

― qurban şêreke hêrşî kirde ser meřeke û çend kelakî lê xistin!... řesûłî hawałim xerîk bû pêşî pê bigrî, bełam piştî řesûłîşî şikand, pelamarî minîşî da, bełam řam kird.

― pêm biłê... ewe çîye be qedtewe! ha ewe çîye hełt hawesîwe?... h... eme... eme... eme... efermûy eme şimşîre qurban

― em şimşîret bo çîye!?

― aşkiraye qurban bo parastinî xom...

― to abřûy pyawetît birduwe tirsenok em şimşîre. be şûreyî dezanê bela qedî towe bê, xêra ke le xotî bikewe xêra ke, çon le řût hat dostî xot leber dem û çingî şêra becê hêşt û xot derbaz kird? ey çepełî negbet, biřo le batî em şimşîre berełbêneyêk le xot de... biřo

― beser çaw gewrem... beser çaw...

― laçû lepêş çawim napyawî xwêřî yałła.

― qurban ew şwane hejare tawanî nebû gyan xoşewîste.

― eger şerefe nema, gyan bekarî çî dê merad, eger yekyetî nema, eger bîrî parastinî dost nema, baştire gyanîş nemênê, min debê biçim qise bo xełkeke bikem bizanim çone wa tirs beseryane zał buwe, merad, toş were legełim.

― beser çaw aẍa, beser çaw.

― debî ca ba biřoyn.

― hemûtan gwê řagirin... bêdeng bin êwe şeřtan zor dîwe, birîndar û kujrawtan zor çaw pê kewtuwe, hergîz wiretan ber nedawe, lam seyre çon ewe le tirsî şêrêkî yaẍî pest bûn!? hewałî çend sałetan becê dehêłn û řadeken, ta nêwî ew diřende bê, tirs û sam besertana zał debê, min bo ewe pêtan nîşan dem ke mirdin le tirsan baştire, emřo deçme dawên ew kêwe ke wa şêrekey pêweye.

― qurban baştire çend kes biçin û beyekewe ew şêre bikujin.

― êwe latan waye dujminî ême ew diřendeye le katêka dujminî ême lenaw derûnî êmedaye. dujminî ême tirsî xomane, min boye naçim tenya şêreke bikujim, řenge lem şeředa sernekewm, deçim berengarî ew tirse debim ke beser xêłekemda zał buwe, ebê be merg yan serkewtinî xom têyan bigeyenim ke jyan be tirsewe le mirdin xiraptir û tałtire.

― êmeş legełit dêyn qurban

― na... her kes legełim bê deykujim, min betenya eçim, nyazim be êwe nîye, be nawî- gewreyek pêtan ełêm hîç kes nabê bikewête şwênim ya beserî biřawî şêrekewe degeřêmewe yan şêreke be dem û lewsî xwênawîyewe ebînin, êsta îtir biřon, yałła.

***

― serwerim eme şimşîreket le qedit dawe û zerêt deber kirduwe, meger etewê biçî bo şeř!?

― bełê şem, emewê biçme şeřî ew şêre yaẍîye.

― şeřî şêr!? ah... h... yanî etewê betenya biçî!?

― bełê... bełê her betenya, bełam be pişti’estûrî baskî behêz û şimşêrî tîjim û, be yarmetîy ew kese ke man û nemanî êmey bedeste.

― wa baştir nebû çend kes le nokerekanit binêrî!?

― na... na... na şem, baştire xom biçim, kesêk bo gewreyî başe ke le katî metirsîya pêş dest û pêwendekanî kewê.

― bełam... bełam min etirsim... neka to...

... a... h ewanî dîkeş jinyan heye şem jinekanî ewanîş etirsin ke şêr piştî mêrdekeyan bişkênê, meznî min û to debê lêreda derkewê eger êmeş wek ewan bitirsêyn kê ebê berengarî metirsî bê!? ha...

― meylî xote serwerim, min du’ay serkewtinit bo dekem.

― sipast dekem, bełam şem, eger min lew şeředa kujram to nabê azyetbar bî ebê zû mêrd bikey û ewet le bîr neçê ke karêkî wa meke ke mêrdeket ḧełałîk le xoy ḧeram bika, ebê bibî be daykî minał û dastanî minyan bo bigêřîyewe û bew dastane le xewyan key, dastanî pyawêk ke çûbuwe şeřî şêrêk.

― ha... h... le mergewe medwê serwerim to... to hêşta zor gencî, xwa em kiłołîyem beser nehênê...

― ah... şem, ademîzad nêçîrî merge, direng ya zû ebê biřwa, ke wehaye merg xemxwardnî nawê. ewey ke ebê boy xembar bî zîndûy tirsenoke ke řojî sed caran demrê. îtir emin eřom şem, du’am bo bike...

... xudaye... xudaye bîparêze... eydeme dest to... xuday gewre...e...

***