řwangey cyawaz leser ḧeqîqet

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 7 minutes  1053 views

jin:

selam le gwêgrî beřêz û hunerperwerî bernamey tapo. le dû bernamey řaburdûda kutman ḧeqîqetê ke zana eyzanê cyawazî heye legeł ew ḧeqîqete ke şa’îr eybînê û êste leser em base eřoyn.

pyaw:

fermût ew ḧeqîqete wa zana eyzanê cyawazî heye legeł ew ḧeqîqete ke şa’îr eybînê. şitêkim kewtewe bîr ke pêwendî bebasekewe heye. dastanêke sebaret beyekem dîdarî mewlana celaleddîn û şemsî tewrêzî. pêş ewe ke celaleddîn biçête naw kořî tesewuf û ’îrfanewe, zortir benawî zana nawbangî hebû. le sertaserî wiłate îslamîyekanewe eçûne qûnye û le deryay bê binî zanistî celaleddîn têraw ebûn. besedan xwêndikar le zanistigeyeka ke celaleddîn xoy beserya řa’egeyşit û dersîşî têda beşagirdanî egut, xerîkî ders xwêndin bûn. wek le nûsrawekan der’ekewê mewlana pyawêkî xanedan û yegcar dewłemend buwe. tenanet xercî ew zana û xwêndikaraneş ke le zanistigekeya bûn, xoy le mał û samanî xoy dawyetî. şemsî tewrêzî pîre pyawêkî xwanasî dił řûnak buwe ke wek sofî û ’arfekanî tirî ew serdeme bewłate îslamîyekanda geřawe. hełbet her kesê ke bo geşt û dîtnî wiłatan şar û wiłatî xoy becê ehêłê, mebestêkî heye; yekêk bo dîtnî herêmî taze, yekêk bo hełsengandinî zanyarî wiłatanî corbecor û ezanîn ke lew kateda sinûr wek êste dabřaw û dyarîkiraw nebû ke danîştûy herêmêkî taybetî cuẍrafyayî û syasî netwanê bê pirs kirdin û mawe wergirtin le wiłatî xoy biçête derewe; emřo barî taybetî syasî pêdawîstî bem dyarî kirdinî sinûre heye ke lew kateda nebuwe. şemsî tewrêzîş bê guman sereřoy dway mebestêk kewtuwe ke tewrêzî becê hêştuwe û le sinûrî êran têpeřîwe û řûy kirdote wiłatî řom. wate turkyey êsta û řêgay kewtote şarî qûnye ke celaleddîn lewê buwe. řenge kêşerêkî me’newî şemsî birdibête qunye ta bedîdarî xoy mewlana bikate agirêkî hergîz danemirkaw. şemsî tewrêzî beser û řîşî ałozaw û bergî tozawî řêgay dûrudrêjewe eçête ew xwêndingeye ke mewlana dersî lê ełêtewe. lew řojgareda bepał hemû xwêndigeyekî ayînîyewe mizgewt hebuwe û cêgayek bo xewtin û ḧesanewey geştyaran û řêbwaranî ẍerîb dirust kirawe. kame mał dergay bo ẍerîb awałetre le dergay małî xuda û kame xanexwê diławatre le xwayek ke gyan ebexşê, çi biga be nan?!

jin:

şemsî tewrêzî beřwałetî hejaranewe eçête ser ew gole wa mewlana le kenarya danîştuwe û feqê û zanayan wek pepûley dewrî şem lêy kobûnetewe. her kam lew zanayane ke le wiłat û şarî xoyan mamostayekin û êste beşanazîyewe bûn beşagirdî mewlana, pirsyarêk eken. yekêk le barey felsefewe, yekêk sebaret bementîq, yek ḧedîs û ewî tir zanistî felekyat.

pêwîst naka biłêm mewlana le barî zanistewe çend behêz buwe. řadey zanistî ew pyawe berze beşî’rekanya der’ekewê, basî etom le şî’rêkya beřûnakî dête berçaw. mewlana ełê:

aftabî dir dil zirh nihanPersian
way agir an zirh bigşayd dihanPersian
zirh zirh girdid aflak û zimînPersian
gir kih an xurşîd bicihd az kimînPersian

lew kateda ke kořî wituwêjî zanistî le nêwan mamosta û şagirdekanya germe, şemsî tewrêzî dê û leser goleke da’enîşê û goy egrê bo qiseyan. paş maweyek le mewlana epirsê em heraye leser çîye û basî çî eken. mewlana ke lay wa ebê legeł sofîlkeyeka řûbeřuwe, betewsewe ełê: eme zanistî «qal»e to têy nagey. şems bê deng ebê û mamosta û şagird dest ekenewe belêkołînewe û wituwêj. lepiř şems dest edate çend peřawêk û le golekeyan exa. mewlana tûře ebê û gumanî namênê ke ew pyawe pîre ẍerîbe, şête. şems paş ewe kitêbekan exûsên des eba û le goleke eyanhênête derewe û le yekyan eda tozyan lê hełdestê. mewlana û ewanî tir seryan sûř emênê û celaleddîn epirsê eme çi bû ey derwêş? şems leserexo wełam edatewe: eme zanistî «ḧał»e û to têy nagey. şems eřwa û mewlana cezbey ’îrfan eygirê û ders û xwêndige enête lawe.

pyaw:

dastanêkî tirîş sebaret bezanîn û dîtin. wate ’îlmî zêhnî û ’eynî le ebû ’elî sîna û ebû se’îdî ebîlxeyr egêřnewe. le peřawî meqamatî ebû se’îd ke nûsrawî newey ebû se’îde nûsrawe ke «şeyxuřře’îs» ebû ’elî sîna û şêx ebû se’îd yektiryan çaw pêkewt. sê şew û řoj tenanet katî xewîş leyek hełnebřan û le hodekeyan nehatne derewe. katê leyek cya bûnewe le ebû se’îdyan pirsî: ebû ’elît çon weberçaw hat? fermûy ewey min eybînim ew eyzanê.

her ew pirsyare le ebû ’elîş kira le wełama kutî ewey min eyzanim ew eybînê.

axo cyawazî heye le naw îlhamî ’arfane û şa’îraneda? axo keşif û şihûdê ke bo ’arf heye bo şa’îrîş nîye? aya herdûk lew zanistane wate me’rîfetî ’arfane û şa’îrane herdûkyan serçaweyan le ’atîfewe nîye? bem çeşne şa’îrîş wek ’arf le beramber zanadaye. herwek zanayek be’arfêk ełê eme ’îlmî «qal»e to têy nagey, beşa’îrêkîş ełê lêkdanewet le ḧeqîqet dûre; le katêka hem şa’îr û hem zana eřwanne ser ḧeqîqet. bełam her kam le řwangeyekewe. wek dû kes ke le dû lawe temaşay çyayek biken ke nisarî bedar û dewene û ber řojî syaseng û řûten. yekyan şînayî dar û dirext ebînê û ewî tiryan řeqen û wişkaro. herdûk lew dû kesane yek çya ebînin, bełam her kam le řûkarêkewe.

le şwênewarî homêr kełkî mêjûyî wergîrawe û benawî bełgeyek bo nasînî serdemî maysina nasrawe; le katêka ew hełeyane ke kutman eguncê ser le lêkołeranî mêjûyî bişêwênê û ew şitane ke homêr bo aheng û weznî şî’ir kutûye û tenya le barî hunerîyewe hełîbjarduwe be şitêkî řast û řewanî mêjûyî nezanê. şa’îr cige le ’enasurî sewtî wek: wezin, aheng û qafye, sermeşqêkî tirîşî heye ke ebê le berçawî bigrê, ewîş pêwendî heye belegeł yek hatnewey tewawî wişekan legeł yek. yek wişey naḧez têkřay şî’reke naḧez eka. wek řengêkî naşarezayane ke le tabloyekî neqqaşî dirabê, ya mêlodîyekî nerim ke bo semfonîyekî ḧîmasî kirabête pêşekî ya berdêkî netaşraw le xanûbereyekî be berdî taşrawî meřmeř.

jin:

le bernameyekî tira dîsanewe leser em base eřoyn. ta ew kate be xwatan espêrîn.